kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4


ciwanpost@hotmail.com

Besucherstatistik
Kamran Simo Hedilî:    Ez û evîn











Tawan û berpirsiyariya evîndaran nîne. Gazinan ji min nekin. Di vê bihushta agir de tawanê min jî nine. Evîndar bê erkin jî. Evîn bêdem û bêwext li deriyê evîndaran dixe. Dem û cih nas nake. Evîn bênavnîshan e. Çi dema bixwaze tê pêshberî evîndaran û wan bi xwe re dibe. Evîn nakeve nav çarçova tu qanûnan û dîliyê nepejirîne. Nikare xwe veshêre jî.

Mirov dikarê fêrî pir tishtan bibe. Fêrî dersekê, zanistekê, ekoleke felsefî, berhemeke çandî, rêzike helbestî, qasîdeke xwesh, teknikekî û pîsheyekî. Weke van pir tisht hene ku mirov dikare fêr bibe. Lê mirov nikarê fêrî ji bîrkirina evînê bibe.  
Evîn ne tishtekî nû ye, di jiyana herkesî de evîn heye û herkesî evînê naskiriye. Çi di asta herî jor de be an jî di asta herî jêr de be... Bi jana giran û êsha zirav an jî bi hin hesretên demî û pisht re bi shadî evîndar digêhêjin hev. An evîna xweshik naskirine, an jî ya kirêt. Bi fedakariya herdu aliyan an bi fedakariya aliyekî û xiyaneta aliyê din. Bi çi aweyî dibe bila bibe herkesî evîn nas kiriye. Gelek curên evînê hene. Evîna ku ez di nav xwe de fetisadim û di nav jan û kovanan de gerandim ez ji min sitandim û birim. Pê?î min nedizanî bû kîjan curê evînê ye. Tshishtê min hîs dikir, tishtê pêwîstiya min pê heyî, ez tî yê wê bûm, ew jî evîna veshartî bû. Tu deman bê evîn nemam. Lê tu deman jî ez li ber deriyê xoshewîstê nerûnishtim û negiriyam. Min her demê evîna xwe ya din di ser evîna wê re didît. Min xwe ji van hestan her demê dûr digirt. Min rojekê an carekê destên dildara xwe nekirin nav destên xwe û çokên xwe neda çokên wê û min ne got, "ez ji te hez dikim." Min eniya xwe ne danî ser eniya wê û bi çavên xunavgirtî li çavên wê min nenêrî. Li bin awirên stêran em herdu li ser çokan nerûni?tin û li ser pîroziya evînê me sond nexwar. Peyman bi maça pêshî me muhur nekir. Min ev bi tu keç û jinekan re jî nekir. Min ji wan re jî negot, ''ez ji te hez dikim.''

   Ez nizanim gelo min xwe layîqî evînê ne didît? An jî min evîn layîqî xwe ne didît? Raman û hestên min sinorên mantiqê derbas dikirin. Ji ber ku min bi aqilê xwe di dîtina tishtên din de li      evînê dinêrî, pir zehmet bû ku evîndar min fêhm bikin. Hemû evîndaran aqilê min kêm didîtin. Lê min zanîbû çi ye? Ji bo çi ye? Û dê çi bibe? Di hemû jiyana min de, heta li bihara ku ciwaniya min li lûtika herî bilind û giyanê ciwaniya min di asta dînîtiyê de bû jî, min pirtûk ji evîndarê, raman ji helbestê, felsefe ji hestan, serhildan ji mal avakirinê bashtir didît. Min kovan û tahliya ji bo azadiyê ji çêja shîrîniya bindestiyê, hezkirina hemfikirî ji hezkirina dilovanî, lêdana di ber maf de ji mizdana destên yarê, xemgîniya li çol, çiya û li biyaniyê ji shadiya li ber deriyê serdestan xweshtir didît. Min naskirin ji pesindanê, têgihishtin ji perestinê, bashbûn ji sipehîtiyê, peyv ji maçkirinê, rê nîshandan ji çîrokan çêtir didîtin. Gelek tisht ji tishtên ku min nedidîtin, dibe ku ji tishtên min didîtin çêtirbûn jî, lê min ên xwe hê bashtir û hêjatir didîtin û hê jî wisa dibînim. 

  Evîna min wekî marê ku kalanê (kirasê xwe) xwe biguhêrê, kalanê xwe diguhêrî û ez dikishandime nav deryaya xwe. Li dema ji hemû wextan wêdetir, dema geliyê siya evîna min tiji evîn dibû. Li dema dirandina kefen, evîn dipishkivî. Mirin diherikî jiyanê. Li kûrahiya bêdeng, li tenetiya daristanan, li çiyayên ku dîrok di wan de veshartî, li tirsa nawîsan shîn dibû shadiya evîna min. Li welatê bê sinor, welatê li pash sinorên hemû çexan li paytexta dil mezin dibû.

