kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
ibrahim Osman: KURD SONDXWARÎNE KU NEBIN YEK













Hûn jî dixwazin qasekî  li ser çîroka rabirdûya xwe biponijin? Eger bersiva we erê ye, wê demê dewam bikin ji ber ku hûn li ser reyeke rastin.

Min di rêwîtiya heyaman de bê dudilî pêl dilê xwe kir, geh hêrs bûm û geh hestyar bûm. Bi xwe re herikîm. Çûm… Di vê rêwîtiya fikir û hizran de nebûm alîgir.

Li rawestgeha beriya 30 salî rawestiyam. Welatekî çar perçe, gelekî di nav qîlên hûtan de xizan, perîsan û ji hev perçe. Perçebûna erdnîgarî, esîrtî, malbatî, olî, mezhebî û polîtîk. Civaka bê rêber ku her yek ji endamên wê pist dabûn hev û berî dabûn dijminan. Kurdên Tirk, Kurdên Ecem, Kurdên Ereb…Bi navê Kurdên Kurdistanê ne yek jî.

Pirsa destpêkê ku her kesî ji xwe û derdora xwe dipirsî ev bû.
''Erê, Kurd ê çawa bibin yek?''
Bi rêberiyeke rast û tekosîna soresgerî….

Sih sal berê me wisa bersiva pirsa xwe werdigirt.
Belê, ev sih salin ku Kurd bê navber têdiko?in. Bi ketin û rabûn li ber xwe didin. Encam? Bi hezaran kustî, birîndar, girtî û histûxwar li  sûn xwe hîstin. Li gel ku berdêlên mezin hatin dayin jî, gelek maf hatin bi dest xistin. Lê yekîtiya kurdan hîna jî çênebûye û di asoyê de diyar nabe. Lewra sedemên ku kurd nebin yek pirin. Lêbelê sedemên ku bibin yek û destên hev bigrin mixabin nînin. Tu ji kîjan siyasetmedarê Kurd bipirse destpêkê çima kurd nabin yek wê ji te re wê çîrokê vedibêje. ''Partiya filano filan salê çûçikên me tirsandin, bêvankeso ji mirîskên me re got kis, lawê filan kes gef li min vexwarin ûhw.'' Hinek ji wan nola kerê ku sikê rake û xwe li nav pêwendan biqelibîne hemû gunehî dixe histûyê yê din. Mîna ku ew bi xwe ne gunehkarbin diaxavin. Ez, tu û yê din… Em tev.

Çima hîna Kurdên Kurd, yên Kurdistanê kêmin? Li ber Kurdên Tirk, Kurdên Faris û Ereb hema bê Kurdên Kurd nînin. Çima? Ji 40 milyon Kurd hîna fikra 4 milyonan nêzîkî hev nebûye. Kurd bi qasî ku hevaltiya dijmin dikin  hevaltiy hev nakin? Çima?

Eger ez sasim, ji kerema xwe re bi min re bibin alîkar û vê sasitiya min sererast bikin. Lêbelê ez mîna hinekan nabêjim bila Kurd be bila ji axê be. Na.

Ez niha, îro pistî sî salî careke din ji xwe dipirisim;
''Gelo Kurdê çawa bibin yek?''

Bi vê pirsê re yekser rewsa Ereban hate hizra min.

Çend sal berê giregir, rayedar û payebilindên dewletên Ereb, yên bi kiras, çefî û egal ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Filistîn li hev civiyabûn. Piþtî ku gelekî dan ber hev mijar birin û anîn, serê hev êsandin û tev gêj bûn pist re serokê Lîbyayê birêz Mûamer Qedafî civîneke çapemeniyê li dar xist. Pistî ku Qedafî di derbarê Konferansê de bîr û boçûnên xwe vegotin yekî rojnamevan jê pirsî û got;
'' Birêz Qedafî, we di Konferansê de di derbarê pirsgirêka gelê Filistîn de çi biryarên girîng wergirtin?''
Qedafî;
''Me biryareke gelekî girîng wergirt.''
Rojnamevan;
'' Biriyareke çawa?
Qedafî;
''Me biryara tifaqa bêtifaqiyê wergirt. Ango me tifaq çêkir ku ticaran netifiqin?!''

Belê, ez îdîa dikim ku Kurd sondxwarîne ji bo nebin yek. Eger na, gelek, neteweyek ku ewqasa neheqî lê tê, çand, ziman, nasname, nav û hebûna wî qedexe, dewletên dinyê yên herî bi hêz yên mîna DYA Û YE bi dewletên herêmê yên paþverû re bûne yek ku wî ji holê rakin, tasviye û tune bikin û ew gel nebe yek? Heta ji bo yekîtî pêk neyê çi xerabî ji dest wî tê dike.

Ez weke kes ev sî sale ku bi polîtîkayê re pêwendarim û rewþa civaka Kurd ji nêz ve disopînim. Lêbelê dîsa jî bi ti sêwazan nikarim nav li vê rewsa ne rews ya sosret û kambax bikim. Eger hûn dikarin nav lêbikin fermo…

Navekî ji bêtifaqiya Kurdan re bibînin.

Binêrin, Mam Celal bûye Serokomarê Irakê hîna jî dev ji diziya elokan bernade, Kek Mesûd her çendî ku lawê melayekî welatparêze û bûye serokê herêma Kurdistana federal jî, hîna kum û kolos ji serê xwe danayne û li bendêye ku careke din vegere çiyan. Xecik, temen derbas kir (qaso serokatiya partiyeke siyasî dikir) mêr nema ku neceriband hîna jî yekî li gor dilê xwe nedîtî, di encamê de çû Basûr li Unîwersîteyekê dest bi kar kir. Kemal Burkay por spî kir hîna nikare jina xwe razî bike. Weke vana bi dehan. Yek ji wan jî Yasar Kaya. Dibêje ez û ne kesekî din. Pistî ku li ewrûpa perên serabê di bêrîkê de neman, çû li Basûr bi cih bû. Pêsa xwe tije kevir kirine, her ku maas distîne nivisekê dinivisîne û kevirekî di hêzên bakur werdike. Yên weke van bi sedan hene. Ango Hûpo û Lûpo pirrin. Dimîne hêza herî mezin û berxwedêr PKK. Ew jî îro di navbera armanc, stratejî û pekhateyan de nakokiya herî mezin dijî. Ji daxwaza Serxwebûnê hat li nasname û biratiya Kurd û Tirkan sekinî.

Kî ji we çi navî li bêtifaqiya gelê Kurd dikin bikin. Helbet hûn azad in di bîr û raya xwe de. Lêbelê  ya ku az dizanim rewsa ku Kurd dijîn bi gotinan nayê rave kirin, ev birîn bi xwesbîniyê nayê derman kirin. Ev nakokî bi hêsanî nayê çareser kirin.
Lêbelê vê yekê jî ji bîr nekin; roja ku Kurd bûn yek wê rojê Kurdistan AZAD E!

ibrahimosman@hotmail.de

Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min



Min îro hemû demsal û dane sal dan aliyekî. Sînor ji navbera qedexe û gunehan rakir! Mertal ji destê xwe danî, silfetazî dadiketim qadê.

Belê, min di karê nivisandina xwe de cûdabûnek çêkir. Beriya ku dest bi nivisandina gotara xwe bikim, her çiqas ku kumê min nebû jî, mîna ku kumek li serê min bû min wisa dest avêt serê xwe, qaso kûm danî ber xwe û hinekî bi bêdengî ponijîm…
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik