kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4


ciwanpost@hotmail.com

Besucherstatistik

Xizan Sîlan: HELBEST ÇI YE?


Min pirtûka "Helbest çi ye?" yê nivîskar û helbestvan Kamran Simo Hedilî ya li ser navê weshanxana Instituya kurdî hatiye çapkirin xwend. Pirtûk ji deh babetên cuda yên ku girêdayî helbestê ne pêk tê.



-HELBEST Û ROLA WÊ YA
-DI PÊSXISTINA CIVATÊ DE
-HELBEST Û DANASÎNA WÊ
-HELBEST Û ZIMAN
-HELBEST Û ÎLHAM
-HELBEST Û HISYARIYA HEVPAR
-HELBEST Û HESTÊN AZADIYÊ
-HELBEST Û HELBESTVAN
-HELBEST Û WERGER
-HELBEST Û SEMBOL
-HELBEST Û FELSEFE











Ez ê li ser hin mijarên pirtûkê bi kurtî çend gotinan bêjim û mînakan jî ji pirtûka hêja bigrim û diyarî we xwendevanan bikim.

Di besha "helbest û rola wê ya di pêshxistina civakê de" Kamran Simo, di jiyana mirov û civatan de helbestê çawa roleke mezin leyistiyê û bandoreke çawa li ser zanîn, pêshxistin û têgihêshtina mirovan çêkiriyê bi zimanekî zelal peyvan li ashê dema wêran dihêre, dihûne û tîne ziman. Dibêje; "Helbestvan, li nav baxçeya gulên rengîn li Cîhaneke xweshik, wekhevî, bê sher û kushtin, li ashtî, xoshewistî û li qenciyê digere."

Di besha "di hemû bizavên pêshketina mirovan de helbest heye" de nivîskar dibêje; heta vê gavê tishtên ku ji kevnedîrokê ketine destên me, çi nivîskî bin û çi bi devkî bin bi rêya helbestê gihîshtine me. Em van peyvên zêrîn bi xêra helbestê nas dikin, dixwînin û dibêjin. Helbestvanan weke feylezofan raman, xeyal, hest û armancên xwe bi riya helbestê anîne ziman.

Di besha "kirasê danasînan li bejna helbestê naye" de nivîskar dibêje; helbest xemla ziman e û ziman jî nasnameya gelan e. Xwedawenda vekirina hest, xeyal û zelaliya rengan e. shûrê pêshketinê û mertalê berxwedanê ye. Lê hê jî helbest neketiye nav danasîneke hemfikir. Çawa ku jiyan bi rengekî bi tenê nayê xemilandin, her wisa helbest jî nakeve nav çarçoveyeke bi tenê. Helbest, giyanê ku di nav lash de ye. Mirov nikare endamên lash ji hev cuda bike.

Di besha "rayên ziman di helbestê de ye û zimanê helbestê ne zimanê rojane ye" de helbestvan çawa hest, xeyal û ramanên xwe derbasî xwendevanên xwe dikin, zimanê ku helbest pê tê nivisandin çi bandorê li hev dikin, bi gotinên kurt û bi hevokên derûnî çawa bandora xwe zêdetir li ser mirovan dihêlin, gringiya hêza ziman, xezîna peyvan, bêyî ku sînoran nas bikin çawa xwe digihînin dilê xwendevanên Cîhanê, nivîskar bi hostatiya gotinên xwe yên watedar shirove dike. Nivîskar dibêje; di dîrokê de shêweya nivîsa pêshî ya xwe nî?an dayî helbest e. Helbest di hest û giyana mirovan de dibin mîna gul û striyên gulan.

Di besha "jêderên îlhamê hishyarî, hestdarî û zîrekiya helbestvan e" de, nivîskar dibêje; helbest xwe dide nivisandin, an helbestvan helbestê dinivisîne? Û wisa dibêje; bes îlham ne jêderê helbestê ye, ji bo helbest afirandinê ya herî giring cefa, zehmetî û zîrekiya helbestvan heye. Helbestvan dayik e û helbest jî zarokê wê ye. Û wisa berdewam dike; li gel zîrekî û zehmetkêshiya min jî, di nivîsandina helbestê de, ez ji gelek tishtan îlhamê digirim. Hema her tishtî îlham daye min. shevên tarî, rondikên çavan, evînên qeçax yên ku min nediwêrî ji çûkan re jî bêjim, bîranînên min yên serkeftî, jiyana li biyaniyê, hesreta zarok û malbata min, ev hemû ji min re bûne kaniya îlhamê. Lê ya herî zêde, evîna ku di nava min de shaxvedayî bûye jêdera îlhama helbestên min. Ev jêder dibin sedem ku hest li ser dil û mêjiyê min bishemitin. Ew tisht hestan ji xew hishyar dikin, zîrekî û zehmetiya min jî hestan digirin û dikin helbest. Helbestê, tu hêzên veshartî bi min nadin nivisandin. Ango peydakirina rîsê tevna helbestê di destê min de ye. Rêstin û li mansûr pêçan jî ez dikim û pashê jî bi kedeke mezin dihûnim. Helbestvan bi xweshikkirina zimanê helbesta xwe nirxê jê re diafirîne. Bi afirandina nirxa helbestê re xwe diafirîne. Bi afirandina xwe re helbesta xwe dike kaniya ku herkes karibe jê avê vexwe.

Di besha "bûyîna berdevka civatê û bûyîna peyva civatê erkê helbestê ye" de helbestvan çawa helbestên xwe dikin zimanê lihevparkirina pêhesîn, hest, xeyal û ramanê.. Mirovan derd û kul, serpêhatî, bîranîn, dilxweshî, êsha evîna têkçûyî û shadiyên xwe bi riya helbestê çawa li hevdu parve kirine, nivîskar bi zimanekî xwesh sherbeta shîrîn li xwendevanên xwe belav dike û dibêje; ev kesên jankêsh weke yên li pêshberî xwe xwedî êsh û shadîzan in. Ew dilên xwe bi riya helbestê ji yên pêshberî xwe re vedikin û bi vî rengî agirê shewata dilên xwe hênik dikin. Helbest, hunera ku herkes êsh û shadiyên xwe di nav de dibîne ye. Helbest, serhildana hevpariya civatê û rêkûpêkkirina civat û jînê ye. Helbestvan hem xwendevanên xwe dike hevparê kovan û shadiyên xwe û hem jî xwe dike hevparê dilxweshî û kovanên wan.

Di besha "helbest li dijî hemû xirabiyan çeka serhildana bindestan ya bi tenê ye" de nivîskar wisa dibêje; helbest hêviya rizgarî û azadiyê ye. Bandoreke ber bi çav di pêshengiya pêshxistina hestên azadiyê de heye. Civak û gelên ku helbestvaniya wan li pêsh e, hestên wan yên azadiyê jî xurt in. Helbest berxwedane ku pêshî lê nayê girtin e. Hêviya demên bêhêvitiyê, hunera nîshankirina asoya hêviya gelên ku hêviyên wan hatine shikandin e. Ji bo serkeftinê sipehîtiya kulîlka dara hinarê ye. Li vir nivîskar mînakekê ji dengê helbestvanê kurd Cigerxwîn dide;

"Bavê te çû sher, sherê li meydan
Êrîsh dibin ser Îran û Tûran
Destên xwe dan hev kurmanc û dostan
De rabe ser xwe kurê min, rabe!"

Û dîsa mînakekê ji Victor Hugo dide; "Di dinyayê de du tisht hene ku ez dixwazim û jiyanê bi min dide hezkirin, evîn û azadî ye. Di ber evînê de pêwist be ez ê jiyana xwe bidim. Lê ji bo azadiyê ez evîna xwe jî feda dikim." Nivîskar gotina xwe wisa berdewam dike; helbestvanê ku bibe shoreshgerê xwedî giyanekî xurt û li dijî mirinê serî rake, li pêshberî çerxa bêtemen ku dizivire raweste û hesab jê bipirse, ew helbestvan dê bibe pêshengê pêshvebirina jiyaneke xwesh û nemir.

Di besha "dibistana helbest nivisandinê nîne" de nivîskar dibêje; pêwîstiya helbestvan bi xwendina akedemî û zanîngeheke bash nîne. Ji ber ku ne dibistana helbestê heye û ne jî mamosteyên helbestnivisandinê hene. Ya herî giring ji bo helbestvan xwendina pirtûka ye. Roman, çîrok û kompozîsyon çawa tên nivîsandin piçek be jî mirov dikare bide zanîn û shêweya nivîsandinê bide fêhmkirin. Lê hunera helbestnivîsandinê, pêwîstiya xwe bi pir xwendin, bihîstin, dîtin û bi hîskirinê heye. Helbestvan ji her tishtên ku dixwînin, dibihîzin, dibînin û hîs dikin sûd werdigirin. Çirûskan direshînin ser xem û xeyalan û ji xewnên ramanê re pencerê vedikin.

Di besha "helbest ji pêwistî, nebûn, êsh, evîn û shadiyên helbestvan dizê" de nivîskar mînakekê ji Schopenhaur dide " Her daxwazî ji pêwistîyekê, ji nebûnekê û ji êshekê dizê" û gotina xwe wisa berdewam dike; helbesta ku ji raman û hestên afirîner derkeve, hesaban ji tu kesî nake. Rastiya helbestê di hostatiya form, estetîk û hûnandina raman, hest û xeyalên helbestvan de ye. Ji bo helbesteke bash were nivîsandin, divê helbestvan li dengê hawar û fîxanên ku ji kûrahiya nava dilê wan tê guhdar bikin, da ku ev deng ji wan re bêje "binivîse ya nava dilê xwe". Nivîskar li vir mînakekê dîsa ji Victor Hugo dide "Ji berdêla ku dê ji helbesteke min a nebash re çepik lê bikevin, bila ji helbesta min a bash re fîtik lê bikevin çêtir e". Û wisa berdewam dike; helbesta ku ji kûrahiya dil û ji bîranînan tê dibe helbesta bash. Gelek helbestvanên navdar di helbestên xwe de behsa xwe û evîna xwe kirine. Wan daxwazên xwe, xem û xeyalên xwe bi zimanekî helbestwarî anîne ziman. Helbestvan rastî û xeyalê taswîr dike, shirove dike û dixe nav çarçoveyeke rengdar. Bi vî shêweya rêstinê çêj û lezetê dide xwendevanan û giyanê wan tîne coshê.

Di besha "helbestvan nêçîrvanên cuda ne, her yek ji wan li cîhekî nêçîrê dike" de nivîskar wisa dibêje; em bi çavên cuda li helbestê dinêrin, ji ber ku em hemû helbestê ji hev cuda fêhm dikin. Em nêçîrvanên cuda ne, her yek ji me li cîhekî nêçîrê dike. Li cihên cuda, ji kaniyên cuda em avê vedixwin. Em di bin shînahiya asîmanekê de ne, lê hin ji me mandû, hin ji me serxwesh, hin ji me evîndar, hin ji me di bin siya tirs û birçîbûnê de li asîman dinêrin. Ji ber wê hin ji me asîman shîn, hinek ji me sor û hinek jî bêreng dibînin. Li gor hinan helbest xoshewîstiya bi evîndaran re ye û henasa jyanê ye. Li gor hinan helbest sherbika rondikên çavên wan e, dîrok e, evîn e, azadî ye, sher û cosha ciwaniyê ye. Ji bo wê her xwedevan bi çavekî cuda helbestê dixwîne. Di helbestê de rengên ji hev cuda dibînin û jê çêjên cuda digirin.

Di besha "zimanê sembolan ji zimanê peyvê kevintir e" de nivîskar,  di helbestê de cihê sembolan çi ye, bi çi mebestê sembol û îsharet têne bikaranîn û di dîroka danasîna helbestê de çawa cihekî girîng girtiyê, wisa tine ziman; eger mirov bala xwe  bide mirovên ku diaxifin, dê bibînin ku bi axaftina peyvan re pir caran dest, çav û rû li kêleka peyvan para xwe xistine axaftinê. Zimanê nîshan û sembolan girîng e. Mirovên berê, dema li ser zinaran wêne çêdikirin sembol bûn. Bi wan wêneyan, xwe ji metirsiyan rizgar dikirin û bi wan wêneyan baweriya xwe dianîn ziman. Ji bo vê mirov bi zimanê nivîsê re, zimanê sembol û nîshanan bikartîne û derbirîna xwe a hunerî pê dixemilîne. Ev jî hunermendiya herî bilind e ku helbestvan bikartînin. Baweriyeke helbestvan bi tenê heye, ew jî bi sembolan destpêkirina tevgera xweshikiya helbestê ye. Ji bo xweshikkirina helbestê pêshî li rês û forma hûnandinê dinêre. Çiqas kar li ser were kirin û çiqas bi zehmetî hatibe hûnandin, ewqasî helbest sipehîtir dibe. Nivîskar mînakekê ji Leandr dide; "helbest henasa sipehîtiyê ye" û dibêje; ev jî bi xweshikkirina sembolan dibe. Sembol meqiyajkirina rengan û xweshikkirina dengan e.

Di besha "helbest û felsefe" de nivîskar dibêje; helbest û felsefe hevalên rêwîtiya dîrokê ne. Di felsefê de aqil,mantiq derdikeve pêsh, lê di helbestê de hest derdikevin pêsh. Mantiq bêyî hest bi tena sere xwe kor e, hest jî bêyî aqil bi tena sere xwe lal e. Lewra herdu jî bi hev re dimeshin. Herdu jî di noqteya gishtî de li zanîna tishtan, sedem û mebestan dinêrin. Helbest strana dil e û felsefe jî ya aqil e. Helbest û felsefe du cureyên têgihîshtinên cuda ne. Yek nave beshekî hunerê ye, ya din nave fikirkirina bi pergal û zanîsta gishtî ye. Di helbestê de huner li pêsh be jî, di gelek helbestên hin helbestvanan de felsefe xwe derdixe pêsh. An jî huner û felsefe bi hev re di nav helbestên wan de dimeshin. Di afirandinê de tishtên ku helbestvan dijî, feylezof di kûrahiya bîra ramanê de difikire. Helbestvan feylezofê hest, xeyal, xewn û ramanên xwe ye. Feylezof jî helbestvanê çîroka gerdûna ku em tê de dijîn e. Helbestvan bi dengekî bilind dike qîreqîr, qêrîn geh hawara serhildanê ye, geh gaziya cejn û shahiyê ye, an jî bi girîn û gazincan daxwaza xwe tîne ziman. Lê karê herduyan jî felsefeya jiyanê ye. Helbestvan kesê ku li nav keftelefta bi nefsa xwe re ye. Nivîskar li vir mînakekê ji Schiller dide; "mirovên azad dirûvên Yezdanan didin û mirovên ku nefsa xwe kushtine azad dibin" û gotina xwe wisa didomîne; bi rastî mirovên ku ji dîlîtiya nefsa xwe rizgar bûn î û di riya mantiqê de dimeshin azad in.

Nivîskar di dawiya gotina xwe de bi kurtî wisa dibêje; di hemû tishtên aqil afirandî de helbest heye.

Ev pirtûka helbestvanê hêja bi hûnandina peyv û hevokên xwe yên zelal û dagirtî mîna xumxuma ava çemên sar li ser hestên lashê giyana mirovan bi zimanekî xwesh diherikîne. Bi hêviya ku helbestvan, wêjevan û lêkolîner vê pirtûkê bigirin, bixwînin, binirxînin û dîtinên xwe bêjin.
Bila destên nivîskarê me yê hêja Kamran Simo Hedilî xwesh be û di karê xwe de serkeftî be.

Xizan Shîlan
2009-10-28
Stockholm