kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4


ciwanpost@hotmail.com

Besucherstatistik

                                                               
Kamran Simo Hedilî :Gumana pêsî













Bi van hevokan re bi guman êdî min li pirtûkan dinêrî. ''Çavên min tistên ku pêwîste tu çav nebînin dîtin. Odên xazê yên bi destên mihandisên zana hatin çêkirin. Zarokên bi destên bijîjkên perweda bas dîtin dihatine jehrkirin. Bebekên bi destên pîrikên perwerda dîtin dihatine kustin. Jin û pîr û kalên bi destên ciwanên lîsa û zango xwendin di hatine kustin, çavên min ev hemû dîtin. Ji bo wê ez bi guman li xwendin û perwerdê dinêrim.'' Dema min ev rêzikên yekî ku ji ordugehên Naziyan rizgarbûyî xwendin û pêde ez ji xwendina hemû corên pirtûkan tirsiyam. Û min dest bi hilbijartina pirtûkan kir. Êdî min zanîbû biqasî pirtûkên ku xwesikiyê balav dikin yên ku jehrê balav dikin jî hene.

Carnan bê ku mirov vê jehrê bibîne mirov vedixwe. Ewqasî xwediyê pirtûkan bi zanîn jehra ramanên xwe bas vesartine ku mirov pir ne jîr be, mirov jehrê nabîne.  Min tistekî din jî fêhmkiribû, min êdî zanîbû ku pirtûkên herî ji dil jî dikarin derewan bikin. Ji tengbûna nêrîn, peyv û hevokên nivîskaran, firehiya jiyanê hemû di pirtûkan de cih nagire. Di pirtûkan de rastî, lewaz û yek alî tê gotin. Gelek nivîskar jiyanê bi nêrîna bîra restarî digirine dest. Hin jî, jiyanê ji weke heyî siviktir nîsan didin. Wisa dikin ji mirov re jiyan weke goka ku giraniya wê tune yî û nava wê vala ji cihekî dipekê cihekî din didine nîsandan. Ozan jî, me dikisênine nav jiyaneke xwesik fireh û cîhana xeyalan. Dîroknas ji bo rabirdû bêjin, sîsteman bêqusur didênina pêsiya me. Bi van hemûyan re jî, min fêmkirbû ku di cîhaneke bê pirtûk de ez dê bisadî najîm. Pirtûkên ku hemû tistî û hemû aliyên jiyanê li ber çavan bigirin tune ne. Ji bo wê min pirtûk hildibijartin û dixwendin.Min pirtûkên ku bêhna aqil û xwesikiyê ji wan dihatin dixwendin. Her ku xwendina pirtûkan pir dibû, ez bêdengtir û bi tenetir dibûm. Pirtûk bûbû mala min a duyem. Mala ku min cîhan lê nas dikir.

Xwendinê ez fêrî guhdarkirina hevokên mirovan dikirim. Li aliyê din têgihistina pirtûkan herika jiyanê bi min aramtir dikir. Ez ji pirtûkan têr nedibûm û îro jî hê têr nebûma. Çiqasî min dixwendin hê pirtir daxwaza xwendinê zêda dibû. Daxwazeke bê dawî, di nava min de dijenî. Min pirtûkan nexwendibana jî, min dixwast bêhna wan werê min. Ji bo çi dema ku bayê hestan di mêjiyê min de disemitî û daxwaza xwendina helbesteke, an nivîseke çêdibû li ber destên min bana pirtûk.

  Ji bo min pirtûk pêwîstiya jiyanê bûn û di jiyanê de dagirtina valahiya cihên vala bûn. Demên bêxwendina pirtûkan demên winda bûn. Hin kes demên xwe yên vala ji bo ku bikujin, an jî di demên hêrsbûnê de pirtûkan dixwînin. Lê bi rastî qet ne wisa ye. Mirov ne ji bo ku dema xwe bikujê avê vedixwe, xwarinê dixwe û hawayê distîne. Ev hemû tistên ji bo jiyanê pêwîstin. Pirtûk jî pêwîstiyeke wisa ye. Ez zanim ku bi van pêwîstiyan re dem diherike û diçe. Lê ne ji bo kustina demê ev dibin ji bo ku mirov bizanîn bijî ji bo ku mirov bi tendûrûstî bijî  ji bo têgihistina xwesikiyan fêhm bike û van hemûyan di hebûna xwe de bi mihênê dike.

  Ez zanim ku mirov bi xwendina pirtûkan bi tenê najî. Xwendin di jiyanê de besekî girîng digire. Lê her tist ne pirtûk e, jiyan ne pirtûk e, pirtûk parçekî jiyanê ye. Ne rast e ku mirov pirrengiya jiyanê nebîne û xwe di pirtûkan de zîndanî bike. Ev sêwekî ji zehmetiyên jiyanê rev e. Ez bi xwendina pirtûkan re li nav rûpelên jiyanê geriyam û hê jî ev gera min berdewam dike.


Kamran Simo Hedilî

Pistî girî û gazincên li ber lingên xwedê, serhildanên bi tirs û pirsên bê bersiv, dema fêrbûna xwendinê hat û gihiste min. Bi fêrbûna xwendinê re, min dest bi xwendina pirtûkan kir. Çi pirtûkên ku min didîtin weke mirov avê vexwê min dixwendin.