kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Ehmedê Xanî 1651-1707







Liser jiyana Þêx Ehmedê Xanî

Þêx Ehmedê Xanî di dîroka Kurd û Kurdistanê da bi nav û deng e; cîyê wî cuda ye û pir girîng e. Peywist e ku em jîyana wî hîn bibin. Lewra di derbarê pêþveçûna çand, huner, wêje û zimanê Kurdî da ev hînbûn pir girîng e.

þêx Ehmedê Xanî di sala 1651'an de li bajarê Colemergê (Hekari) di gundê Xanî da ji dayik bûye. Navê bavê wî Îlyas e. Û gorî hin rîwayetan, ji eþîra Xanîyan e. Navê "Xanî" him navê dêya þêx Ehmedê Xanî ye, him jî navê gund û e?îra wî ye. Divê derbarê da ne kif?e ku navê "xanî" ji ku hatîye.

Li gora rîvayetan þêx Ehmedê Xanî gellek berhem bi Kurdî nivîsandîye. Lêbelê tenê sê heb berhemên wî giþtîye destê me. Navên berhemên wî ev in: "Mem û Zîn, Nûbihara Biçûkan, Eqida Îmanê." Di alîyên din da berhemên þêx Ehmedê Xanî bi navê "þêrên Filozofî, Yusuf û Zelîxa û pirtûkên ku di derbarên zanyarîyê da nivisandîye pirtûka wî ya astronomî û erdnîgarîyê winda ye.

þêx Ehmedê Xanî di 14 salî da dest bi nivisînê kirîye. Xanî di 14 salî da berhema xwe ya "Mem û Zînê" nivisandîye û di navbera 30 salî da vî berhemê qedandîye. Xanî wexta ku "Mem û Zînê" tam amade kirîye umrê wî 44 bûye. Tê zanîn ku her mirov di warê wêjeyî û çandî da di bin bandorên kesatîyên mezin da mane û ji vir þûnda jî bêguman wê bê mayîn. þêx Ehmedê Xanî di bin bandora "Elî Herîrî, Feqêyê Teyran û Meleyê Cizîrî" da maye. Çawa ku þêx Ehmedê Xanî di bin bandora kesayetên mezin da maye, ewqas jî bandora wî li ser kesayetên mezin û Alimên mezin çêbûye. Wek mînak "Müceddîdê sedsala bistan" Bedîuzzeman Saîdê Kurdî di bin bandora þêx Ehmedê Xanî da maye. Bedîuzzeman rojek çûye li ser goristana Ehmedê Xanî û li wê derê wûsa gotîye: þêx Ehmedê Xanî mamostê min ê manevî ye.

Jîyana þêx Ehmedê Xanî di nav perwerdehîyê da derbas bûye. Wî li her derên Kurdistanê da, li medreseyan xwendîye. Di alîyên din daþêx Ehmedê Xanî ji bona perwerdehîya zarokên Kurdan medrese vekirîye û li wir ders daye zarokan. Di medresa þêx Ehmedê Xanî da ne tenê dersên Olî , dersên zanyarî jî dihatin xwendin.
þêx Ehmedê Xanî di medresa xwe da dersên "Felsefe, dîrok, wêje, erdnîgarî û astronomî dida. Helbestvanên bi nav û deng Îsmaîlê Bazidî (1654-1709) li medresa þêx Ehmedê Xanî li ber Xanî xwendiye. þêx Ehmedê Xanî kesayetek bi piralî bû. Û bi piralî li ser mijarên civakî û ramyarî sekinîye.

Ew her dem li ser mijara pirsgirêka perçebûna civak û erdnîgara Kurd sekinîye. Û di berhema xwe da çareserîyêk wusa nîþanê me dide:


"Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqîyadek
Tekmîlê dikir me dîn û dewlet
Teshîlê dikir me îlm û hîkmet"


Wexta ku li ser vê çarînê em bisekinin, em dikarin di derbarê wateya wî da vana bibêjin: Eger ku pevçûn di navbera me da tuneba, îttîfaq nava me da hebana, wê me olî û dewletî îkmal bikirana.
Jîyana þêx Ehmedê Xanî di nava têkoþînek dijwar da derbas bû. Ji bona azadî û xelasîya gelê Kurdistanê pir xebitî, pir westiya. Xanî sal 1707 da li bajarê Agirî, navçeya Doxûbeyazit da wefat kir. Goristana wî ji bo gelê Kurd zîyaret e. Gelê Kurd her dem diçin ser goristana wî.

Amadekar: ciwan post
Î O

Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik