kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Îbrahîm osman: ÊZDIYATÎ Û NIFÞÊ NÛ











.Bi lezgînî parastin lazime. Lê ji bo parastinê pêwîste ku nifþên nû Êzdiyatiyê bi doralî û berfireh fêm bikin. Eger nifþê nû Êzdiyatiyê fêm neke, naþopîne, lê xwedî dernakeve û her biçe ev ola qedîm wê kêm û lawaz bibe.

Belê, Êzî; navê Xweda yê yekem e ku Êzdiyan beriya hemû ol û miletan lêkir, bi vî navî bang kirin û jê re dia kirin. Êzdî; kesê ji ola Êzdî, yê xweda parêz e. Êzdiyatî; fikir û bîrdoziya ola Êzdiye ku li dijî pir xwedêtî û pûtperestiyê yek xweda dinase.

Qet guman nîne ku ola Êzdî di nav olên semawî de ola herî kevne û hemû olên din piþtî Êzdiyatiyê derketine holê. Bûyer û rastiyên dîrokî ji me re diçespînin ku, civaka Êzdî beriya hemû civakan Xweda naskir û navê herî realîst bi zimanê þêrîn kurdî lêkir. Nav lêkirin''Xweda,'' ango wî xwe da. Ya herî girîng jî ew e ku, navê xwedê di ti zimanan de bi qasî yê kurdî ne nêzîkî rastiyêye û watedare.

Dikare were gotin ku; li gel hinek reform û goherînên serdema Þêx Adî ku ji aliyê þêx adî ve hatine kirin, ola Êzdî ji destpêka afirînê heta bi roja îro, ola herî pîr û pak ya nêzîkî xwedêye û ti kes nikare berovajî vê îdîa bike ji bilî edxem û xêrnexwazên vê olê.

Ji ber ku ola Êzdî di naveroka xwe de ola aþtîxwazî û wekheviyêye, ti caran nebûye desthilat, neketiye xizmeta dewletê û bi polîtîkayên serweran yên berjewendîperez nehatiye qirêj kirin. Ew hîna ji dergû?ê ve wek þîr spî, pîr û pak bû û îro jî wisaye.

Lêbelê li gel hemû aliyên ola Êzdî yên pozitîf, ku xizmetê ji aþtî, aramî û biratiya navbera gelan re dike, rê nade dubentîtî, dijminatî, fitne û fesadiyê jî, mixabin ku ev ola dîrokî ya maka hemû þaristaniyan îro ji hêla endmên vê civakê bi xwe ve jî baþ nayê naskirin û bi tinebûnê re rû bi rûye. Bermayên þaristaniya navbera her dû çeman, bêy ku tiþtekî li þûn xwe bihêlin li ber bahoza serdemê bê ser û þûn diçin.

Bê guman, ji ber ku ola Êzdî bê rêber û pêþenge, ti kes û hêzeke bikaribe Êzdiyatiyê li gorî serdemê þîrove bike, aliyên wê yên êdî nema bersivê didin serdemê bi nûjeniyê restore bike û bikaribe reforman pêk bîne, nîne. Em bi pejirînin ya nepejirînin,  rastiyeke li ber çavye ku di roja me de ola Êzdî qolincên tunebûnê dikiþîne. Eger weha here piþtî çend salên din wê tiþtek ji vê ola qedîm û aþtîxwaz nemîne.

Eger hinek kes berovajî vê rastiyê tiþtekî din îda dikin hebin, ezê tenê çend gotinan ji wan re bibêjim; Eger tu dilsozê ola xwe ye û dilê te li ser vê  olê diþewite? Ka binêre bê serjimara Êzdiyan di van 50 salên dawiyê de ji ku hat ku? Rojê çend qîz û xortên Êzdiyan ola xwe digoherin? Çend xwendevan û rewþewnbîrên Êzdiyan li ser koka xwe man? Çand û zimanê me her roj çiqasî lawaz dibe? Girêdana êzdiyan ya bi welat û axa bav û kalan re di çi astê de ye? Eger te bersiva van pirsan dît, wê demê  ne gengaze ku tu li hember rastiya civaka xwe bêdeng bimîne.

Sedemeke herî girîng ew e ku, ji ber ku ev ol ji nifþê nû re bi riya xwendin û perwerdeyê nayê gotin û rave kirin, mîna berfa li ber tîrêjên roja havînê her roj hinekî din dihele, tune dibe.

Ji bo parastina Êzdiyatiyê lazime bi lezgîni hin gavên dîrokî bêne avêtin û hin karên girîng werin kirin.

Kî wê van karên girîng bikin?

Bêguman ronakbîr, alimên olî û rêxistinên me. Ango yên xwe zana, pêþeng û dilsoz dibînin, divê zend û benda vemalin.

Divê çi bikin?
Divê, di destpekê de bîrdoziya ola Êzdî li gorî serdema niha bi þîroveyeke hemdem were nivisandin û rastiya ola Êzdî weke olên din bibe cîhanî. Ango; pêwîste em bikaribin destpêkê ''Teyrê anka'' ji ser dara Herhebê peyakin erdê. Lewra ew li wê derê gelekî ma û qerimî. Eger ew bixwaze jî êdî nema dikare bifire. Lewma divê ew tewyir bi lez û bez ji ser darê were daxistin.

Li gorî bîr û baweriya min heta ku ew teyir li ser darê venîþtî be em ê nikaribin ti gohartin û pêþveçûnan girîng pêk bînin û çanda vê ola qedîm ji bahozan biparêzin. Divê destpêkê ling bigihîjin axê. Ji ber ku ax dayika zayinê ye û pîroz e. Bînin bala xwe ku, çi gava em ê?ê dik?înin em dibêjin ''Ax''.

Piþtî ku  ''Teyr ji ser dara Herheb hate  peya kirin û lingên wî/ê giyaþtin axa pîroz'' divê dîrok û rastiya ola Êzdî bi hemû aliyên xwe were lêkolîn û nivisandin. Zagonên ku hezarê salan beriya niha hatine danîn, êdî bê wate bûne û bi karekterê serdemê re di nava nakokiyan de ne. Li gel van hemûyan, lazime qelend hema rabe. Qedaxeya li ser li xwe kirina cilan, xwarin û zewaca bi xeyrî kesên ji vê olê re, bi reformên ku naveroka çanda êzdiyatiyê biparêzin were nû kirin.

Eger nebe nabe…

Lewra, eger bîrdoziyek, olek yan jî fikrek neyê naskirin, nayê fêm kirin. Tiþta ku nêyê fêmkirin nayê ragirtin. Tiþta ku neyê ragirtin nayê pêþve birin. Tiþta ku pêþve neçe neçarê têkçûn û tinebûneye.

Gola ku neherike û av lê zêde nebe wê çi bibe?

Wê destpêkê genî bibe, kurmê têkevinê û wê rojekê bimiçiqe. Lewma ez divêjim pêwistiya Êzdiyatiyê bi herikandinê heye...

ibrahimosman@hotmail.de

Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min


Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik
Ez dixwazim hema di destpêkê de bibêjim ku, em bi pejirînin yan nepejirînin, bi dilê me  be yan na, lê belê rastiyeke ku di roja îro de Êzdiyatî li ber çavê me tevan berbe tinebûnê diçe. Eger pêþî li tinebûn û helandinê neyê girtin….