









Nivîs û lêkolîna mijara gotinê bi derengîbe jî di nav Êzdiyên diyaspora de deng veda û bi xwe re gelek reaksiyonên bê wate derxistin holê. Ez dikarim bibêjim ku ev 15 rojin li civat, sîn û sahiyên Êzdiyan bi gistî ev mijar tê gengesîkirin û fena orkestira nezana her hinek meqamekî lêdixin û radibin li gor hestên xwe tistekî lê dikin û kes gohadariya yê din nake. Ji xwe hemû civîn û gengesiyên civaka me ji ber ku her kes ji cem xwe diaxave, dibe nola girara gavana. Eger li civatekê çil mirov hebin gis bi hev re diaxavin û gohdariya hev nakin. Li gel ku pirraniya kesên ku mijarê nîqas dikin nivîs nexwendine û haya wan ji naverok û peyama nivîsê nîne jî, radibin û rûdinên ji ber hesûdî, dixesî û çavnebariyê dev diavêjin Sosyologê Êzdî Azad Baris û wî weke gunehkar didin nîsandan. Bi vê tenê jî namînin, destdirêjiyan li kesayet û malbata wî dikin. Heta hinek kesên qure û pivik (lê dema ku tê û diqewime dibin xwe de berdidin jî) fena berxên ku dibin dawa xwe de fisa bikin, dibêjin, 'Azad Baris dibistan nexwendiye, ji xwe li bajarê Luneburg Universîte nine, ma qey wî li gundê Qîra dibistana Sînoyê Fatikê xwend bû pispor? Na ew ne pispore, emê imzeyan komkin û wî ji pisporiyê bixin uhw.' din. Tu dibêje qey wan kesan Azad Baris kirî sosyolog û pispor îjar tew xwendina wî dixin ber nîqasê. De were ji hesûdên wisa re nebêje, ''hesûdê xwelîser ma te dîplome daye Azad Baris heta ku tu bikaribe cardin jê bistîne?''

