kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Ibrahim OSMAN, OLA ÊZDÎ LI BÊR KEVIYA TUNEBÛNÊ YE!!?






















''Fermanên sor yên bi xwîn, ciyê xwe ji yên spî re hîstin..! Mixabin û sed mixabin, ku ew serên li ber sûrê dijminan ne ditewiyan, bîr û baweriyên xurt ku bi xwînê dihatin parastin îro xwe radestî bêmerhemetiya zemanê kambax kirin! Wax û wax, ku li
gulîstanê gul neman û darên dawî ji daristana kurdewariyê tên birrîn! Civatek li gel ol, çand û dîroka xwe tune dibe!’’
Belê, ola kurda ya dest pêkê û resen, ya ku weke bizrê saristaniya kevana zêrîn tê zanîn, di roja me de berbe helandin û tunebûnê dihere. Qet guman nîne ku beriya hezar û sêsed salî, ango beriya ku fikir û bîrdoziya mislimantiyê were Kurdistan û li ser xaka me bibe serwer, civaka kurd bi gistî Êzdî û Zerdestî bûn. Lêbelê niha ji çil milyon kurd, tenê bi qasî milyonekê Êzdî mane. Yên din tevan ol guherîn. Hûn dixwazin vê fikrê bipejirînin yan nepejirînin, lê rastiyek li ber çavê me tevan heye ku, ev hejmar her roj hinekî din kêm dibe û ol û çanda Êzdiyatiyê bes bi bes wenda dibe. Rewseke xeternak û erjeng serwere. Bê sik, eger weha dewam bike, çend salên din wê ti tist ji vê ola qedîm li sûn nemîne.
Erê, ji ber ku civata Êzdî bê rêber û pêseng e, sedsala 21’ê ji trajediyeke nû ya hilandin û tûnebûna êzdiyan re sahdetî dike. Ez bas dizanim ku hinek kes dema vê gotarê bixwînin wê ji gotinên min aciz bibin, dibe ku biriyên xwe gijo mijo bikin û peyvên çors jî bikin. Qet ne xem e. Eger hinek ji ber ku ez rastiyan tînim zimên ji min aciz bibin, bila bibin. Lebelê acizbûn û bêhn tengî nikare rastiyan biguhere. Em dizanin ku her tist tê û dihere, tenê rastî nola xwe dimînin. Lewma jî ez îdîa dikim û li pist hemû gotinên xwe disekinim û bi dengekî bilind dibêjim; civata êzdî bê pêseng, rêbere û rêxistin e. Sedemên sereke yên hilandinê jî nebûna pêsengiyeke têgihîstî û hemdeme. Yên ku bi navê rêberî û pêsengiya civata êzdî weke ku karekî dikin xwe dipesinînin, ji fosîlên dembûhurî pê ve ne tistekî dinin. Ango qalikê walane. Ji Mîra heta bi sêx, pîr, koçek, qewal, micêwir û rewsenbîra, yên ku bi cangoriyeke mezin û bêyî berjewendiyên kesayetî xizmetê ji civata êzdî re dikin nînin. Li gel vê jî, ti çap û qudreta wan ya felsefî, siyasî, ramanî, çandî û sosyalî nîne ku çand û ola xwe ji helandinê rizgar bikin. Ew heyranê nav û dengê xwe û kesayeta xwe ne. Ew ewqas kevneperestin ku, rê nadin rêxistinên êzdiyan mezin û bi hêz bibin. Dibêjin bila biçûk be, lê ya min be. Hinek ji wan jî berjewendiyên partiyan di ser yên olî re digrin. Hewil didin ola resen ya bingeha kurdewariyê bikin bin xizmeta kes, esîr û partiyên siyasî. Bêguman ev kes bi hebûna xwe bela û astengên mezinin li pêsiya pêsketin û rêxistinbûna civata Êzdî. Bi kesayetên xwe yên qels û lawaz xebat û têkosînê asteng dikin û rêxistinbûnê dixetimînin. Weke ku bi xwe karekî bi nirx nakin, rê nadin ku hineke din jî kar bikin.
Heta ku êzdî ji van belayan pak nebin nikarin stukura xwe ji hilandinê rizgar bikin!
Êzdî ji Kurdistan koç dikin.
Ji sedema zor û zextên dewleta tirk ya dagirker, pistî salên 1980 Êzdiyan cih û warê xwe terikandin û reviyan welatên ewrûpa. Li bakurê welêt ji bilî çend kalemêr û pîrejinan hema bê êzdî nemane. Li Sowyeta kevin pistî hilwesandina pergala sosyalîzmê Êzdî li welatên rûsya û piraniya wan berbe ewrûpa belav bûn. Yên li Basûrê rojavayê Kurdistan jî her ku derfet dîtin berbe ewrûpa koç kirin. Hejmara mezin ku li dora milyonekê tê texmînkirin Êzdî li Basûrê welêt dijîn. Ji xwe Basûrê Kurdsitan ji hêla perestgeh û hejmara zêde de navenda Êzdiya ye. Mixabin di van salên dawiyê de ji ber zor û zexta ku li wan dibe, Êzdiyên Basûrê Kurdistan jî qefle bi qefle berbe ewrûpa koç dikin. Yên ku derfet dibînin welat diterikînin. Di nav salekê de hejmareke mezin ya êzdiyan giyastin welatên Iskandinavya û doza mafê penaberiyê kirin. Hinek ji wan di kestî û qemyonan de hatin girtin û ji nîvê rê vegeriyan, hinek li Îtalya û Yûwnanîstan man. Niha bi hezaran Êzdî ji bo derkevin ewrûpa li ser riyane. Qefle bi qefle diherin Sitenbol û Samê bihyekî mezin dirav didin rêberan ji bo ku derkevin derve. Yên ku digihîjin welatên ewrûpa, di hêla ziman, ol û çandî ve bi gelek pirsgirêkên jiyanî re rû bi rû dimînin û hinek ji wan tavilê dikevin rêyên xerab.
Gelo pêsî li tûnebûnê girtin, gengaz e?
Belê. Eger rewsenbîr û siyasetmedarên êzdiyan, rastiya heyî bibînin, zihniyeta kevneperest binpê bikin, xwe ji nepixandin û qalikbûnê rizgar bikin, parastina çand û ola xwe di ser her tistî re bigrin, bi kesayetên têgihîstî û dilsoz bigihîjin rêxistinbûyin û setratejiyeke hevbes, gengaz e. Na eger em li deverên germ yên weke Bruksel, Berlîn û Strasburg rûnên û tenê peyaman bidin êzdiyan û ji wan re bibêjin ‘’terka axa bav û kalan nekin’’, pêsî li koça helandinê nayê girtin!
ibrahimosman@hotmail.de


Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik