Ibrahim OSMAN
:
NAMEYEK VEKIRÎ JI HOZAN BRADER RE
Min do di çapemeniya kurdî de nûçeyek xwend ku hûn çûne Kurdistanê û li ser bûyera kustina keça Êzdî Dua, Clîpekê çêdikin. Ya rastî, kesên ku bi hesasyetên civakî nizanbin dibe dema ku vê nûçeyê bixwînin destpêkê bibêjin; Hozan Brader di sert û mercên ewqas zahmet de karekî pîroz dike. Lê ne wisaye hozanê delal! Rastî ne wisaye bira! Karê ku niha tu dike tenê dikare zirarê bide kurda û taybet Êzdiyan. Ezê sedemên wê yekê hinekî ji te re rave bikim.
Destpêkê dixwazim ji cenabê te re ragihînim ku; ez bi hemû dilsoziya xwe hêvîdikim ku ev nûçe ne rast be. Lewra weke te sê kesên hemwelatiyên Siwîsre jî ku dudu jê bi eslê xwe kurdê Basûrin, bi pistgiriya hikûmetên Siwîsre û ya Basûrê Kurdistan beriya tevkujiya Sengalê çûbûn herêmê û dest bi çêkirina du fîlmên bûyera Dua kiribûn. Xebatên wan niha giyastine kîjan astê ez jê ne agahdarim.
Dibe ku hûn ji hinek bûyeran bas ne agahdar bin, ez li vê derê dixwazim bi kurtyî be jî bi bîra we bînim. Binêrin di dest me de delîl û ispat hene û em dikarin her dem ji we re bi çesipînin ku di bûyera kustina keça Êzdî Dua yê de, destê hinek pesmergeyên Misliman û çend xortên girêdayî wan yên Êzdî, ji bo ku vê rûresiyê bînin serê êzdiyan dirav wergirtine, hene. Her çiqas rewsenbîrên kurd yên misliman bi yek dengî, bi vê buyerê re Êzdî tev gunehkar kirin û Êzdî kirin hedefa mislimana jî, ti pêwendiya Êzdiyan bi vê bûyera hovane re tinebû. Ji xwe hîna di roja destpêka bûyerê de hemû besên civaka Êzdî ji heyeta rûhanî heta bi rewsenbîr û rêxistinên Êzdiyan, tevan helwesta xwe pirr vekirî ji rayagistî re diyar kirin û ew kustin sermezar kirin. Di heman demê de ji raya gistî re ragihandin ku ti pêwendiya bûyereke wisa hovane bi ola Êzdî û Êzdiyatiyê re nîne. Lê li gel vê jî, dîsa Êzdî bûn hedefa mislimanên fanatîk yên dijminên gelê kurd. Rewsenbîrên kurd yên misliman di quncikên xwe de nivisandin û Êzdî teshîr kirin û Meleyan jî bi heman sêwazî li mizgeftan qetla Êzdiyan helal kirin. Pist re 25 Êzdiyên bê guneh roja 24 Nîsana 2007'an li Musil hatin qetilkirin.
Divê were zanîn ku, perda li ser tevkujiya Musil hîna bi temamî ranebûye. Lewra hinek guman ji cîgirê waliyê Musil Xisro Goran hene, ku tiliya wî û esîra wî di komkujiyê Mûsilê de heye.
Erîsan dewam kir, xwendevanên Êzdiyan ji sedema erîsan unîwersîte terikandin. Karkerên êzdiyan li Zaxo, Silêmanî û Hewlêrê bi erîsên mislimanan re rû bi rû man, ji kar hatin derxistin û Ezdî ji meha Nîsanê û virve bi temamî ji bajaran qut bûn. Ambargo li ser Êzdiyan hat mesandin, ne hikûmeta Irakê û ne ya Kurdistanê pistgirî nedan Êzdiyan. Pist re çi bû? Komkujiya gundê Tilezêr û Sîba Sêx Xidir qewimî. Encam 800 qurbanî û bi qasî wan birîndar.
Em dest ji fermanên ku berê li ser Êzdiyan hatine mesandin yên Pasayê kore, Osmaniyan û Bedirxaniyan berdin. Gelo tuyê bikaribe clîpa tevkujiya Sengalê jî çêke? Hûnê bikaribin awirên sîrmija yên ku dev di pêsîrên dayikan de can dane, jinên ku bedenên wan perçe perçe bûne lê dest ji zarokên xwe bernedane bînin ser ekran û perdeyên spî? Hûnê bikaribin hest, hêvî û awirên dawiyê ji yên 25 Êzdiyên bê guneh ku roj li nava rojê li navenda bajarê Musil hatin qetilkirin bînin ser ekranê?
Di van çar salên dawiyê de li Iraqê bi sedan xortên Êzdiyan ji hêla hêzên terorîst ve bi kêr û satoran hatin serjêkirin. Terorîstan buyerên serjêkirinê bi kamerayan diksandin, dikirin CD'î û weke diyarî ji dê û bavên wan re disandin. Eger tu bixwaze ez dikarim çend heb ji van CD yan ji te re bisînim. Gelo tuyê bikaribe wan jî bike Clîp û bîne ser ekranê?
Binêre, weke xetên sor hesasyetên civakî hene û pêwîste ku ev ji hêla hûnermend û rewsenbîrên ku bi civakê re û bûyerên civakî re pêwendarin ve bas bêne zanîn. Hema ez di destpêkê de bibêjim.; yên ku xwe weke kurdên welatparêz dibînin, yan di çêkirina van fîlm û clîpan de cih digrtin yan jî pistgirî didin, yan ew rewsa Êzdiyan û hesasyetên wan naznakin jê re biyanîne, yan jî kesên xêrnexwaz û dijminên gelê kurdin. Lewra ev xebata wan wê rê li ber tevkujiyake din yan Êzdiyan veke û wê bibe sedem ku Êzdî careke din bi cîhanê sas bêne danasîn. Ev yek jî wê berê Êzdiyan bide devereke din û wan hinekî din ji kurd û Kurdistanê dûr bixîne. Ji xwe di roja me de hemû hewildanên dijminan, bi taybet yên dewleta Tirk û sovenîzma Ereb ji vê bonêne. Ew dixwazin nakokiyên olî kûr û zindî bikin dakû Êzdiyên ku li Basûrê Kurdistan hejmara wan li dora 800 hezar heta milyonekêne ji kurdan qut bikin. Ev yek ji bo dijmin gelekî girînge. Ji ber ku li Basûr hejmara kuirdan bi gistî 4 milyone û ji çara yek Êzdîne. Eger ew Êzdiyan ji Kurdistanê qut bikin ev ji bo wan serkeftina herî mezine.
Ez weke rewsenbîrekî Kurdê Êzdî, çêkirina Clîp û fîlman li ser bûyera keça Êzdî ji hêla Kurdên Misliman ve, weke mesandina besek ji komploya li dijî kurdên Êzdî tê mesandin dibînim. Çêkirina van flîm û clîpan ji bilî zerarê tistekî nade kurdan.
Rêzdar Brader; ma li tevayiya welatên misliman jin di çi rewsê de ne qey tu nizane gelo? Tu pê nashese ku rojê li van welatên mijara gotinê çend jin tên kustin û recim kirin? Gelo ma tu dizane ku li Iranê dema ji hêla dewletê de biryara bi dardekirina keçên 14 salî tê dayin, ji bo bi qîzanî neçin dinya din (ku ew vê yekê guneh dibînin) destpêkê pastarek tecawiz dike û bist re bi darde dikin? Erê çima clîp û fîlmên van bûyeran nayên çêkirin? Ne ku em kustina keça Êzdî Dua yê rewa dibînin. Na xêr. Berovajî, ez dibêjim her roj ewqas jin li Kurdistan û welatên misliman bi sêvazên hovane û dramatîk tên kustin, çima hûn kes bahsa wan nakin, clîp û fîlmên wan çê nakin hûn tenê ya keça Êzdî çêdikin? Lewra gelek bûyerên ji vê balkêstir hene ku hûn bikin clîp. Eger meteryal ji te re lazime, hema deh rojan li welatên misliman bigere tuyê tê ra sedan clîp meteryal berhev bike.
Min di destpêka nameya xwe de got, ez hêvîdarim ku a ji bo te hatî gotin derew be. Eger rast be divê tu tavilê dest ji xebata çêkirina clîpê Dua ber de û nebe besek ji komploya li ser kurdên Êzdî tê mesandin. Ez di wê baweriyê de me ku tuyê bi hisyarî tevbigere û di demeke nêzîk de ji raya gistî re ragihîne ku te dest ji karekî wisa berdaye. Eger na, bizanibe wê ciyê te li nav civaka Êzdî nemîne û ew hezkirina wan ya ji bo te wê wergere rik û dijberiyê.
Li gel rêz û silavên dostanî
ibrahimosman@hotmail.de
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3
Mûzîk-4