kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
DELÎL MÎRSAZ Hestên berbendkirî
















Ji serdemên navîn û vir ve bi giþtî û di serdema sermayedarî de bi taybetî tê dîtin, rengê jinê yê ku cewherê wê hatiye veþartin yan vala kirin, gelekî li pêþe.
Ev kiryarên hanê ne kiryarên jinê bi xwe ne, desthilatiya zilam a diktator û þerxwaz bi darê zorê jin xiste bin destê xwe û bi awayekî zirav bi dirêjahiya salan jin ji naveroka wê bi derxist û bedewbûna laþê wê da pêþ û ew kire qurbanî berdewamkirina desthilatiya xwe.

Hunera ku îro jin pêþkêþ dike, bi hevîrê sîstema zilam hatiye sitrandin û hestên jinê ji bandora mêraniya vê sîstemê rizgar nebûne. Eger kesên zana gotine: her tiþtekî ku afirandin tê de hebe huner e, wê demê em ê vegerin resentiya mirovatiyê û mêze bikin ka afirandin çawa çêbû?

Di serdemên navîn ên mirovatiyê de ku hêþta her kes wek hev dijî û çîn û tiwêj nîn in, zilam bi nêçîrê re û jin bi xwedîkirina zarokan re mijûl e, ka taybetmendî çawa pêþ dikevin?

Ew zilamê ku sibê heta êvarê bi nêçîrê re mijûle û tim di nava kuþtin û xwînê de ye, her wisa karê wî pêdivî bi hêzê heye, bi dirêjahiya demê re dibe xwedî taybetmendiyên hiþk û ji hestan dûr.psîkolojya zayînê li cem jinê, giyanekî avakirin û xulqandinê dide çêkirin.

Em dikarin bêjin ku þoreþa (neolotîk) encama taybetmendiyên jinê hatiye çêkirin, her wisa ev þoreþ destpêka þaritaniyê ye.
Li vêderê ji ber ku jin li mal dimîne, aliyê wê yê afirandinê zêdetir li pêþ dikeve. Eger em aliyê wê yê hest bikin mijarek, wisa tê zanîn ku jin dayik e lewra jî aliyê wê yê hest gelek li pêþî zilam e.

Eger huner hest be, wê demê mirov van xalan bîne ber hev, wê çavkaniya hunerê derkeve meydanê. Bi awayekî din jî em dikarin bêjin ku jin di wê demê de gelek tiþtan diafirîne wek dîtina agir û wêne çêkirin li ser dîwaran û kedîkirna ajalan û pêþxistina çanda metbexê, çêkirna qap û feraqan ji dar û keviran heta piþt re dibe mis û madan.
Her wisa pêþxistina ziman ku dibe sedema veguhestina dîrokê bi awayê devkî.
Li aliyekî din jî, lêgerînên jinan çêdibin ji bo bikaranîna giyayê þîn bo derman û gelek gavan pêþde davêje. Dîsa çêkirina cil û bergên zarokan li dijî serma û seqemê.

Di vê demê de jin dibe dayika jiyanê û pêvajo dibe pêvajoya dayiksalariyê, bê guman yek ji sedeman ew e ku zarok bi dayika xwe tên nasîn ne bi bav, ji ber ku hêþta zewac bi awayekî kom tê kirin, lewra dayik bi esas tê girtin. Di vê serdemê de hunera herî resen derdikeve, ew jî bi afirandina wan amûrên ku heta roja îro bûna malê mirovatiyê û her wisa hebûna edalet û wekheviyê di nava civakê de.

Piþtî ku Merdox þeqama xwe ya dîrokî li Tiyamat'ê dide pergala pêvajoya dayiksalariyê ber bi hilweþandinê diçe û zilam sîstema xwe ya zordariyê li cihê wê dide avakirin.

Mînaka jinên ku pêvajoya dayiksalariyê bi rê ve birin yek ji wan jinan Nanþê ye.
Nanþê di sala 2144 - 2124 p.z li gel birayê xwe Cûdya dibin rêvebirê bajarê Lixi? di wê demê de, ji navbera her du çemên Dîcle û Firatê yan Mezopotamya re digotin "xwediyê seriyên reþ."

Dema ku mirov Nanþê dixwîne huner afirandina jinê bi awayekî zirav dikare nas bike, çi aliyê wê yê edaletê û hem afirandina derfetên jiyanê ku di naveroka xwe de huner bi xwe ye.

Piþtî ku ev pêvajoya wekhev hildiweþe, zilam hêza xwe bi kar tîne û li gorî berjewendiyên xwe sîstemê ava dike, di sîstema zilam de tu mafê jinan nîn e û ji tiþtên ku wê afirandine jî çavçinok dibe, ji vê yekê jî zilam hemû rê û derfetên afirandinê li pêþiya jinan digire.














Têkoþîna jinan a îro

Li vir em dikarin wisa bêjin: Zilam bi hemû derfetên xwe hewl da ku jinan biçûk bike û heta karîbû bi çûk kir, lê zilam nedikarî fêm bike ku jin hêza xwe ji xwazayê digre û gelek taybetmendiyên jinan ên xwezayî hene ew nikare wan berbend bike. Ev xala hanê heta roja me ya îro jî heye, li hember vê yekê heta ji zilam hatiye çewa?ekarî çêkiriye û çêdike.

Jin jî hêdî hêdî teslîmî wê rastiyê dibe heta gihîþte astê ku ew rastî ji xwe re pejirand û qebûl kir û bû zîndaniya nava çiwar dîwaran û kesatiya wê de huner hate kuþtin.
Her wisa vê sîstemê li ser huner kar kir û ji xwe re kire amrazekî ji bo xizmeta desthilatiyê û wisa dewam kir.Ji sedsala 19 û vir ve jî, desthilatiya sermayedarî ji jinê rengek çêkir û daxist nava civakê, bi taybetî di warê hunerê de, jina ku daxistiye meydanê jineke tu taybetmendiyên jinê pê re nîn in û hemû berhemên xwe de nûnertiya sîstema zilam dike, dikare bixapîne û civakê li gorî daxwazên sîstemê çewaþe bike. Ew hestên jinan ên hemû huner in bi hezaran sal di hundirê wê de hatin perçiqandin lê nemirin, sîstema sermayedarî ew derxistin meydanê û bi rengê ku ew dixwaze belav kir.

Em dikarin bêjin, ew jina ku bi xwezayê re dibû yek, ew jina ku dayika hemû mirovan e, ew jina ku ji aþtî û wekheviyê hez dike, mînakên weke (Margirêt Tatþer û Tanso Çîler) jê çêkirin û berdane meydanê.

Di sedsala bîstan de, tevgera azadîxwaz bi yekîtiya Sovyetê re dest pê kir û heta roja me ya îro berdewame, xwest ku jin jî bikeve nava vê tevgerê û jin bo azadiyê têbikoþe. Di nava vê têkoþînê de kesayetiyên weke Rosa Luksemburg, Klara Zetkîn, Îvana, Fatma Cezayirî derketin pêþ. Van kesayetiyên jin di riya têkoþîna azadiya jinan de rêçek danîn û canê xwe fedayî wê rêçê kirin.

Tkoþîna azadiya gelê Kurdisanê jî, bi awayekî nûjen rê li pêþiya tekoþîna jinanvekir û bi hezaran jin tevli refê vê têkoþînê kirin û zincîra hestên berbendkirî xelek bi xelek ji hev qetandin.

Di nav vê tekoþînê de û bi derbaskirina sîstema zilam a zalim re kesatiyên gelekî mezin derketin weke Besê, Bêrîvan, Bêrîtan, Zîlan, þîlan dikaribûn careke din rastiya jinan a ku di bin pergala zilma zilam de perçiqî bû derxin meydanê û careke din deryayek ji hestan bidin avakirin û ji pêlên deryaya hestan, hestên weke Mizgîn, Berçem, Avjîn, Perwîn, Jînda Ronahî û Delîla pêl dan û dengê zengilê teko?îna azadiyê li çiwar aliyên dinyayê bi coþ dane bihîstin.

Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik