kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
ÎbrahÎm osman: ÇAR(E)SERIYA DEMOKRATÎK

















Dixwazim îro hinekî li ser heyamê þûnmayî yê bakurê Kurdistanê yê van sî salên dawî bihizirim. Bi navê din, sî salên dîroka têkoþîna hemdem. Bêlê, dixwazim li ser pêvajoya bi þer û pevçûn, zext û koçberî, Talanî û malweranî, xwesparî û qahremanî, ketin û rabûnê dagirtî bihizirim.  Ango ji bo qasekî be jî, li piþt xwe binêrim, bibînim me çi kir, çi nekir û bê ka li þûn me çi maye. Yên bi xwîn û xwêdan û keda me hatine afirandin çine? Em xwediyê kîjan serkeftinane û kîjan ji wan xwemalê me ne? Em îro li ku rawestiyane û doza çi dikin?

Gelo hûn jî dixwazin ji bo qasekî bi min re rêwîtiyê bikin?

Eger bersiva we erê ye; ji kerema xwe re bê tasewas çavê xwe bigrin, hiþ û fikrên xwe li ser daxwazî û dûriþmeyên gelê me yê rêxistin kirî ku piþtî 15 Tebaxa 1984'an li bakurê Kurdistanê bilind dikirin konsantre bikin û bi vê hizrê re li xwe vegerin.

Emê çi bibînin?

Welatek serjimara þêniyên wî li derdora bîst milyonan, di bin nîr û ala dewleta Tirk ya dagirker de ji hemû mavê mirovbûnê bêpar. Welatê ku navê wî qedexe. Welatê ku ji nexweþxane û karxaneyan bêhtir dibistanên kemalîstan, garnîzonên leþkerî û saziyên zilmê û asîmilasiyonê lê hatibûn ava kirin.

Welatekî ku ji seranser  navê gund û bajarên wî hatine gohartin, navên tirkî lê hatine kirin.
Çand û zimanê dewlemend, lê li ber bahoza talanê û ji xwediyên wî re qedexe.
Axeke dewlemend, lê mirovên li ser dijîn xizan û belengaz.
Welatekî ku ji xwediyên xwe re bûbû dojeh, zîndan û tarîstan…

PKK'ê ji vê rewþê re got na û dest biþerê çekdarî kir. Tevgêra PKK'ê weke navê ji dagirkeriyê re na dihat zanîn. Bêguman berpirsê têkoþîna van sî salên dawîn ya Bakurê Kurdistan, bi qencî û xerabiyên xwe di rêza yekem de PKK'e ye.

Tevgêra azadîxwaz digot;
''Em ji ne rijandina xwînê, lê  ji rawestandina wê ditirsin''
'' An Kurdistan an neman''
''Heta ku Kurdistan serbixwe û azad nebe em çêkên xwe danaynin''

Dûriþme û daxwaziyên mîna yên ku min li jor nivisîn dikarin hîn jî li pê hev bêne rêz kirin, lêbelê ji bo fêmkirina mijara me ewqas besin.

Gava ku îro em li þûn xwe binêrin emê çi bibînin?  Xwîna bi hezaran þehîd ya qîz û lawên gelê me. Hêvî û daxwaziyên wan yên ji bo welatekî serbixwe û azad. Pênc hezar gundên wêran û kavil. Bi deh hezaran koçber. Bi hezaran girtî. Bi hezaran kesên histû xwar û zarokên sêwî. Dayikên ser bi reþ û çav bi hêsir…
Belê,  pirr xwîn hate rijandin û hîna jî dirje.

Piþtî ewqas berdêl em niha çi dibêjin?

''Bira xwîn raweste''
''Em ji bo pirsgirêka gelê kurd çareseriyake demokratîk dixwazin''
''Naskirina nasnameye gelê kurd''….

Ez hema li vir bibêjim ku kesên dixwazin xwîn birije ew ji mirovbûnê bêparin. Tevgêra azadîxwaz a gelê kurd roja destpêkê li dijî rijandina xwînê bû û îro jî. Ji xwe ji bo ku xwîn nêyê rijandin çek hate rakirin û derketina çiyan dest pê kir. Eger tevgêra azadîxwaz îro dibeje bila xwîn raweste ev daxwazî û hêviyeke mirovaneye. Lê belê pirs ev e; Dewleta Tirk ya dagirker û zalim çi gohartin çêkirin ku heta em radibin hêviyan jê dikin? Ev dewleta ku li ser înkara gelan hatiye damezirandin, gelên dibin desthilatiya xwe de dibin zor û zextê de bêhinçikiyayî kirine çawa dikare bersiva daxwaziyên kurda bide? Eger ev dewleta  bi kotek û darê zorê hatî damezirandin, heta weke pergal û recim nêyê hilweþandin wê kîjan pirsgirêkê çareserbike?  Ma çi dinamîkên demokratîk li cem dewleta dagirker hene ku gohartinên demokratîk bike? Çavên li bende dewleta tirk û gohartinan û çareseriyê bin, wê ji tariyê pêve tiþtekî nebînin.

Demokrasî, çareserî û azadî tev girêdayî hêza mirov ya xweser e. Eger hêza te hebe tu dikare kêþeyan bi rê û  rêbazên demokratîk çareser bike. Eger na, ne bergeran, ne lave û ne jî bi zirt û fortan dibe. Ji xwe polîtîkaya ''Belo, belo di ber re çû…..'' ti tiþtî çaresr nake.

ibrahimosman@hotmail.de

Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min




Welatek serjimara þêniyên wî li derdora bîst milyonan, di bin nîr û ala dewleta Tirk ya dagirker de ji hemû mavê mirovbûnê bêpar. Welatê ku navê wî qedexe. Welatê ku ji nexweþxane û karxaneyan bêhtir dibistanên kemalîstan, garnîzonên leþkerî û saziyên zilmê û asîmilasiyonê lê hatibûn ava kirin.
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik