Ibrahim Osman:
ZIMANÊN BIYANÎ JI KURDÎ SÎRINTIRIN..!
Gazina me do ji dijminan bû, îro ji me bi xwe ye. Yên îro dibin destikê asimilasiyon û otoasimilasiyonê Kurd bixwene. Yên ku dara bin xwe dibirin, mala xwe xerab dikin û nirxên xwe ji dijminan re pêskês dikin Kurd bixwe ne. Qet guman nîne ku zimanên bazarê yên biyanîne, lewma jî Kurd wan di ser zimanên xwe re digirin.
Sosret e ku civakek ewqas ji zimanê xwe bireve û qîmeta zimanê xwe negire!
Beriya niha me digot dijmin rê nade ku em bi zimanê xwe perwerde bibin ûhw. Lê îro em ê çi bibêjin gelos Ka binêrin bê çend Kurd rojane bi Kurdî dijîn? Ji kadroyên siyasî heta bi xebatkaran tev bi zimanên biyanî dipeyivin. Hinek ji wan zimanê xwar dikin û xweliyê li xwe dikin ku bi ser de xwe bi zimanê biyaniyan qure û paya dikin. Herin Komele û ofîsên partiyan hûnê matmayî bibin. Li dîwaran afîsên qaso kampanyayên zimanê Kurdî ku li ser nivisîne''Zimanê me hebûn û rûmeta me ye'' hatine nivisandin bi dardene. Lê axaftin bi Tirkî ye. Hûn dibêjin qey hûn çûne Konsuloseke Tirkan. Ji ber ku zimanê li nav partiyan yê rojane ne Kurdî ye. Ji xwe yên Bakur''Heval ben Kurtçe kendimi ifade edemîyorum, ondan dolayi Türkçe konusuyorum''. (Heval ez nikarim bi Kurdî xwe îfade bikim lewam bi zimanê Tirkî dipeyivim) De îjar xweziya Tirekiya wan jî Tirkî bûna!?
Hinek ev sî salin di nav partiyan de ne, serok û rêberin. Lêbelê hîna fêrî 30 peyvên Kurdî nebûne. Doza ziman û çand derxistine pês ya netewî, lê çar kesên bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin nînin! Ji bo pirtûkên bi zimanên biyanî bi hezaran dolar tên xerc kirin, lê pirtûkên Kurdî nayên çapkirin.
Eger halê partî û rêxistinan ev be, ma emê gazinan ji kê bikin.
Tekosîna hemdem ya gelê Kurd ku di van 30 salên dawiyê de bi kedeke mezin hat me?andin, bi qasî dihat xwestin li gel aliyê polîtîk û rêxistinî têkosîna çand û ziman neda mesandin. Hîna di destpêkê de dihat gotin ku: ''xebata ji bo ziman ne girînge. Di bin nîrê dagirkerî de ziman pês nakeve. Yên girîngiyê didin ziman reformîst û tirsonekin!'' Di bin navê '' Berê serxwebûn û azadî, pist re jî soresa çand û ziman.'' Lewma jî ev aliyê têkosinê girîng û bingehîn lawaz ma û îro jî lawaz dimîne. Yên ku ev sî salin rêberiya civakê ya siyasî û rêxistinî dikin, wan bi xwe qîmet nedane zimanê xwe. Ji serok û rebêran heta bi fermandar û mîlîtanan gelo çend kes fêrî xwendin û nivisandina zimanê Kurdî bûn, ji zimanê xwe hez kirin û dane hezkirin?
Wê çend kes vê gotarê bixwînin û reaksiyon raber bikin ne diyare. Lê ya diyar ew e ku kêm kesê bixwînin. Ji ber çi? Ji ber ku eger hejmara kurdan li cîhanê 40 mîlyon be jî, kesên ku bi zimanê xwe yê Kurdî bixwînin û binivisînin belkî hejmara wan nagihîje 4 hezaran jî.
Lewma dibêjim; ''Gelo dibe ku hin kes yan derdor vê gotarê bixwînin û aciz bibin?''
Xweziya!
Ji xêra xweziyan re bira di radeyeke berkeftî de bihata xwendin, ez razîbûm ku min bi hezaran rexnebersifên tund wergirtana. Qene dema min gotara xwe binivisîba minê hesabê girseyek xwendevanên zimanê Kurdî bikiraya. Mixabin yên ku bi kurdî dixwînin ji hejmara çend tiliyên destan derbas nabin.
Dema ku em li rewsa rojname, kovar û malperên Kudî binêrin her tist bi hêsayi derdikeve holê. Em ji bo demekê Rojhilat, Ba?ûr û Basûrêrojava bidin aliyekî, tenê li ser Bakur bifikirin. Binêrin li gorî tê gotin li Bakurê Kurdistanê 15-20 mîlyonî kurd dijîn. Ev 30 sale ku têkosîna azadiyê tê mesandin û berdêlên gelekî mezin hatin dayin û hîn jî tên dayin. De ka binêrin bê yekemîn rojnameya Kurdî ya rojane Azadiya Welat ku li Bakurê Kurdistan dertê rojê çiqas difrose? Bi qasî ku em jê agahdarin ev hejmar nagihîje 5 hezaran. Ji bo gelê kurd ciyê rûresî, serm û sosretê ye ev yek. Kovar jî wisa. Kîjan wesanxaneyê pirtûkên Kurdî wesandibin zerar kiriye û dev jê berdaye. Niha bi dehan pirtûkê kurdî amadene lê ti wesanxaneyên ku bi wesînin peyda nabin. Qaso nîvê tekosînê çand û zimane!
ibrahimosman@hotmail.de
Eger hûn dibêjin na, wê demê vê nivîsê bixwînin û nêrînên xwe binivisînin. Hûn îdîa û rexneyên min tund û sas dibînin, wê demê hûn bersivê bidin pirsên min.
Ji ber ku mejiyê zimanê Kurdi nehatî afirandin, ziman li ber lingan diçe.
Îro li her ciyê we mereq kir û xwest, dagerin malên kurda. Eger Kurdperwerbe ya na, qet ferq nake. Binêrin bê kurd li kîjan Tv'yan gohdarî dikin. Li kolanan dema du Kurd tên cem hev gohdariya wan bikin, binêrin bê zimanê dîaloga navbera wan kîjane. Yan Tirkî, Erebî, Farisî, Almanî, Ingilîzi yan jî zimanekî cûdaye. Lê ne bi Kurdi ye.
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3
Mûzîk-4