kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Îbrahîm osman: Kurd1.Tv' ya ewrûpa, berdêla Roj Tv'ya Kurda ye

















Belê, dibe ku hinek kes vê sergotarê mîna teoriya komployê binirxînin. Lêbelê ki çawa dinirxîne bila binirxîne, li gor hizir û dîtina min rewþ cûdaye. Ji bo min ya herî girîng ew e ku; di rojên ku Roj.Tv li Almanya tê qedexekirin, hema di wan rojan de li Franasayê bi navê ''Kurd1'' telewizyoneke nû dest bi weþanê dike. Kurd1.Tv. ya Enstîtûya Kurd ya parîsê ye û serokê wê jî Kendal Ne-zan e. Baþe, Kendal Nezan kîye, piþtgirên wî kîne? Bi salaye ku ev mirov ji deryê kê nên dixwe û li hember têkoþîna azadiyê xwedan helwesteke çawaye? Ango pêkane ku em çavê xwe bigrin û vê yekê fena bûyereke xwezayî ya ketûber ji rêzê bibînin? Ez dibêjim na.

Çima na

Gelo kes kare bibêje ku hesabên ewrûpa, bi taybet yê Frensa û Almanya li ser Kurdistanê nînin? Na. Ji ber ku, çawa ku kurdên xwefiroþ yên dewletên dagirkerên Kurdistanê hene û li dijî gelê xwe þer dikin, her wisa kurdên Emerîka û xeyrî wan jî hene. Jixwe bi salaye ku ewrûpa jî hewil dide ku kurdê xwe çêke. Ango kurdê kedî, yê bêvîn û yê dijberê tevgêr û bizava gelê kurd ya azadîxwaz. Qet nayê înkarkirin ku di vê derbarê de rola sereke Almanya û Fransa dilîzin. Her hêzek dixwaze bi riya kurdkurmê xwe li ser Kurdistanê bibe xwedan gotin û hêz. Ji xwe kurdên ku ji bo jiyaneke erzan dikarin deh teqleyan biavêjin jî pirr in.

Eþkereye ku Almanya bi destê kesên fena Kemal Burkay û yên weke wî, Fransa jî bi yên weke kendal Nezan kurdên xwe yên qaþo alternatîfê PKK ê çêdikin. Bi salaye ku Kendal Ne-zan ji bo karekî wisa dijber li Fransa tê xwedîkirin û ragirtin. Ez ê li vir mînakekê bidim da ku rewþ zelal bibe. Binêrin, rêberê gelê kurd birêz Abdullah Ocalan, serokekî kurda ye ku bi milyonan alîgirê wî hene, partiya ku wî çêkirî ya ku di cîhanê de herî bi tevgêr û hêze, bi milyonan kurd Ocalan weke vîna xwe ya siyasî dibînin û vê yekê bangewazî dikin, li herçar beþên Kurdistanê û derveyî welêt di nav cîhana kurdî de kesê herî zana, fedekar, wêrek, bi rûmet û kurd wî ji xwe re rêber dibînin birêz Abdûllah Ocalan e. Di rojên ku Ocalan bi komployeke navdewletî hat girtin de nêzîkî sed kesî  agir bera bedenên xwe dan û xwe þewitandin. Eger birêz Ocalan bi xwe pêþî li xweþewitandinê negirtibûna, wê ev hejmar bigihîþta hezaran jî. Gelo çend mînakên din yên bi vê nolê li cîhanê hene? De binêrin bi bidî rastiyeke wisa, Almanya û Fransa Ocalan û partiya wî, heta dilxwaz û alîgirên wî weke terorîst binav dikin û hemû rêya lê digrin û yên fena Kendal Ne-zan jî ku kes nizane bê bezê guhê wî ji kû ye û ji bilî sê-çar sûtan ku kes li cem wî nîne, xwedan dikin û jêr derfetan pêþkêþ dikin! Telewizyonan vedikin û dibêjin de biaxive! Kesê ku vê rastiyê nebîne yan di hêla siysî de mîyope yan jî bi rastî hitum-î kor e.

Çima dixwazin denge Roj Tv bibirin?

Ji bo ku Kurd1.Tv weþanê bike divê dengê Roj.Tv were birîn. Ji ber ku Roj.Tv, weþangeriyeke azad dike, cîhana kurdên bindest û azadîxwaz bi tîrêjên xwe ronî dike. Dek û dolabên kirêt derdixe holê. Ti tiþtekî bincil nahêle. Ruçikê dijminan yê reþ derdixe ber ronayê. Lewma jî divê dengê wê were birîn. Bêguman, Roj Tv. di nav hemû weþanên kurdan de ya herî zêde nêzîkî hizir û ramana netewî ya modern û li ser prensîbên welatparêzî, wekhevî, demokratîk, ramana azad weþanê dike ye. Roj Tv. bi deng û rengên xwe weke harmoniya otantîk ya gel, ol, çand û zimanên mezopotamya yên li ber keviya tunebûnêye.

Gelo we kesî dîtiya ku ji bilî PKK'ê û Roj.Tv. rojekê ji rojan partî, serok, yan jî Tv yên kurda bahsa yekîtiya kurdan, Kongre û Konferanseke netewî kirine û hewildan raber kirine?! Ji roja ku Mam Celal û Kek Mesû dest bi siyasetê kirine heta roja îro, çi dema li çiyê, li penaberiyê û çi jî dema ku bune hikûmeteke serbixwe û heta  vê kêliyê, kê ji we dîtiye yan bihîstiye ku van camêran daxwaza çêkirina kongre yan jî konferanseke netewî kirine? Qey pêkanîna yekîtiya netewî ne peywîr û erka wan e jî? Nizanim.  Lê min ne dîtî û nebihîstî ku rojekê ji rojan navê kongre yan konferansa netewî bi bêhemdî be jî hatibe ser zimanê wan. Yên xwedan agahî dikarin min agahdar bikin.

Roj. Tv ku ewqas xizmeta gel, çand û olan dike li dewleteke fena almanya ku qaþo xwe welatekî demokratîk dibîne tê qedexe kirin. Bêþik, ev yek encama konsepteke nûye li dijî tevgêra azadîxwaz. Bînin bala xwe ku, dewleta tirk li dijî gerîlayên kurd operasyonên tinekirinê bênavber dimeþîne, tecrîda li ser birêz Ocalan her roj hinekî din diþdîne, doza girtina DTP'ê vedike, biryar dide ku kanalekî TRT bi kurdî weþanê bike û kewê gozel Umît Firat dike þêwirmend. Ji Fransayê jî Kurd1.Tv. vedibe û serokê wê Kendal Nez-ane. Ba?e, di nav maweyekî ewqas girîng de ewqas bûyerên weha nêzîkî hev û dijber ku di nav hev de dijîn, hizrekê ji mirov re çênakin ku ev tev ji navendekê tên rêvebirin?

Çawa ku beriya Emerîka dest bi pêkanîna plana destwerdana Îrakê bike, diviyabû ku destpêkê birêz Ocalan bêtesîr bike û ji bo vê jî bi PDK û YNK ê re li hev kirin û ew jî têkilî komployê kirin. Ez dikarim heman tiþtî ji bo qedexekirina Roj.Tv ji hêla dewleta Alman ve bibêjim ku ew û Fransa ji hev agahdarin û Kendal Ne-zan û hin kesên din jî tevlî vê dek û dolaba nû kirine? Hûn dibêjin çi?!

ibrahimosman@hotmail.de



Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min




Ji bo ku Kurd1.Tv weþanê bike divê dengê Roj.Tv were birîn. Ji ber ku Roj.Tv, weþangeriyeke azad dike, cîhana kurdên bindest û azadîxwaz bi tîrêjên xwe ronî dike. Dek û dolabên kirêt derdixe holê. Ti tiþtekî bincil nahêle. Ruçikê dijminan yê reþ derdixe ber ronayê. Lewma jî divê dengê wê were birîn. Bêguman, Roj Tv. di nav hemû weþanên kurdan de ya herî zêde nêzîkî hizir û ramana netewî ya modern û li ser prensîbên welatparêzî, wekhevî, demokratîk, ramana azad weþanê dike ye. Roj Tv. bi deng û rengên xwe weke harmoniya otantîk ya gel, ol, çand û zimanên mezopotamya yên li ber keviya tunebûnêye.
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik