kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Ibrahim OSMAN: BÊÇARETIYA RÊXISTINÊN ÊZDIYAN





Mixabin û sed mixabin ku ez neçar mam vê gotarê binivisînim. Ango bibêjim;''Rêxistinên Êzdiyan li hember pirsgirêkên civakî, yên olî, dîrokî û  demî neçar, aciz û serpezene. i hêz û qudreta wan ya ku bibin pêsengên civata xwe nîne.


Dixwazim di destpêkê de bibêjim ku mebesta min ne biçûk xistin û înkarkirina rêxistinên Êzdiyaye. Li gel hemû sasîtî, kêmasî û ezeziya wan, dîsa jî kedeke wan heye ku nayê înkar kirinê. Lê……


Ji bo rê li pês tevliheviyê venebe, ez dixwazim bi pirsa; ''Gelo rêxistin ji bo çi hene'' dest bi gotara xwe bikim.


Erê rêxistin ji bo çi hene? Eger bi yek gotinê were bersif dayin; ji bo çareserî û çareyan. Em pirseke din li pirsa xwe zêde bikin; weke ku tê zanîn li gorî standartên cîhanî karê rêxistinî karekî profesyonalî û fedekariyê dixwaze. Ango karê pêsengiya civakî bi amatorî û henekan nabe. Hêjayî gotineyê ku ez li vir bipirsim; gelo çend kadro û rewsenbîrên Êzdiyan yên ku di nav rêxistinên mijara gotinê de ku bi profesyonalî dixebitin hene? Ez nabînim. Eger hebin bira min jî agahdar bikin!


Belê, li hember nakokî, alozî, kêse, pirsgirêk û qeyranên civakî rêxistinbûn, di wateya navê xwe de kombûna ji bo xatirê lêgera çareyane. Rêxistin eger raste hene û li gor navê xwe tevdigerin, divê li çareyan bigerin û bêxwestin çareyan biafirînin. Rêxistinên ku vê yekê nekin ew qaso rêxistinin û tenê bi nav hene. Rêxistinên bi vê nolê jî nikarin pêsengiya, çîn, civak û gelê xwe bikin.


Îro li ber çavê me tevan olek, dîrokek, zimanek, çandek û civakek di rêwîtiya wendabûnê de berbe mirinê dihere. Li ber çavaye ku civaka Êzdî her roj tiþtekî ji nirxên xwe yê olî û civakî wenda dike û di nav bêdirûviyê de dihele. Sed heyf û mixabin ku, ji sedema trajediyên qurn û sedsalan Êzdiyên bermayê tevkujî û fermanan, weke koçberên bê war û wargeh dawî li jiyana xwe tînin.


Gelo li ser rûyê cîhanê ti gel, ol û civakek bi qasî civaka êzdî bi zor û zextê re rû bi rû ma û dimîne? Na. Base ji bilî civaka Êzdî ti gelê ewqas bi xwe û dema dijî re di nav nakokî û aloziyan de heye? Na. Ti civak bi qasî Êzdiyan hesûd, çavnebar û bêtifaq yeye? Na. Gelo ti civakak bi qasî civaka Êzdî bi zirzagonên ku dawî li hebûna xwe tîne, tê bi rêvebirin? Na. Base, qaso rêxistinên Êzdiyan yên ku bi navê rêberî û pê?engiya civakî ketine ser rê çi dikin? Li ciyê avakirina stratejî, taktîk, xebat, çareserkirina pirsgirêkên civakî ew tenê TEMASE dikin. Mîna ku civak siyar kirin, zana û birêxistin kirin ne peywîra wan be, hema devê kîjan rêberî vebe û zimanê wî/ê bigere, bi gazinc û lomene.


Di sedsala 21'ê de civaka me hîna bi deh hezaran Euro qelenê qîzan distînin. Bi navekî din jinan difrosin. Base, rêxistinên me li ser vê yekê çi difikirin û xwedî helwesteke çawane. Li gel vê, hin kes du jinan tînin û du jin bi mêrekîne! Helwesta rêxistinên me çiye gelo?


Ji bo ku tu civakekê bê hêvî û paseroj bike, divê tu pêwendiyên wî ji dîrokê qut bike. Ango riya tunekirina civakan yek jê jî bêdîrok kirine. Lewma jî dijminan ji bo ku gelê me tine bikin di encama her êrîs û fermanan de hemû nirxên me binpê kirine, pirtûk û belgeyên niviskî dizîne, talan kirine û sewitandine. Base, di roja me de rewsenbîr û rêxistinên me ji bo ve yekê çi dikin gelo? Di derbarê lêkolîn, wêje, dirûstkirin û yekirina qewl, dirûze, dia û cejnên Êzdiyan yên binakok de çi kar tê kirin? Yan jî encama xebata ewqas sal û derfetan çi berhem hatin afirandin? Ez jê ne agahdarim, yên agahdar dikarin alîkariya min bikin. Ev tev li aliyekî; hîna di bin navê namûsê de jin tên kûstin. Gelo ji bo pêsî lêgirtina vê tirajediyê, rêxistinên me xebatak çawa dikin?


Li gorî realîteyê bêçaretî, bêhelwestî ye. Ji ber ku ti liv û helwesta mirovên bêçare nîne. Lewma bêhelwestî  pejirandin e. Pejirandina bi bîr, ray û vîn ya ji dile û ciyê serbilindî û kêfxwesiyê ye. Lêbelê pejirandina ji sedema neçariyê ya herî tahl, tûj û kambax e.


A ku ez dibînim. Hemû Êzdî helandin, têkçûn, kêmbûn û tinebûna xwe dibînin. Ango dibînin ku li ser rûyê cîhanê Êzdî roj bi roj kêm dibin. Lêbelê mîna kesê bi çarenûsa xwe razîbe û mirin pejirandibe li hember ruhstên bêçare û ?erpezene.


Ti ês û tajan nagihîjin ya bêçaretiyê. Lewra tu bi çavên vekirî her bûyerê dibîne lê nabîne, dibihîze lê nabihîze, bang dike deng naçe, destê xwe dirêj dike lê nagihîjê. Mîna ku mirov mirana xwe bibîne û serê xwe li ber bitewîne. Ya star çiqas xerabe bêçaretî. Bira Yezdanê dilovan ti kesan bêçare neke.


ibrahimosman@hotmail.de


Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min






Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik