kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
ibrahim Osman; Dagirkerî û Pêsmerge


Belê, dagirkerî û Pêsmerge tu peyv, têgeh û rastiyên dijber û bi nakokin. Li gorî ku di lîteratorê de cih digire, ti carî ne ev her dû peyvên bi nakok û ne jî xwediyên van navan dikarin werin cem hev û bi hev re bijîn. Li ciyê ku yek hebe yê din nabe û mafê jiyanê nadin hev. Ji ber ku peyva pêsmergetiyê û Pêsmerge bûn li dijî dagirkeriyê hatiye afirandin. Lewma sedema ku ez dibêjim du têgehên dijberin jî, ev e.


Ji peyva dagirkeriyê re nehewceye ku ti sîrove were kirin. Lewra ti miletan bi qasî Kurdan ês û tajana dagirkerêyê ya ku mirov li welatê xwe li ser xaka xwe çawa bibe biyanî, bibe biyaniyê çand û zimanê xwe, nekisandiye. Ti milet bi qasî Kurdan ji sedema dagirkeriyê li ser xaka xwe nebûye koçber, derbider û mal wêran.Yek Kurd û tenê Kurd dizanin êsa bêwelatiyê çiye û tê çi wateyê.


Îro ne ciyê gumanêye û nê hewceyê ser nixmandinêye. Kes nikare bêbextiyan bike û rûnedayan ji ber nenûkên xwe biafirîne û bibêje. Lewra bûyer bi sût û tazîbûna xwe li pês çavê me hemûyan rû didin. Li ber çavê hemû cîhanê çiya, gund û zozanên Kurdistanê tên bombe baran kirin û Kurdistan ji nû ve tê dagir kirin. Gelo emê vê carê karibin bibêjin; ''Key Tazî ye).  Eger hebe helwesta ronakbîrî, welathêzî, xwenasî û dilsoziya Kurdewariyê pêwîste em nav li vê rûresî û sosretê bikin û eger ne bi dilê me be jî lê ya rast bibêjin; ''artêsa Tirk Kurdistanê dagir dike Pêsmerge le temase dikin''.


Ka qaso Basûrê Kurdistan azad bûbû!? Xewna Kurdan ya sedsalan bi cih hatibû?! Xwedê giravî Pêsmerge parêzvanê xak, rûmet û destkeftiyên gelê Kurd û Kurdistanê bûn? Gelo qey firokên dewleta Tirkên dagirker, ne bombeyên mirinê lê li gel gulan misk û emberê ji ezmanên Kurdistan diresînin ser Kurdan? Eger wisa ye, çima xelkê herêmên ku bûne hedefa bombe baranê ji mal û gundên xwe koç dikin û direvin deverên din?


Belê em ji bo deqeyekê bipejirînin ku ti hêz û çekên pêsmergeyan nîne ku li dijî firokeyan li berxwe bidin. Lebelê emê çi navî li dagirkirina Kuridistanê ji hêla leskerên bejayî ve ku hatiye kirin bikin. Emê çi navî li wan tank û zirîposên ku ji bihara 1995'an ve li ser  xeta Bêgova, Bamernê, Qedîs, Enîskê û Amediyê hatine bi cih kirin bikin? Emê çi navê li qedexayên ser PKK'ê yên Basûr bikin, rê dana sîxurê Tirk ku li her derê bi azadî tevdigerin bikin. Gelo qey ji hinekan re sire ku zanibin li Zaxo, Dihok û Silêmaniyê çend bargehên sîxurê Tirk hene?


Îro bi deh hezaran leskerê dewleta Tirk bi armanca dagirkirinê ketine xaka Kurdistan. Yên ku deriyê Zaxo ji wan re vekir û rê da li ser ava Hêzil pirên leskerî werin danîn pêsmergene. Eger hinek bibêjin ne raste. Wê demê ez dipirsim; ka helwesta pê?mergeyan li dijî dagirkeriya Kurdistan çiye? Hewce nake ku em basa carên berê bikin, ku çawa Pêsmerga didan pêsiya leskerên Tirk û diçûn ser gerîla. Em bahsa 66"an nakin ku Mam Celal çek ji Sadam werdigirtin û serê PDK"ê dikir. Em basa 1996'an nakin ku PDK çawa bi hêzên Sadam re bûn yek bera hêzên YNK'ê dan heta ku di Rojhilatê Kurdistanê re deranîn. Em qet bahsa vana nakin. Na.


Belê, îro ji her demê bêhtir pêdiviya gelê Kurd ji hevgirtin û yekîtiyê heye. Nîsanên vê jî, li dijî dagirkeriyê derketin û berxwedane. Yên ku îro li dijî dagirkeriyê dernekevin û bibêjin tenê serê navbera PKK û dewleta Tirk e karê me pê nîne, Kurdîtî û welathêziya yên wisa sexteye û ti xêr ji kes û hêzên wisa nayê. Yên ku dagirkirina welatê xwe bipejirînin, ji kustina xusk û birayên xwe re bêdeng bin, bibêjin em azad bûne karê me bi yê din nîne, emê ji mirovbûn, kurdîtî û rûmeta wan bi sik û guman bin. Divê were zanîn ku qedera Kurdan yek e. Kurd tev di kestiyekê de ne û dijmin ji hawîrdor ve êrîs dikin ku vê kestiyê niqo û binav bikin. Ajovanê vê kestiyê hêz, qudret û bîrdoziya PKK'ê ye. Ez dixwazim li vir destnîsan bikim ku; kî çi dibêje bila bibêje lê tinebûna PKK'ê ji xwe tijaran ne gengaze. Lê em bihesibînin ku PKK tinebû wê çi bibe? Kestiyê niqo bibe û em ê tev têk diçin.


Ya ku ez mereq dikim. Gelo qey Pêsmerge leskerên Tirk biyanî nabîne û wan ji xwe dihesibînin? Qey Pêsmerge nizanin ku îro PKK'e bê tunekirin sibê dora wan e? Eger PKK tastêbe, Pêsmerge sîve. Qey Pêsmerge nizane ku PKK sedeme lê armanc tunekirina destkeftiyên gelê Kurd e?


Erê Pêsmerge, parêzvanê xaka welat. Ev roja pêncaye ku dewleta Tirkên dagirker tecawizî xaka welatê te kiriye. Yên li serê çiyayên Kurdistanê li gel sertên zor û zahmet berxwedaneke bi rûmet didin mesandin gerîlane. Gerîla xusk û birayê te ne. Dijminê te artêsa Tirk e. Dost û dijminê xwe nas bike, nas bike û bijî. Eger raste tu Pêsmergeye û li gorî navê xwe ye, dest bide destê gerîla. Eger raste tu Pêsmergeye canfedayê welate, dereng nemîne rabe çeka xwe têxe sînga dijminan. Lewra sibe derenge. Eger tu îro welat neparêz ma tuyê kengê biparêze PÊSMERGEEEEEEE!


ibrahimosman@hotmail.de


Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min




Erê Pêsmerge, parêzvanê xaka welat! Ev roja pêncaye ku dewleta Tirkên dagirker tecawizî xaka welatê te kiriye. Yên li serê çiyayên Kurdistanê li gel sertên zor û zahmet berxwedaneke bi rûmet didin mesandin gerîlane. Gerîla xusk û birayê te ne. Dijminê te artêsa Tirk e. Dost û dijminê xwe nas bike Pêsmerge, nas bike û bijî. Eger raste tu Pêsmergeye û li gorî navê xwe ye...


Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik