kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
       ibrahim osman:           TÊKÇÛN TIM SÊWIYE
















Têkçûn, wendakirin û sikandin her dem û her tim li qadan bêxwedî û sêwî maye. Xal, xwarzê, ap, birazê û xwediyê têkçûnê nînin. Lewra têkçûn sêwî ye! Xwediyê dozê jî pir caran neçar dibin ku rûyên xwe ji rastiyê biguherin. Rastî û nerastî çiqasî du têgehên binakok û dijber bin jî, fena têgehên têkçûn û serkeftinê gelek caran têkil hev dibin û di nav germolê de wenda dibin. Eger hêza te hebe êdî ji hev vebijêre.


Lêbelê sikir xwedî û omidiyên serkeftinê gelekin. Dema li ciyekî serkeftin hatibe bi dest xistin, mirov mîna kakivîlkên bi dengê birûskan re  ji bin axê derkevin fena gêrmûriyan diçin û tên. Êdî dora pesn dayin û wesifdayinan e. Sîng tên vemaltin, zendik tên badan û ji pive piv û quretiyê rê nîne ku mirov derbaz be. Hawîrdor tije pêlewanên virek û zirteboz dibin. Êdî eger karê te nebe ji xwe re li virek û zirtebozan guhdarî bike. Dibêjin ev çiyana me çêkirin ev gir jî mîrate ji bapîrên me maye  ji me re.


Ma hewce dike ku li vir em qala nakokiyên ku niha di navbera artêsa Tirk û partiyên Komarparêz û nijadperest yên weke CHP û MHP'ê de ku pistî sikandina artêsa Tirk ya li Zapê, rû didin bikin. Ez dibêjim her kes sedemên vê yekê pir hindik dizane û dibîne. Lê ez dîsa jî bibêjim ku, ev hêzên mijara gotinê mîna ajalên gostxur ku li ber wan gost nemîne û li ser hestiyan pevbiçinin, pevdiçinin. Helbet divê were gotin ku sedema pevçûna wan ew e ku, li dijî gerîlayên kurd sikiyan, têkçûn û niha bar diqelibînin histûyê hev. Her aliyek gunehê têkçûnê dixîne histûyê yê din. Li bizineke gunehkar digerin ku guneh têxin histû. Eger ev bizin dawiyê nebe AKP" ji xwe emê di pêvajoyê de bibînin! Ev jî ne tistekî sosret û ecêbe. Mîna ku min got; dema têkçûn çêdibe her alî yê din gunehbar dike. A ku niha dewleta Tirk dike jî hema ew e. Lêbelê divê were zanîn ku di dîroka Komara Tirk de ti caran ev partiyên navbuhurî û artês ewqasî bi hev neketine û eybên hev negotine.


A ku ez bêjim; divê aliyê kurd û hêzên demokrat û azadîxwaz bi vî qaso serê navbera nijadperestan nexapin û hisiyar bin. Eger ew îro dar li hev radikin û sûra diksînin jî, were ya dawiyê wê di serê me de lêxin. Ji ber ku mîna hevgirtina wanser û dijminatiya wan jî sexteye. Ew pêl dûvê hev nakin û gostê hev naxwun.


Ya herî girîng; Artês, hikûmet û partiyên muxalefetê tev bûne mîna marê kuç lêketî yê birîndar. Marê birîndar talûkeye. Lewma dibêjim ku ev hêz çiqas bi hev ketibin û lawaz bin, ewqasî jî talûke û xeterin. Ew di vê rewsa sikandin û têkçûnê de dikarin serî li gelek rê û rêbazên nebas bidin û hin rêxistinên din yên çeteyan jî ava bikin ku bibin bela li serê gelê kurd. Ji ber mîna ku bav û kalan gotiye "Pêlewanê têkçûyî ji ketinê têr nabe."


PKK'ê li gel sert û mercên gelekî zahmet, di aliyê leskerî de derseke mezin ku ticaran heta ejdadê artêsa Tirk hebin jibîr nekin, da hikûmet û artêsa Tirk. Qahremantî û mêraniya mehmetcik li cîhanê bû pênc pere. Ji bo gelê kurd ev serkeftineke gelekî girînge, lêbelê her tist li vir bi dawî nabe, divê nebe! Bi qasî pêdivî û girîngiya berdewamiya berxwedana gerîla, her kêm ewqasî jî xebatên qada siysî û dîplomasî girîngin. Eger serkeftina geliyê Zapê û berxwedana bêhepa ku hatî nîsandan di qada siyasî û dîplomasî de fêkî nede, wê lawaz bimîne.


Wek encam tenê tistekî dibêjim; kes û hêzên ku bi nivîs, axaftin û helwestên xwe berxwedana gerîlayên kurd biçûk bixînin û hewil didin ku bixînin, bira hinekî bi rûmet û hesyet bin..!


ibrahimosman@hotmail.de


Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min

Ji destpêka dîroka mirovatiyê heta bi roja me, vê yekê beyî ku were guhartin her weha dewam kirî û dike.

Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik