Em zêde dûr neçin. Di hilbijartina 22 Tîrmeha 2007`an de rewsa kurdan pirr bi zelalî derket holê. Binêrin, li gel ku namzetên kurd yên serbixwe di bin navê ``Namzetên Hezar hêvî`` de tevlî hilbijartinan bûn, kurdên bakurê Kurdistanê bi pirranî dengê xwe dan kîjan partiyê? AKP. Gelo ma kes heye ku nizane AKP partiyeke misliman, statikoperest, dewletperest û nijadperest e. Kes ji kurdan heye ku nizane partiya AKP`ê dijminê gelê kurd e? Yê ku li Batman, Amed û gelek deverên kurdistanê ferman da ku jin û zarokên kurda werin kustin kî bû? Bê guman, Serokê partiya AKP`ê Recep Tayyîp Erdogan bû. Yê ku mîna yên berî xwe dibêje; Yek al, yek milet û yek ziman ne Erdogan e? Belê. Base ma ti kes heye ku nizanibe wateya yek al, yek ziman û yek miletî, inkar û tinekirina gelê kurd e. Zanin, lê xwe li nezanî datînin.