  Evîna min bîranîna zarokiyê ya paqij weke bîranîna kevok û hecheckên ku min di mal de xwedî dikirin e. Giyanê min bi evînê germ, zelal, kamran bi shadî li seyrana ê? û hêviyê bû.      Lê pirên caran, hewes, shehwet û evîn tevlîhev dibû, di vê meshê de. Hewes  dibû wênê yê evînê û xwe weke wê dida nîshandan. Ez carnan diketim dudiliya ji hev derxistina evîn, shehwet û hewesê. Carnan hewes li ber çavên min dibû evîn. Carnan shehwetê cihê evîn û hewesê digirt. Pishtî salên dirêj min ev ji hev derxistin. Ya ku bi nêzîkiyê re rayên wê kûr dibûn, barê wê giran dibû û bi mezinatî (azamet) dihate dîtin, ew bû evîn. Evîn berhemê hevpariya shadî û kovana ye. Di evînê de dostaniya hêja, xweshikiya estetîkî û wefadarî heye.

Ya ku bi nêzîkbûnê re biçûk dibû, rûmet winda dikir ji nirx diket û di nav dirêjiya salan de hatî ji bîr kirin, ew bû shehwet.

Gelek caran ez li peyî hewesa xwe çûm û pisht re min fêhmkir ku ew tishtê ez li peyî çûme ne evîn e. Ji ber ku dema pêwîstî bi cih dihat û pê ve daxwaza li peyî çûnê nedima. Hewes, berhemê nezanîn û dozînê ye.

  Lê sal li ber lehiya evîna min weke avê herikîn û çûn. Van salên bi ken û girî ez anîme heta vir. Bi bawerî min riya xwe domand. Min xiyanet bi xwe re nekir. Hinekî sekinîm û nezîvirîm. Bi nezîvirîna xwe ez ji xwe hez dikim. Ez pesinê xwe bi vê yekê didim. Sekinîm lê ne xeyidîm, poshman nebûm û ne tirsiyam. Ji riya xwe derneketim, tenê rawestam. Rawestandin û neçûna li ber her bayî derûniya felsefa min e.

  Ez ji evîndarên serhishk im. Ez nebûm ji wan kesên bi shevê diz, virek û haramxwar, bi roj derwêsh û sofî. Ez di serhishkiya evînê de ji riya Xwedê derneketim. Di vê serhishkiyê de min bi ya Xwedê kir. Xwedê dibêje, "bi tenê di evînê de serhishkiyê bike. Serhishkiya evînê sewabe û xêra wê pir e." Min ev îbadeta bi sewab heta îro kir û min ji serhishkiya xwe milîmek jî kêm nekir. Ez ji evîndarên serhishkên bêsinor û bêdawî me. Evîna min nashibe evîna hêza maqam û peran. Evîna min, evîneke ku ji xoshewîstiya evîndarê û daxwaza azadiyê pêk tê.

  Hê ez zarok bûm min çîrokeke wisa bihîstibû. shêxekî bi navê Cuneyd û mûrîdên xwe li nav bajarê Baxdayê digerin, dibînin ku leshker yekî bi sêdarê ve didaliqînin.shêx pirsa tawanê wî dike, "wî çi kiriye ku hûn wî dikujin? Serleshker bersiva shêx dide, " Ev rêbir e, vî bi shûrê xwe, serê hemû gundiyê herêma Baxdayê li ber xwe tewandi bû, hemûyan ji tirsan jê re alîkarî dikirin. Heta roja ku hate girtin jî, dev ji kushtin û rêbiriya xwe bernedabû."

Pishtî ku shêx vê bersivê digirê, diçê lingên tawanbar maç dike. Mûrîdên shêx hêrs dibin, "Tu çawa diçê lingên kujerekî maç dikî?
shêx dibêje, "ên ku heta vir di riya xwe de hatine pêwîst e ku lingên wan were maç kirin.''  Yeka din jî hebû ku gelek caran min bihîsti bû. Vê gotinê jî, ez ji gelek tishtan dûr girtim. Bê ku ez wateya naveroka wê zanibim û zanibim bê qirêjî û nepaqijiya jinan di çi de ye…
Di sekina min de û di serhishkiya evîndariya min de roleke mezin leyîst. Wisa tê gotin, "rûmeta mêr weke keçikaniya keçikê ye ku carekê lewitî careke din paqij nabe".
Ez hêvî dikim ku jin li min biburin. Ev gotin ne gotina min e û naye wê wateyê ku jin bi tenê bi keçikaniya xwe dilewitin.


Kamran Simo Hedilî

Di navbera zarokî û ciwaniyê de barana evînê li zeviya min jî barî. Weke piyên mirov di heriyê de herine xwarê, piyên min di evînê de çûne xwarê. Hin pêlavên wan herî digirin û shil dibin. Ling, serî û dilê min di shadî û shîna evînê de çûne xwarê û hem jî ji barana evînê shil bûn. Di vê gola agirê gulan de diçûme xwarê û hê diçim. Her ku ez diçûme xwarê ez dibûm evîn.