kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
WATEYA ROJIYÊ DI OLA ÊZDÎ DE












Ibrahim OSMAN: Lêkolîn


Di destpêkê de ez pêwîst dibînim, bidim diyarkirin ku, di roja me de çi pirtûk û nivîsên Êzdiyan yên bi destê kesên ji vê olê hatine nivisandin, ango bê layan hatine nivîsîn, li ber destê me nînin. Qala du pirtûkên Êzdiyan yên pîroz tên kirin, yek ji wan, Mishefa Res e, ya din jî, Kitêbî Celwe ye. Lê ev her dû pirtûk jî niha li holê nînin û di derbarê van pirtûkan de pirr tist tên gotin. Ji ber vê sedemê, rê û rismên rastiya ola êzdî bi niviskî nînin, tev bi riya dia û qewlan bi devikî tê gotin. Pirtûkên ku li ser êzdiyan di van dused salên dawiyê de  hatine nivisandin, ji lêkolînên akademîk bêhtir, qewil û dia bingeh hatine girtin û ji hin kesan hatine gohdarî kirin û ji sêwaza çîrokî derbas nebûye. Nivîskaran jî lî gorî xwe, nêrîn û sîrove pês xistine. Bi kurtayî, di derbarê ola êzdî û dîroka vê ola qedîm de pêdivî bi lêkolînan heye, da k ev mijar zelal bibe û pêsî li nêrînên sas were girtin.

Weke ku tê zanîn gelê me yê ji ola êzdî, salê sê (3) roj, rojî digirin. Ev rojî her sal li Dusemiya pistî dehê heyva Berfanbarê (Kanûnê) tên girtin. Roja çaran jî cejne. Ji vê cejnê re  Cejna rojiyên êzî tê gotin. Ev her sê rojên ku rojî tên girtin, rojiyê  êzî ne. Di dema rojiyê de, sibehê hîna di berbanga tarî de beriya ku tîrêjên rojê cîhanê sor bikin, kesên ji ola Êzdî yên bi toka êzî, radibin pasîvê. Pistî ku pasîv hat xwarin rojî dest pê dike heta ku roj biçe ava û tarî piçekî têkeve erdê, fitara xwe vedikin û wê rojê rojî bi dawî dibe. Di wan saetên ku kes bi rojî ye, xwarin, vexwarin û cigare kisandin jî gunehe. Li gorî Êzdiyan, bi av, xwarin û cigarê rojî diskê û rojî li cem xwedê nayê pejirandin. Eger kesê ku bi rojî li derveyî îrada xwe, ango bi nezanî xwe ji bîr bike û rojiya xwe biskênîne, di kare li dewsa wê, rojeke din rojî bigre û ew tê pejirandin. Kesên temenê wan biçûk di bin 15 salî re û kesên ku nexwes bin, dikarin rojî negirin û tu guneh ji wan nayê xwestin. Lê ji bilî nexwes û zarokan, her kesê êzdî ku temenê wî/ê di ser 15 salan re be û ne nesax be, neçare ku rojîyên êzî bigire.

Ji bilî rojiyên êzî, civaka Êzdî rojiya ji bo ocax, nebî, xwedan, welî û sêxan jî digirin. Lê ev rojî ne gereke ku her kes bigire û çu ferzeke olî ji bo van rojiya nîne. Her kes li ser daxwazî û raya xwe rojiyan digire. Yê ku ne xwaze nagire û li axretê çi guneh jê nayê xwestin.

Ji bilî rojiyên ku gel digire, rojiyên ku sêx, koçek û kesên ilimdar digirin hene. Ew jî çil roj, rojî digirin û jê re tê gotin rojyê çilexane. Bi taybet Bavê sêx neçare ku van rojiyan bigire û ji hêla olî de li ser wî hatiye ferz kirin ku ew rojiyê çilexane bigire. Ev rojî jî nola rojiyên din, ji berbangî heta roj biçe ava tên girtin. Lê belê eger dost û nasekî bavê sêx were, jê re xwarinê bîne û jê hêvî bike da ku ew rojiya xwe bixwe, bavê Sêx dikare xwarinê bixwe û bifitire. Rojiya wî jî tê qebûl kirin. Bavê Sêx mezinê hemû sêxa ye, ew li navça Êsivnê (Sêxan)  her tim li dîwana xwe rûdinê. Rojên cejna jî, li Lalisa Nûranî ciyê rûnistina wî cûdaye û her kesên ku tên cejnê, destpêkê diherin destê wî maç dikin. Ev mirov xwedan destûre ku di ola êzdiyan de hinek kesan  xelat bike, yan jî aforoz bike. Ango destûr û selahiyeta wî ya gohartinê heye.

Niha em werin ser wateya rojiyan. Ji kengê ve û ji bo çi kesên ji ola Êzdî rojiyan digirin? Emê li gorî zanebûna ku gel pê rojî digire û bawerî tîne, bi kurtayî li ser van mijaran rawestin.

Beriya her tistî, pêwîste ku were zanîn ola êzdî ola heri kevne di nav olên semawî de. Di nava olên cîhanê yên sereke de, tu ol nîne ku bingeha xwe ji mîtolojya, batin û teasûfê negire. Ango aliyakî hemû olan mîtolojyaye, îdalîzme û dogmane. Heman tist ji bo ola êzdî jî derbaz dibe. Ola êzdî ola destpêkê  ya xwedê nase, wateya herî rast ji bo xwedê ya bi zimanê kurdî ye. Wateya Xweda; Ango, Wî Xwe da." Lê di tu zimanên cîhanî yen din de ev wate peyda nabe. Wek wateya peyva "Êzdî".Ev jî, "ango min xwe da". Li gorî olên din, ev wateyên herî rastin ku nêzîkî rastiya zanistîne. Hemû olên cîhanê, çi Cihû, Xiristiyan yan jî Mislimantî li gorî serdeman hinek gohartin di nav xwe de pêk anîne û bûne olên desthilatiyê. Ya herî zêde reforim pêk anî jî ola Xiristiyan e. Lê mixabin ola êzdî li gel ku ola herî kevne di nava hemû olan de, him bingeha wê di destpêkê de teng hatiye danîn û him jî di dîrokê de  tu guhartinên berbiçav çênekiriye. Kevirê destpêkê çawa hatibe danîn, wisa weke destpêka xwe maye. Ango ruyê wê yê mîtolojîk li pês e. Mînaka herî balkês; di hemû olan de mirovayî ji Adem û Hewa peyda bûye. Lê di ola êzdî de tê gotin ku "Êzdî ne ji adem û Hewa ne." Helbet egerê vê hene, lê ji ber ku ne mijara nivîsandina me ye, ez li vir li ser vê mijarê ranawestim.

Ango di hemû olan de, pêxenberê wê olê, îdolojiya wê û dîrok wê kêm zêde diyare. Lê di ola êzdiyatiyê de ev bebet jî ne diyare û ji ber ku tenê aliyê mîtolojîk li pêse, ola êzdî, weke oleke bê pêxenber û îdolojiya tê nasîn. Helbet rastî ne ev e. Lê di nava dîrokê de di bin bandora olên din de gelek rastîyên ola êzdî wenda bûne. Mînak, dema ku tu ji alimên êzdiyan yên olî di derbarê dîroka ola êzdî de dipirsî, ji te re dibêjin; "Ne erde hebû ne ezman hebû, xwedê di siklê teyrê "Anka" de li ser darê bû, hingê êzdî hebûn. Ev nirxandin ji rastiya zanistî dûre û tenê çîrokeke. Eger erd û ezman nebû, ma mirovan li ku û çawa dijiyan?

Li gorî bîr û baweriya min, ya rast ew e ku mirov, Êzdiyatiyê ji olekê bêhtir, weke çandekê bigre dest wê rastir be û ev wisa watedar e. Ji ber ku, di derbarê ola êzdî de tu pirtûk û nîvîsên dîrokî nînin, lewma jî perçebûn û sîroveyên cûr be cûr di nava ola êzdî de pês ketine. Di derbarê ol, cejin, rojî, netewiyet û gelek tistên din de nêrînên êzdiyan ji hev cûda ne û hev nagirin. Ev yek di derbarê nêrîna li ser Zerdest Pêxember de jî wisa ye. Êzdiyên Bakûrê Kurdistan, Rûsya-Qafqasya û Basûrê Rojava xwe Zerdestî dibînin û dibêjin; Zerdest Pêxember ji dê û bavekî êzdî peyda bûye. Lê li Basûrê Kurdistan (Iraqê) nêrîna hinek êzdiyan cûda ye ji ya besên din û hejmareke mezin ji êzdiyên Iraqê xwe Zerdestî nabînin. Ne tenê zerdestî nabînin, Zerdest weke mirovekî dijminê ola êzdiyatiyê dinirxînin. Ji xwe ji dema Sêx Adî û heta roja me, nakokiya di navbeyina  Adanî û Semsaniyan de, ku her dû ref jî êzdîne, ji ergera nêrînên cûda yên li ser Zerdest pêxenberin.

Niha ji bo çi ez bahsa van mijaran dikim; ji ber ku perçebûn û cûdayetiya di nav ola êzdî de peyda bûye, bûye sedema ku wateyên cûda didin rojî û cejnan jî. Êzdiyên çiyayê Sengalê û yên li derdora Geliyê Lalisa Nûranî, bi hev re rojiyan nagirin û di heman rojan de cejnan çê nakin. Di vê hêle de perçebûneke mezin di nava civaka êzdî de heye. Egerê vê jî ji bandora mislimantiyê û hikûmeta Baas pêve ne tu tistekî dine. Ji ber van sedeman nêrîna di derbarê rojiyên êzî de bi dû sêwaza ye. Ezê her dûyan jî bi kurtayî bînim zimên.

Di derbarê rojiyên Êzî de, nêrînek jê weha dibêje; Di dema hovîtî, cahilyetê de, ango mirov hîna nezan bûn û sir û nepeniya xwezayê nedizanin. Her bûyerên ku ji hêla xwezayê de diqewimîn, mirovên wê demê ne dikarîn wate bidinê û sîroveyeke rast pêsbixin. Mirov li hember sert û mercên xwezayê dîl bûn. Di wê serdemê de jîrk, pîr, sêwirmend, remildar û rûsipiyên civakê hebûn. Li gor wê demê nêrîneke van kesan ya astronomî hebû. Di  dema xwe de wan li gorî zanebûn û defetên wê heyamê mijara sev û rojan di pîvan. Tê zanîn ku 12 meha 12 an, roja herî kurte di nava rojên salê de. Wan wê demê ne dikarîn wate bidin gohartinên xwezayê û kurtbûna sev û rojan.

Sêwirmendek li rewsa kurtbûna rojê dinêre û dibêje; "eger weha berdewam bike, wê roja me nemîne û demekê were wê dinya tev bibe sev û tarî. Pêwîste ku em tistekî bikin, çareyekê bibînin dakû roja me wenda nebe û cardin li me veger e." Sêwirmendek ji wan bi vî awayî gel li derdora xwe kom dike û ji wan re qala xeteriya wendabûna rojê dike. Biryar didin ku xwarin nexwin û dia bikin heta ku roja wan careke din li wan vediger e. Ji ber wê sedemê roja 12 Meha 12 an ku roj pir kurt bûye, dest bi rojiyê dikin û dia dikin. Roja dudiyan û sisyan jî rojî digrin. Lê roja sisya ew kesê bi astronomiyê re pêwendare û sewirmend e, dibîne ku li gorî rojek berê roj hinekî dirêj dibe. Kêfa wî bi vê rewsê tê û dibêje dêmek rojiya me li cem rojê hatiye pejirandin lewma vaye careke din roja me li me vegeriya. Ji ber vê sedemê jî pistî sê roj rojî roja çarê dikin îd û cejin.

Li gorî baweriya min, ev nêrîn ya her zêde nêzîkî rastiyê ye û ya ku mirov bingeh bigre jî ev e. Ango her çendî ku nêrîneke mîtolojîk be, lê nêzîkî rastiay civakî ya wî heyamî ye.
Nêrîna dudiyan jî ev e; Dibên dema Mihemed Pêxember li Samê bû, Miawiya Bin Misafir bavê Yêzîd, berberê Mihemed pêxember bû. Rojekê Miawya pora Mihemed Pêxember diqusîne û bê hemdî wî guzan li serê Mihemed pêxember dikeve. Dilopek xwîn ji serê mihemed tê. Ji bo ku xwîn nekeve ser cilên Mihemed û ew bi xwe nehise, Miawiya zimanê xwe li wê dilopa xwînê dixe û dialêse. Lê Mihemed pêxember rewsê ferq dike û ji Miawiya dipirse; "dibê çibû."  Ew jî rastiyê dibêje. Pist re rojekê li dîwana xwe, Mihemed Pêxenber wê bûyerê ji sêwirmendên xwe re dibêje û jîrik û sêwirmendên wî bûyerê weha sîrove dikin; " Dibên eger Miawiya bizewice û zarokên wî çêbibin, ji ziryeta wî wê nifsek peyda bibe û ev nivis wê Mihemed ne pejirînin û wê li hember wî serî rakin, tac û textê wî li erdê din." Mihemed Pêxember dipirse; "çare çiye?"  Sêwirmendên wî dibêjin gereke heta ku Miawiya  saxe li cîhanê, ew nezewice. Bi vî awayî Mihemed zewacê ji Miawiya re guneh û qedexe dike. Ew jî bi gotina Pêxenberê xwe dike û ji gotina wî dernakeve. Bi vî awayî Miawiya nazewice heta ku temenê wî dibe 65 sal. Di sêst û pênc saliya wî de dûpiskeke destê pê vedide û bi nexwesiyê dikeve. Bijîjkên wê heyamê dibêjin; "tenê dermanekî wî heye ew jî zewace. Eger Miawiya ne zewice wê bimre." Di encamê de Miawiya biryarê dide ku bizewice. Lê wê bi yeke wisa re bizewice ku ew jin pîr be û zarokan neyne. Ji ber vê sedemê Miawiye Bi xwîska Omer Bîn Xetab ya bi navê Merwa  ya 75 salî re dizewice. Pistî demekê, Miawiya dibîne ku Merwa bi halekî ye (Bi zaroke) dibê ya bas ez wê ji xwe bi dûr bikim. Rojekê bi dizî  deveyeke dûndil tîne, jina xwe Merwa lê siwar dike û bi çolê ve bi rê dike. Dûndil ji Samê berê xwe dide rojihlat û tê geliyê Lalis ê. Li gorî vê nêrînê, Merwa zarokekî bi navê Yêzîd tînê dinê. Yêzîd hîn di yek rokiya xwe de ji dayika xwe dipirse û dibêje; "Ka bavê min". Zarok di roja sisyan de jî dest pê dike dipeyive.
Ew êzdiyên ku xwe ji sulala Yêzîd Bin Miawiya Bin Misafir dibînin, ( Ku bingeha wan li Basûrê Kurdsitanê ye) wan her sê rojê destpêkê ku Yêzîd diaxife rojî digirin û roja çarê jî dikin cejin.

Li gorî bîr û baweriya min, ev nêrîna dudiyan sase û çi pêwendiyên wê bi ola êzdî re nînin. Ev nêrîneke hin kesên xêrnexwaz e. Lê mixabin û sed mixabin, ku hinek kesên êzdî jî dikevin nava vê sasitiyê de û êzdiyan dibin dighînin binemala Yêzîd Bin Miawiya Bîn Misafir. Di rastiya xwe de dîroka êzdiyan xwe digihîne serdema neolîtîkê û 5 hezar sal beriya zayinê. Gelek lekolîn û delîlên dîrokî li ber dest hene ku, rehên ola êzdî digiyê 5  hezar sal beriya zayinê. Yên ku Êzdiyan dibin digînin Yêzîd Bin Miawiye, ew kes di heman demê de, xwe Zerdestî û kurd  jî nabaînin û dibên em Erebin.

Ji bilî van jî nêrîneke bi sêwazê çîrokî ku di nav gel de tê gotin; " Sultan Êzî û Remezan çûne hizûra xwedê û guhê Remezan  ker bûye, 3 û 30 ji hev dernaniye, uhw. Ev nêrîn jî ji rastiyê dûre. Lewre çi pêwendiyên Êzdiyatiyê û Mislimantiyê li gel hev nînin. Di navbeyina çêbûna her du ola de, hezarê salan hene. Kesên ku her du olan nêzî hev dikin û heta Êzdiyatiyê digihînin Ereban, yan tistekî ji dîrokê fam nakin yan jî ew sîxurê Mislmana ne û ji bo têk birina ola Êzdî kar dikin. Wekî din çi wateya van nêrînên sas û ji zanistê dûr nîne ku lê xwedî derdikevin.

Ez careke din dibêjim; Êzdîyatî bingeha kurdîtiyê ye û di heman demê de Êzdî Zerdestî ne. Êzdiyatî çand e, ziman e, dîrok e û saristanî ye. Eger Êzdî ne kurd bin, tê wê wateyê ku kurd nînin. Heçî nêrîna ku Êzdiyan ji kurdîtiyê vediqetîne, ew nêrîna dijmine û çi pêwendiyên wê bi ilim û zanistü re jî tune ye. Weke demekê profesorên tirkan jî digotin; "Kurd nînin û ew refek ji Tirka ne. Dema li ser berfê mesiyane berfê di bin lingê wan de kiriye kart kurt, wisa jî ji wan re hatiye gotin kurd". Ev nêrîn çawa îro bi têkosîna gelê kurd vala vala derket, nêrîna ku dibê Êzdî tenê êzdîne, zimanê wan Êzîdkiyê, yan jî dibên em ji binemala Yêzîd Bin Miawiye ne û Erebin, ev nêrînên sasin û wê tu caran ji zirarê pêve tu tistekî nedin civaka kurdên ji ola Êzdî. Bi nêrîna min, neheqiya herî mezin ya li dijî ola Êzdî û dîrokê ev e.  Ev yek tê wateya înkara dîrokê û Êzdiyatiyê.
Ji ber van sedeman pêwîste ku gelê me yê ji Ola êzdî li dijî van dek û dolabên ku li ser wan tên gerandin, rastiyan berevajî dikin, hisyar bin û neyên leystikên dijminan.



27 Sermawêz 2004
SENGAL -Basûrê Kurdistan
ibrahimosman@hotmail.de



Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min






















































Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik