kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Îbrahîm OSMAN: AZADIYA BA(S)ÛR YA ME YE LÊBELÊ...!












Kurd tiyê azadiyê ne. Di dîrokê de ti gel û netewan bi qasî gelê kurd bi zilm û zextê re rû bi rû neman û hisretiya azadiyê nekisandin. Pistî gelek rabûn û sikestinan, ji sala 1991`ê û virde, besekî girîng ji erda Basûrê Kurdistan bi sirîkatiya desthilatiya PDK û YNK`ê ya ``Fiftî fiftî``, di bin kontrola Amerîka de tê parastin û birêvebirin.

Hêjayê pesindayinêye ku, îro hemû kurdên azadîxwaz û demokrat bi heman hest û bi yek dengê dibêjin; `azadiya Basûrê Kurdistan azadiya me ye.` Ev helwesteke pirr girînge û dide diyarkirin ku gelê kurd nêzîkî yekîtiya xwe bûne. Lewra bi qasî hemû gel û netewan pêdiviya kurdan jî ji azadiyê heye. Rêya azadiyê jî di yekîtê û tifaqa navxweyî re derbas dibe. Xwendevanên vê quncikê bas dizanin ku, ez jî yek ji xwediyê wan denga me. Her ji bo yekîtî, tifaq û azadiyê dinivisînim. Ji xwe çi mirovê kurd ku bi azadiya gelê xwe sad û bextewer nebe, ew ne kurd e.

Belê, azadiya Basûr azadiya me ye. Ji bo mafê azadiya Basûrê Kurdistanê yê rewa ji gef û tehdîdên dijminan were parastin, pêwîste her kurdê azadîxwaz bi erkên xwe rabe û tistekî bike. Yek ji van jî rewsa referandûma Kerkûkê ye. Kurd amadene ji bo parastina Kerkûkê her fedekariyê bikin.

Ez bawerim ku heta vê derê em heman fikrê parvedikin.

Lêbelê  hêjaye ku em bipirsin. Gelo em ê çi navî li têkiliyên navbera dewleta Tirk û yên hikûmeta herêma Kurdistan ku li ser înkara 20 milyon kurdên Bakur û dijminatiya PKK hatine damezirandin bikin?
Ji tifaq û têkilyên bi dewletan re erê. Lê ji têkilî û tifaqên li ser bingeha firotina perçeyekî welat yan jî partiyeke kurd re na. Kî li ser esasê firtoina partiyake kurd bi dijminên gelê kurd re tifaqan çêke, ew xayine.
Hinek dibêjin `konsepta nû`. Hinek dibêjin dek û dolabeke nû tê gerandin. Hinek dibêjin hêzên basûr li hember PKK`ê devê xwe guherîn û helwesteke dijminane raber dikin û dostaniya dewleta Tirk dikin. Dibe ku vana li gorî xwediyên xwe tev jî rastbin. Lê ez heman nêrînan parvenakim û sas dibînim.

Çima?
Ji ber ku basûr ti caran ji tora xiyanetê derneket. Binêrin niha du partiyên sereke PDK û YNK herêma Kurdistan bi rêve dibin. Lêbelê gel çi navî li wan dike hûn zanin? Yek jê; ``Cahsikên 66`an`` (ji bo YNK`ê û Celal Telebanî dibêjin. Ji ber ku di 1966`an de Telebanî ji PDK`ê qetiya li gel Sedam tifaq çêkir, sileh sitandin û serî PDK`ê kir. `` Ya dudiyan jî; ``Cahsikên 96`an.`` Ev jî ji bo PDK`ê tê gotin.        Ji ber ki di sala 1996`an de PDK`ê tank û topnên Sedam anîn Pêsmerge û eskerên Iraqê mil dan hev  û serê YNK`ê kirin heta ku ew di Îranê re derxist. Celal Telebanî bi xwe jî reviya bû hevsera wî Hîro xatûn di nav destê pêsmergan de mabû.

Konsept kevne, Mîmarê wê Mele Mistefa Barazaniye û çîmentoya vê jî tarîqata Naqsîbendiye. Tenê li gorî her pêvajoyekê rengê konseptê û aktorên wê hatine gohartin. Hevpeyvîna Nivîskar Dana Adam Simîd ku di sala 68`an bi M. M. Barazanî re kiribû bînin bala xwe. Eger we nexwendiye careke din bixwînin. M.M. Barzanî çi dibêje; ``Bira Emerîka alîkariyê bide min ezê Basûr bikim wek eyaleteke Emerîka û rê nadim ku tu partî û tevgêreke kurdî ji derveyî kontrola me serî rake. Ez ê wan biperçiqînim``

Kesekî\ê ji we têkiliyên Îsê Siwar Û Îdrîs Barzanî li gel MÎT`a Tirk ku çawa bûn nebihîstiye heye gelo? Reskujiyên di xeta Sêmêl, Zaxo û Silopya de çawa diqewimîn? Hema kustina Faîk Bucak û pistre jî sopajoyên wî, yên weke Dr. Sivan û hevalên xwe trajediya girtin û kustina wan bi destê PDK`ê bînin bala xwe. Hûn dikarin di bîranînên endamên MÎT`ê yên teqawit bûyî de jî asta vê tifaqê bibînin.
Serê PDK û YNK`ê li dijî hev çend salan ajot? Gelo sedem çibû? Serê PDK` û Partî Sosyalîst, yê YNK û Îslamîyan. Serê PDK Irak û PDK Îran ji ber çi bû. Dîsa Serê PDK û YNK`ê li dijî PKK`ê ji bo çi bu?
Di sala 1992`an de hikûmeta herêma Kurdsitan hate îlankirin. Li ser esasê ku PDK û YNK serê PKK`ê bikin dewleta Tirk bi wan re tifaq çêkir, paseportên sor, pere û sîleh dan wan. Measê pesmergeyan ji Tirkiyê dihat. Ew paseport hetanî beriya du salan jî di bêrîka Mesûd û Celal de bûn. Di cînahê de dewleta ku ewil hikûmeta herêma Kurdistan naskir Tirkiye bû. Çima? Ji bo ku ew li hember PKK`ê ser bikin û serê 92 li bala me  tevaye.
Emerîka niha li xwe mikur tê ku ji bo di destwerdana Iraqê de PKK ji valayiyê sûd wernegire û bergeh li Mesûd û Celal teng neke diviyabû destpêkê rêberê gelê kurd Abdûlah Ocalan bihata girtin. Li gel Tirkiyê,  PDK û YNK`ê jî di peymana dîl girtina A. Ocalan de cih girtin.

Pistî ewqas mînakên balkês, lewma dibêjim dek û dolabeke nû nîne. Li gel vê jî ez dibêjim hêzên Basûr ne îro devê xwe gohartin. Wan sê sal berê devê xwe gohartin da ku PKK`ê tasfiye bikin. Lê ji ber ku bi ser neketin niha vegeriyan ser eslê xwe û hûnandina tevna xiyanetê. Hinek malperên kurdî hevpeyvîna bi Qadir Qeçax re wesandine û wî dipesinînin. Gotiye; ``Ez pêsmerge bûm û dê her pêsmerge bimînim.`` Çi gotineke xwes. Lê gelo hûn dizanin ku Qadir Qeçax sîxurê dewleta Tirk e? Hûn dizanin ku di çiqas gendelî û kurtêlxuryên herêma Akrê û Zaxo de tiliya wî heye. Wî heta niha çend kurd bi berdêla pera radestî dewleta Tirk kirine? Lê mixabin hinek malperên kurdan jî wî dipesinînin.

ibrahimosman@hotmail.de

Divê azadiya Basûr bi ya Ûr neyê gohartin. Di bin navê parastina destkeftiyên Basûr de lazima ku Bakur neyê qurbanîkirin. Mixabin ya îro diqewime ev e. Azadiya Ûr di ser ya Basûr re tê girtin û mafê 20 milyon kurdên Bakur ji bo 4 milyonên Basûr tên fedakirin. Eger na? Çawa mirov hevaltiya wan hêzan bike yên ku dibêjin; `Tu zilamekî base, lê ez diya birayê tenim?`` Lê lazime PDK û YNK bizanibin eger PKK nemîne û tasfiye bibe, ne azadî kevçiyek sorbe jî bi destê wan nakeve. PKK tastê be, ew sîv in.

Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik