kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,

Meyan Xatûn (1874-1957)


















Meyan Xatûn Qîza Evdî Beg e. Evdî Beg birayê Mîr Hisên Beg yê biçûke. Di serdema ku mîr Hisên Beg ji hêla Osmanyanve hatibû bêerk kirin, wê demê Evdî Beg li ser giþtiya ciavaka êzdiyan mîratî dikir. Lewma jî Meyan Xatûna ku  di sala 1874 de li Baþûrê kurdistanê hatiye dinê, weke qîza mîr tê bi nav kirin. Navê dayika wê, Xomî xatûna qîza Casimê Çol Bêgê ye.

Meyan Xatûn di 18 saliya xwe de bi Elî Begê birayê mîr re dizewice. Ji xwe zewaca wê, riya dergehê mîratiyê li pêþiya wê vedike. Lewre Meyan Xatûn di qîzaniya xwe de ji bilî bedewiya xwe ne xwedan taybetmendî û rist e ku rêvebiriya gel û olekê bike. Lê çerx û pergala dîrokê li gel bûyerên civakî û cîhanî yên rojane û serdemî, rê li pê?iya wê vekir û jê re li hev anî ku ew tevî kofiya xwe 45 salan bi giþtî li ser textê mîratiyê rûne! Mirov dikare bibêje ku di jiyana Meyan Xatûn a 45 salên Mîratiyê de, gava yekemîn a berbe revebirî û mîratiyê hatiye avêtin, bi zewaca wê ya bi Elî Bêg re dest pê kir. Her çendî ev yek ji destpêkê de bi zanebûn nehatibe plan kirin jî, zewaca Meyan Xatûn ya ku bi Elî Beg re çêbû, di nava pêvajoyê de gohartinên girîng di kesayeta wê de afirand, da ku di salên piþt re bikaribe tevgêr û tevdîra mîratiyê bi rêve bibe.

Bi taybet di sla 1892 de dema ku Elî Beg ji bo bakurê Kurdistan hate nefî (Sirgun) kirin û sê salên nefiyê li Sêwasê derbaz kir, xatûna wî ya ciwan Meyan xatûn jî li kêleka wî bû û êþ û janên wî vêre parve dikir. Di wê heyamê de pêwendiyên Elî Beg yên li gel efserê (subay) Osmanyan ê bi navê Sadiq Damlucî, bû sedema ku Elî Beg bi alîkaiya efserê Osmanî careke din vegere ser axa bav û kalên xwe, textê mîratiyê bigre destê xwe û li ser kursiya zêrîn a mîratiyê rûne û hemû qezenc û destkeftiyên perestgeh, xêr û xêratê ziyaretên êzdiya bixwe. Di salên nefiyê de her çendî ku bayê xerîbiyê kezeb û hinavê Meyan xatûn þewitandibe jî, lê wê di hêla erka rêvebiriyê de ezmûneke baþ bi dest xist û li gel  ji nûve qezenc kirina mîratiyê ew baþ tima  kir. Lewre li gel þer û êriþên hundir û ji derve yên bira, pismam û dijminan  yên gelek dijwar, wê dîsa jî textê mîratiyê ji destê xwe berneda û ciyê xwe parast.

Nakokiyên malbatî, þer û têkoþîna li gel gelek dek û dolabên navxweyî ku li ser tac û textê mîratiyê dihat meþandin dibû sedema kuþtina gelek mirovan û bandoreke gelekî xirab li tevayiya civaka êzdî dikir. Em ji rastiya dîrokê fêr dibin ku, þer û nakokiyên navxweyî bûye egera ku gelek firsendên hundur û ji derve çêbûne yên dîrokî ji dest werin berdan.

Di destpêka sala 1913 de þevekê ku mezinê eþîra Dostikya Safir axa li Baedrê mêvaniya Elî begê kir, wê þevê Elî Beg di nav ciyên xwe de bi kuþtineke biþik û guman hate kuþtin. Piþtî ku di destpêka sala 1913 de Elî beg bi kuþtineke biþik û guman jiyana xwe ji dest da, heta ku lawê wî Seîd Beg mezin bû û li ciyê wî li ser textê mîrîtiyê rûniþt, Meyan Xatûnê li dewsa mêrê xwe mîratî kir û tola Elî Beg rakir. Di wan salan de, þerê hêzên bermayên dewleta Osmanî, yê hikûmeta Iraqê ya navendî û Birîtanya bi hev re li ser herêmê dihat meþandin. Di salên þerê cîhanê yê yekem de, civaka êzdî bi giþtî di vê çembera cercera hêzên navê wan hatin zimên de dihat gûvaþtin.

Li gel þer û êrîþên ji derve, nakokî û rewþa hundir a aloz serêþiyake mezin bû ji bo Meyan Xatûna jinebî. Ji ber ku birayê wê yê bi navê Simaîl beg ku 14 salan ji Meyan xatûn biçûktir bû. Piþtî rojbûna Simaîl Beg bavê wî Evdî Beg çû ser dilovaniya xwe û sê sal þûn de dayika wî jî jiyana xwe ji dest da. Bi vî awayî Simaîlê sêwî bi destê xuþka xwe hate xwedan kirin. Lê ew niha gelek mezin bibû, weke ku di kuþtina Elî Beg de þik û guman diçûn ser wî, niha jî doza mîrata mîratiyê, xêr û xêratên perestgeh û Tawisê dikir. Ev yek jî dibû sedema dek û dolab û pevçûnan di nava malabata Mîra de. Jî hêlekê de Hemoyê þero û ji hêla din de Dawidê Dêwid ku malmezinên êzdiya yên di wê demê de her zêde li pêþ bûn û  li þengalê doza meznatiyê dikirin û li ber Meyan Xatûn serî ne di çemandin, wê rewþa binakok û zahmet bi giþtî di aliyê rêvebiriyê de ber li pêþiya Meyan xatûn pahin dikir û barê wê girantir dikir.

Meyan xatûn mînakeke herî li pêþ û balkêþ bû di nava civaka êzdî de. Li gel ku neçûbû dibistanê û bê xwendin û nivisandin bû jî, Meyan Xatûn rojeva cîhanê diþopand û di derbarê gohartinên cîhanê de têgihîþtî bû. Li ser vê zanebûnê bi dîplomatên Birîtanî û yên wekî din re karê dîplomasî û hevdîtinan jî dimeþand û bi rêve dibir. Yekemîn car bû ku di nava civaka êzdî de jinek ewqas derdiket pêþ. Bi qasî ku em ji çavkaniyên dîrokî fêr dibin; di dema Mîratiya Seîd Beg de jî, ji ber ku ew di hêla rêvebiryê de kesayetekî sist û jar bû û ji heqê mîratiyê dernediket û zêde reng û dirvê mîratiyê vênediket, ya ku di piþt perdê de mîratî dikir û zîn û zengûyên mîratiyê di dest de, dîsa dayika wî Meyan xatûn bû. Antropologê ji Chiagago ê bi navê Henry Field ku di Hezîrana 1934'an de Baedrê ziyaret kir di derbarê Meyan xatûn de weha dibêjê: Di demeke ku piþtî þîva êvarî me bi Seîd  Beg û kebaniya wî Wensa re sohbet dikir, di wê qaskê de dayika Mîr a bi navê Meyan Xatûn kete hundur. Hatina dayika mîr ji hêlekê de em þaþ kirin, ji hêla din de em kêfxweþ kirin. Jineke bejin dirêj, li hev hatî û bedew bû. Bi þaleke nola ya rahîbeyan xwe pêça bû, tenê ruyê wê xuya dikir. Kitana ku di ser serê xwe re avêtibû û li dor qirika xwe gerandibû, bi fitlonek heta ser piþta wê dadiket. Me di awirên wê yên tûj û cemidî de fam dikir ku biþik li me temaþe dike…Di derbarê cîhana ji derve ve gelek pirs ji me kirin û ji bo qasikekî em dan axaftin. Di vê navberê deWensa û Mîr ku li kêleka hev rûniþtibûn, bi bêdengî û bêhelwestî li tiþtên kû di qewimîn tema?e dikirin.
Seîd Begê lawê Meyan xatûn ku heta temenê wî bû 27 sal, heft caran zewicî û ji van jinên wî sisê jê xuþkê hevbûn. Ev zewac bi giþtî li ser destûr û daxwaziya Meyan Xatûn çêdibûn û dimeþiyan. Meyan Xatûn bûkên xwe li gorî berjewendiyên malbatê dibijartin û bi vê yekê ciyê xwe bihêztir û saxlemtir dikir. Weke ku min li jor jî da diyar kirin, di sedsala 18 û 19 de kêm jînên êzdî di asta Meyan Xatûn de derketine pêþ.  

Di dema ku 28 Tîrmeha 1944'an Mîr Seîd Beg li Hotela Kewkeb El þarq a li bajarê Mûsil jiyana xwe ji dest da, temenê Meyan Xatûn giyaþtibû 70 salî. Li gel ku temenê Meyan xatûn giyaþtibû heftê salî jî gotina wê hîna bi giþtî li ser ciavakê pere dikir û bi bandor bû. Lewma jî li ser daxwaz û pêþniyara Meyan xatûn Lawê Seîd Beg yê jî jina wî ya bi navê Xoxê, Tahsînê ku wê heyamê 13 salî bû li ser textê mîrîtiyê rûniþt. Heta ku Mîrê biçûk yê 13 salî Tahsîn Beg mezin bû û li ser textê xwe rûniþt, giþtiya karê mîratiyê Meyan Xatûn dimeþand. Meyan Xatûn di 31 Kanûna 1957'an de 83 sal temen kir û çû ser dilovaniya xwe.

amadekar:ciwan post
Î.O
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik