kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Osman Sebrî (1905-1993)





Osman Sebrî di 5'ê Çila sala 1905'an de li gundê Narincê yê navça Kolîka bajarê Semsûrê (Adiyaman) hatiye dinyayê. Ew ji êla Mêrdêsiyan e (Mirdêsan). Gundê wan di navbera Meletî, Ruha û Semsûrê de ye. Gundê Narincê û Xê?tûrê ji aliyê vê êlê ve wek paytexteke dihate naskirin. Bavê wî serokê êlê bû. Navê bavê wî Sebrî Axa bû. Osman Sebrî hêj di 10 saliya xwe de bavê xwe wenda kir (1915). ?ûna bavê wî, apê wî yê mezin, ?ukrî Axa girt. Kar û barên hoza Mêrdêsiyan jî ket ser pi?ta ?ukrî Axa. Herweha li birarzî Osman jî xwedîtî kir.

Dema Osman Sebrî çavên xwe li vê dinyayê vekir, hinek bûyerên germ di Kurdistanê û di dugela Osmanî de pêk dihatin.

Zordestiya dugela Osmanî, ji aliyên civakî û netewî ve gellekî dijwar bibû. Heta bûbû sedema serhildan û xebatên rizgarîxwaziyê. Ji aliyê hemî milet û neteweyên Împaretoriya nexwe?, (Kurd, Ermenî, Balqan, Ereb û hwd.) gellek xebatên rêzanî û çekdarî diyar bûn. Herweha di nav Tirkan de jî tevgerên berbiçav û hêzdar peyda bûn. Partiya Jonturkan, xwe bi wan ramanan hêzdar kir û hewl da ku Împeretoriya pîr û nesax ji mirinê û herifandinê rizgar bike, mozayîka wê ya netewî biparêze û hemî hêzan li dijî sultanê dewletê bixe hundirê refekî. Osman Sebrî xwendina xwe ya sereta di dibistanên Tirkan de bi dawî kir. Di berêkî da ji pirtûkên dîrokî û helbestan hez kir.
Di 16 saliya wî de apê wî jinek jê re anî. Bi vî awayê ji xwendinê dûr ket. Di 18 saliya xwe de, ji Apê xwe ?ukrî bêtir kar û barên êlê fam kiribû. Osman xwest ku dûrî êlê bibe, here bajarekî din dani?te û xwendina xwe berdewam bike. Lê Apê wî rêya derketina derve li ber wî girt û ew li kêleka xwe hi?t da ku jê re bibe pi?t.

Heta serhildana ?êx Seîd li ber apê xwe ma. Malbata wan malbatek ni?timanperwer bû. Xwestin ku herin alîkariya ?êx Seîd bikin û sozê ku dabûnê bînin cîh. Lê qurbana Xwedê bim serhildan zû têk çû. Dû re dugela Tirk berê xwe da ?êx, Axa, Beg û Rew?enbîrên Kurdan. Bi taybetî yên ku bêhna ni?timanperweriyê ji wan dihat, digirtin û di?iyandin dadgeha Îstiqlalê (li Xarpêtê ). Êla Mêrdêsiyan jî ji vana yek bûn. ?ukrî Axa jî birin Amedê. Li wir 15 salan ceza danê; di wê navberê de Osman Sebrî ji xalê xwe Hecî Derwê? seh kir ku wê Apê wî di filan rojê de bibin zindana Antalyayê.

Osman Sebrî tevlî çend peyayan ketin pê?iya karwanê û li bajarê Ruhayê, Apê xwe ?ukrî ji nav destê wan azad kirin. Him ji bo nekevin destê neyar him jî ji bo serhildaneke çêkin ew û apê xwe derketin ser çiyayê Nemrûdê. Mixabin ji ber ku kesên ji êlên herêmê pi?ta wan negirtin bi ser neketin.

Ew digel her du Apên xwe ?ukrî û Nûrî û 16 hevalên wan di sala 1926'an de hatin girtin. Di roja 24'ê Hezîrana 1926'an de Dugela Tirk her du Apên wî li Amedê bi dar ve kirin. Lê ew heta Gulana 1928'an ku di zindana Amed û Denizliyê de bû, pi?tî efûyeke gi?tî hat berdan. Di sala 1929'an de careke din Osman Sebrî digel 26 serokên Kurd, hat girtin. Pi?tî ji zindanê hat berdan mêze kir ku mayîna wî ya li Tirkiyê zor e, ji neçarî di roja 24'ê Kanûn a 1929'an de ji Tirkiyê (serxetê) daket û berê xwe da Suriyê (binxetê), xwe li êla Berazan girt. Li bajarê Kobanê, serokê vê êlê Mistefa ?ahîn Beg û Bozan ?ahîn Beg bûn. Ew bixwe jî endamê Xoybûnê bûn. Osman Sebrî jî bi saya Mîr Celadet Bedirxan dibe endamê Xoybûnê.. Xoybûn di sala 1926'an de li Beyrûdê hat damezrandin.

Di sala 1930'an de endamên Xoybûnê xwe amade kirin ku alîkariya serhildana Agirî bikin. Wê êri? bibirana ser le?gerên Tirk. Du sedemên vî êri?ê hebûn. Ya yekemîn barê eniya Agirî sivikkirin, ya duyemîn jî bajarên nêzê sînor ji dest dugela Tirk rizgarkirin bû. Li gor pîlanê wê pênc eniyên ?er bihatana amadekirin. Osman Sebrî wê biçûyana serxetê û gel ji vî serhildanê haydar bikirana. Osman Sebrî di buhara 1930'an de derbasê bakûr bû. Du mehan li bakûr ma. Li vir belavokên Xoybûnê belav kir. Dû vegera wî ya li Suriyê sazûmana kemalîst ji desthilatdariya Frensiyan xwest ku wî radestê wan bikin. Desthilatdariya Frensiyan jî Osman Sebrî ji Kobanê mi?extiyê bajarê Suriyê Reqe kirin ku ji sînor dûr be. Mehek li mi?extiyê ma. Di zivirînê de bi biryara Xoybûnê dîsa ket nav hewldana. Di yekê Tîrmeha sala 1930'an de Osman Sebrî di gel 20 neferên hoza Berazan, sînor derbas kirin û du qereqolên Tirkan li qeza Sîwêrekê kirin bin destê xwe. Divê berdewam bikirana. Lê dema pê hesiyan ku her du serokên êla Berazan, Mustefa û Bozan ji alî desthilatdariya Frensî hatine girtin, peyayên wan dev ji ?er berdan û çûn hewara serokên xwe. Osman Sebrî tenê ma. Di heman demê de hin kesên din jî hatibûn erkdarkirin. Lê tenê Osman Sebrî peywira xwe bi cî anî. Ew jî pa?ê zîvirî lê ji bo ku Frensî pênegrin li bajarê ?amê xwe spart ?êx Michem kurê Hadiyê serokê êla Erebên Înîz. Dora du meh mêvaniya wî bû. Dû re çû cem ?êx Ehmed Barzanî. Li vir jî Îngilîz wî rehet nehî?tin. Li vir tê girtin û bi rew?eke xerab û perî?an, xwe ji nav lepên Îngilîzan rizgar dike û bi rev vedigere Suriyê û careke din xwe li Erebên Înîz digre û li bajarê Tilebyedê rûdinê. Pi?tî demekê ji wir radibe û xwe li welatparêz û ronakbîrên Kurdan digre û dikeve nav refên wan. Piraniya van Kurdan di bin rûni?tina zorê de bûn. Di sala 1931'ê de serê buharê, Xoybûn wî di?îne ku here navbera ?êx Ehmed Berzanî û ?êx Mehmûdê Hefîd xwe? bike. 165 rojan li wir dimîne. Hewlêr ku dikeve dest Îngilîzan ew jî dikeve dest wan. Dû ku di zindanên Mûsil û Hewlêrê dimîne, wî radestê Frensiyan dikin.

Li ?amê gellek caran ew û hevalên xwe li ser babet û piroblemên netewî û ?ore?ê diketin genge?eyê germ. Ji bin serê qerebalix û germbûna wan genge?eyan, ew û hevalên xwe dûrî hev diketin. Lê çiqas ji wan dûr diket jî careke din li wan vedigeriya.
Osman Sebrî an jî Apo Osman (navlêka Apo jina Mîr Celadet, Rew?en Xanim lê kiriye û herkes bi vî navê gazî wî dikir) jiyaneke pir bi derd û zehmetî derbas kiriye. Li ku Kurd hebe, Kurdîtî hebe, Apo Osman li wir e. Herdem warê ?ore?geriyê difikirî. Heta Mîr Celadet Bedirxan kovara xwe Hawarê di 15'ê Gulana 1932'an de li ?amê çap kir û di nav Kurdan de belav kir. Di hejmara pê?în de Qedrî Can ji Hawarê nivîsek di bin navê (Hawar hebe gazî li dû ye) nivîsand û di bin wê de wiha go: "Ji bo birayê min Osman Sebrî." Bi vî awayê Osman Sebrî dest bi nivisînê kir. Ji vî demê ?ûn de di jiyana Osman Sebrî de qonaxek din vedibe. Ew herçend hest û ramanên ?ore?geriyê herdem di xwe de hî?tibe jî ji vir û pê ve giraniya xwe dide ser xebatên nivisîn, per-werdehî û pê?veçûna Kurdî. Ew bizanebûn nêzîkê vî mijarê jî dibe. Lewra herî ti?tên ku kêmasiya wî tê dîtin ar?îveke berfireh a Kurdolojiyê ye. Ez bawer dikim ku Osman Sebrî jî viya dizanîbûn ku dest bi xebatên wiha kiriye. Bi taybetî jî ziman. Bi gi?tî mirov dikare ji van çend gotinê wî, hest û ramanên wî fahm bike.

Wiha dibê:
Mirovê gelparêz gereke van sê ti?tan bi duristî biparêze: Canê gelê xwe, malê gelê xwe û namûsa gelê xwe. Her kesê destê xwe dirêjî yekê ji vana bike, ew dibe rûre?ê gelê xwe û xortên Kurd gereke dostaniya wan neke. Tu caran miletek hemî weka hev nafikirin û her hindeka bawerî bi ramanekê heye, vêca gerek e her kes azad be di bîr û baweriyên xwe da. Çunkî kes bi zorê weka mirovî nafikirêt, ez bi ramana xwe û tu bi ramana xwe lê em birayê hev in, nabe em ?erê hev bikin. Ji ber ku em hemî ji bo rizgariya miletekî û welatekî dixebitin. Divê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe binivîsîne. Lê nizanin, hemû ji min re helbestan çêdikin. Em miletekî bê ziman in anha pir xortên me hene xwenda ne, bi Erebî jî xwe? dizanin, dibêjin: Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin, lê naxwazin hînî zimanê xwe bibin û ez dê çawa ji wan bawer bikim?
Apo Osman di cûrbecûr kovaran de (Hawar, Ronahî, Pê?eng, Hêvî, Çiya, Dengê Cotkar û hwd.) him nivîs nivisiye him wek karkerek xebitiye. Kîjan xebatên siyasî yên Kurda hebûye tê de wek revêbir, karker xebitiye. Di sala 1954'an de Apo Osman alfabeya Kurdî ya latînî we?and û hin pirtûkên mîna Bahoz, Derdên Min û Çar Leheng nivîsand. Dîsa pir helbestên wî yên neçapkirî jî hene. Ew ji pê?engên wêjeya Kurdî ya nûjen e. Zimanê wî gellek zelal e. Jêhatî û wêrek e.

Berhemên Osman Sebrî yên çapbûyî ev in: Elîfbêya Kurdî, Bahoz, Derdên me, Gotinên xav napijin bê tav, Elîfbêya Tekûz, Çar Leheng û Bersiva Ho?eng. Dema em li pirtûkên wî dinêrin, em dibînin ku rast e rast, kurtejiyana gelê Kurd e. Ango helbestên wî têkçûn, raperîn, berxwedan û destkeftiyên Kurdan tîne ziman.

Di sala 1932'an de Apo Osman, Civata alîkariyê ji bona belengazên Kurd li binxetê ava kir. Ev komele ew dem Kurdên ku ji Tirkiyê reviyabûn re alîkarî dikirin. Dersên zimanê Kurdî didan zarokên Kurdan.

Di 1937'an de tevlî hevalên xwe "Civata Azadî û Yekitiya Kurd" damezrandin. Di sala 1938'an de xwe dûrê Xoybûnê kir û Yekîtiya Xortan ava kir. Herî neyarên wan ên mezin kominîstên Kurd bûn. Di 1954'an de li Qami?loyê "Civata Yekitiya Xortên Demokrat ên Kurd," dîsa di sala 1954'an de "Civata A?itîxwazên Sûriyeyê" di sala 1955'an de jî "Komela Vejîna Çanda Kurdî" damezrandin.

Di sala 1955'an de Osman Sebrî di avakirina partiyekê Kurdî de diponijî him ku xwe ji êrî?ên kominîstan rizgar bike û bikaribe bersiva wan bide. Di 1957'an de "Partiya Demokrat a Kurd" li Sûriyeyê bi pê?engiya Osman Sebrî hat damezirandin. Bi damezirandina partiyê re, di nav Kurdên Sûriyê de, ?iyarbûn û zanînê serê xwe rakir. Lê ev xwe?a desthilatdariya Suriyê neçû. Hemî endam û alîgirê partiyê re zehmetî derdi-xistin. Apo Osman 6 car hat hepiskirin û bi salan ceza û surgûn xwar.

Apo Osman 18 car hatiye girtin. Deh sal ceza, 2 car bi salan, 7-8 car bi mehan mi?extîbûn xwariye. Jixwe jiyana wî hemî surgûn bû. Ciyê wek ?erq El-Urdun, Filîstîn, Arîtêriya, Tudmir/Palmêra, Rêka bendera Cide, Libnan û Madagaskara Efrîqayê bi mi?extî geriyaye. Xeynî vana bi sala jî ji bo nekeve zindanê bi revokî digeriya. Tevlî ku rêya Ewrûpa li ber vekirîbû jî lê destê wî ji welat û welatiyên wî nedibûn û her dem digot: "Ez ji nav welatiyên xwe nalivim. Ya Kurdistan û ya goristan."

Pi?tî ku Frensî ji Sûriyê derketin û hikûmet bû erebî, ew karê rew?enbîrî li ber Kurdan qedexe bû û hat girtin. Kovarên Hawar û Ronahî hatin girtin. Di 1951'an de ku Mîr Celadet Bedirxan wefat kir, bi giranî dest avêt ziman. Lewra di-vabû valayiya Mîr Celadet bihata tijekirin. Di 1971'an de desthilatdariya Suriyê mafê hemwelatiyê jê girt. Di demên dawî de mala wî bûbû mala hemî Kurda. Ji rew?enbîran heta karkeran, ji xwendekaran heta gundiyan gi? dihatin ba wî û li wî guhdarî dikirin.

Apo Osman Sebrî di sala 1944'an de careke din zewicî û xanima wî çerkesî bû. Xwedê sê kur û du keç danê. Navê kuran Ho?eng, Ho?în û Heval, navê keçan Hingîr û Hêvî nin.

Apo Osman herdem dilnizm, rastgo, mêvanperwer û çalak bû. Tu car pîsî û xirabî ji dijminê xwe re jî nedikir.

Apo Osman roja du?emê, di 11'ê Cotmeha 1993'an de, pi?tî nîvro li ?amê çû ser dilovaniya Xwedê. Di goristana gundê Berkevirê de wî ve?artin. Ev gund girêdayî navça Dirbêsiyê ye. Ji sînorê Tirkiyê 15 km. dûr e.*

amadekar: ciwan post
Î. O
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik