kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Îbrahîm Osman: DI PÊ ÇERKEZÊ RÊÞ RE

















Xebera reþ, xebera nexêrê di hinek rojname û malperên Kurdî de bi van peyvan belav bû pismam. Gotin Çerkezê Reþ jî mir…

Belê pismamo, nûçeya di derbarê bûyera mirina te de kite bi kite ne kêm û ne zêde bi van rêzikên ku min li jor nivisîn hate belav kirin…

Çiqas tal e, tûj e,  biêþ û jane mirin. Lewra ji roja roj de reþbaye, bayê kur e, tim reþe rengê mirinê.

Ez dizanim ku bilûra veqetînên bêveger, ti caran melodiya hevgihînê nastirênin. Melodiya veqetînê xemgîne, ew naþibe ya wesifdayin û þabaþan. Tu were ji dilê min bipirse, bê çend veqetînên xwînî yên berdem di awirên xembar de meyinandin bi ciwanî. Di wan awiran de çend biriyên qeytanî, çavên re?belek ku hîna ji cîhana ronî bi hêvî bûn, hatin binax kirin! Çend hevî, awir û daxwazî bi bêhna nêrgizên bejî re berdem çûn deryaya jibîr bûyan!? Yek axa me yek jî dem dizane… Û yek jî...?

Ma ne te ji min re digot; veqetînên ji niþkave û berdem malwêranî û kambaxîne pismampo. Lê te, te çawa em bi tenê hîþtin û bey xatir xwestin çûyî?

Lê belê ya ji vê jî zahmetir þêweyê belavkirina nûçeya bûyera mirina te bû. Ez bawerim vê yekê bala pir kesan neki?and. Ne KNK' û ne jî Rêxistinên Êzdiyan di serî de FÊK'ê ti peyamên sersaxiyê nedan raya Kurd. Min pir mereq kir û ji xwe re got; ''Gelo çima?'' qey cûdabûn ewqas hêsan e, nirxên mirovan ewqas bûye ji rêzê? Nizanim, nizanim pismamo…

Mîna ku ne helbestvanek, nivîskarek, dîrokzanek, ronakbîrekî têkoþer û azadîxwaz, welatparêz, dost û hezkiryekî Rêber Apo, Endamekî KNK'ê û ronahî û çira êzdiyan jiyana xwe ji dest dabe, lê yekî ku hebûn û nebûna wî ne diyar miri be. Mixabin û sed mixabin ku nûçeya mirina te bi vê nolê hat belav kirin.

Erê pismamo, çawa ku min nûçeya mirina te bihîst ez jî bi te re binax bûm û mirim. Min ji ber mirovbûna xwe þerm kir Çerkezê pismam. Li ber mirinê peyva ku me milyon caran ji bo xwe xapandinê digot; ''Mirov hebûnewerê herî binirxe'' hate bala min. Lê êdî dereng bû. Lewra darê darbestê hatibûn amdekirin û ruhsitên ji mêj de erk û peywîra xwe bicih anîbû. Mixabin ku ax û of êdî bê fêde bû.

Di pê te re xemgînim ez pismamê Çerkez… Ne tenê xemgîn, di heman demê de dilþikestî û hersim. Lewra ne min veqetandina te û ne jî nûçeyên ji rêzê ku di derbarê  mirina te de hatin nivisandin, pejirandin.

Di rojeke ku çav û awirên gelemperiya cîhan êli ser Amedêne, ewil care ku kurd bi cil û bergên Kurdewarî li qadane û bi dengê bilind ji bo azadiya xwe diqîrin, tu beyî ku xatir bixwaze piþta xwe dide me û vediqete.

Ezê çawa bibêjim te bi xwe re dîrokek bir, te ezmanê cimata êzdî tarî kir û ya herî girîng te em bê dost û heval hî?tin pismam. Ezê çawa bibejim stêrkeke din ya herî ge? ya sedsalê ji ezmanê Kurdistanê ji gulîstana Ezîdxanê kêm bû!?

Sedema xemgînî û dilmayina min ne tenê ji ber veqetîn û cûdabûna te ye bê xatir xwestin û berdeme. Na xêr.  Ji xwe min ev yek nepejirand û ti caran jî napejirînim. Ji ber ku sozê min û te li qûntara çiyayên bejin bilind dabû hev ne ev bû hevalo.

Ka qaþo ez û tu emê bi hev re biçûna xopana bajarê Wêranþarê li nav eþîrên þerqiya û Mila bigeriyana. Destpêkê biçûna ser girê Edþênê meyê berê xwe bida çiyayê Þengalê û bigota'' Dewrêþ rabe me ji ber Laliþa Nûranî ji te re silav û destûr anî, piþtî 224 salan Bavê Þêx hate rayê. Derwrêþ rabe  Edûla qîza Zor Temir Paþayê Milî di koza qîzaniyê de bi xeml û xêza kurmancî li bende hatina te dipê. Rabe Dewrêþ ya heta niha te ditî xewin bû.''  Lêbelê iro te ez bi tenê hîþtim pismamo. Temen, hêvî û soz nîvçe man. Ezê çawa vê cûda bûnê bipejirînim û mîna bûyerke ji rêzê bibînim.
Wê çawa çongên min nelerizin û tiliyên  min nericivin ku ez bi hêsanî çîroka jiyana te yan jî bûyera veqetîna te binivisînim pismam! Na, na ev qet ne pêkane…

Jiyaneke bi qasî Araratê bilind, weke rûbarê Erez bi coþ û herikbar ma di nav çend hevokan hiltê? Ezê dilsoziya te ya bi rêber Apo re, hevaltiya te ya bi gerîlayên Kurdistanê re, hizkirina te ya ji axa bav û kalan ku te weke çirayeke geþ her dem cîhana Cimata Êzdî geþ dikir, bi kîjan gotinan binivisînim!? Gelo peyv têrê dikin ku ew jiyana egîtî, ya têkoþer di nav hevokan de were zeft kirin? Ezê hêza hestên te, germayiya dilê te, vîn û giyana te ya têkoþer, bi kîjan gotinan rave bikim û biwesifînim? Ezê te ji kê bipirsim û ji kê re bibêjim ku pismamekî min ye weke çiyayê Agirî hebû?  Qey nebûna te, cûdabûna te ewqas hêsane  ku ez jî bibêjim; ''Rewþenbîrê kurd Çerkezê Reþ çû ser dilovaniya xwe.''  Yan jî wefat kir. Gelo ev peyv têra ve cûda bûnê dikin? Ev gotinên xwerû û ji rêzê çiqasî te tînin zimên?

Na pismamo, na. Na lawikê Þerqî na, cûda bûn bi vê nolê nabe. Di roja vejîn, raperîn û þahiya sedsale ya herêma Rojhilata Navîn ya mezin ku li paytexta dilan li Amedê li dardikeve, tu ji bo ku her sal bi bêhna nêrgizan û awaza bilûra azadiyê re ji nûve were þiyarkirin dil di qefesa sîng de radiwestîne. Nabe. Soz û qewlê me ne ev bu! Na.

Belê, vaye di ser veqetîna te ya berdem re 4 roj derbasbûn, ez li bendê mam ku rêxistin û ronakbîrên Êzdiyan peyamên sersaxiyê biweþînin û bi kêmanî ji bo sersaxiyê di malperên xwe de lênûsekê vekin. Lê mixabinm, mîna ku temenek di nav çend hevokên bi vê nolê de were veþartin; ti deng û his ji kesi nehat. Hemû hebûnewer di bin perda bêdengiyê de bê zarin.

Bi navê civaka Êzedî lêborîna xwe j ite dixwazim Mamosta. Ji bo ku tîra ewil li  perda bêdengiyê bixînim, hema bil ezgînî min hestên dilê xwe ji bo te vegotin. Dibêjim; oxir be pismamê Çerkez, ji te re oxir be. Ciyê te buhuþt  be.

ibrahimosman@hotmail.de



Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min









''Rewþenbîrê Kurd yê Êzdî Çerkezê Reþ çû ser dilovaniya xwe''. ''Hêviya Êzdiyên Kafkasya Çerkezê Reþ jî mir''. ''Çerkezê Reþ wefat kir''. ( Çerkezê Reþ di di sala 1955'an de li Erîvanê ji dayîk bû. Roja Newrozê 2008'an wefat kir.)
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik