kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Bihara beravêtî


di tariya xayîn de
roj xesandin
pelên azadiyê wesandin
li 16'ê adarê
goristanên Mediya
giriyandin
ji kelha zilmê
melkemotên mirinê
siyandin
di tariya xayîn de
roj xesandin
min jan û kovan
ji kolanên bihara beravêtî
kisandine nava xwe
di henasa xwe de
qêrîn û girî girtin
bi lehiyên veresandina jahrê
di qolincên bajarê bêmecal de
Helebçe kustin
di tariya xayin de
roj xesandin
axînên we
di çolbeyarên giyanên xwe re
herikîne bêdumahiya dilê min
werin netirsin
sêwiyên pasmayên Medan
di cîhanê de hûn bi cih nebûn
cîhan nikare we vesêre
werin
di mêjiyê min de
xwe vesêrin
werin destên min bigirin
em cîhana xwe
biafirînin
bi çavên êsê
bi axîn û girî
bi agir û hilma tirsê
li min nenêrin
hêstirên we
kaniyên çavên min
ziwa dikin
ser xwe rakin
baskên xwe vekirine stêrên jînê
bêgiyan ranewestin
rabin
li dilê min siwar bin
binêrin
bayê bihara jînê
hate Helebçe
tirsa leskerê Med
kelha zilmê hejand
bircên Babîl hilwesand
bi hilma biharê werin
werin bikevin dilê min
ji cejna me re
pênc roj mane
wê bibe
cejn  li welatê me
em cilên xwe yên
rengerengo li xwe kin
li kuç û kolanên
leyîstik lê mirin
sekirê cejnê kom bikin
rabin werin
werin bikevin mêjiyê min
di mêjiyê min de
bijîn werin


16.03.2005


Kanran Simo Hedilî

Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik