kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Îbrahîm Osman: Dikujin û dibêjin "xwekujî"
















Belê, her cara ku ez di rojname, tv an malperan de nûçeyekê li ser qaþo''xwekujiya!?'' jinan  dibînim, dilê min hinekî din tê guvaþtin û ji ber mirovbûna xwe fedî dikim. Bi her xwekujiyekê re hezar carî binerd dibim.

Ez li vê derê li hizûra xwendevanan binê gotinên xwe xêz dikim û pirr bi vekirî dibêjim; her çiqasî xwekujî pirsgirêk û qeyraneke civakî, ehlaqî û serdemî be jî, lêbelê eger hûn bûyereke bi tenê jî vekolin, hûnê bibînin ku di bin her xwekuþtineke jinan de miheqeq tiliya mêran, dekûdolebek û xinizîyake wan heye. Yên ku dikujin an jî dibin sedema xwekuþtina jinan mêr bixwene. Zirzagonên mêrane ên nêr û edetên ku mêran jê re sînor diyarkirine ên ceberûtî dibin sedema xwekujiyan. Zihniyeta kevneperset a paþverû, a malbatî û eþayiriye ku jinê weke namûsa mêr dibîne û parastina ''namûsê'' ji bo mêr bi her cûreyî rewa tê dîtin. Mêrê ku her cûre kirêtiyê ji bo xwe rewa dibîne, çi sosretek ku îjar radibe û xwe nobedarê namûsa jinê dibîne! Kîjan namûs? Û çi?  Tu dibêje qey ew ji bo parastina wan tiþtên jinê yên muherem hatiye dinê. Ewqasî xwe xwedan maf dibînin ku dikare jinekê ji bo gotinekê bikuje. Bêguman, mîmar û afrînerê vê fikrê, pergalên olî, feodalî û koledariyêne. Ji xwe nêzîkatiyên kapîtalîzmê ji jinê re hîn jî kambaxtire. Lêbelê divê neyê jibîrkirin ku, her xwekuþtineke jinan îmzeyeke ku rûreþiya mêran diçespîne û mirovatî hinekî din ji nirxên mirovbûnê dûrdikeve.

Di vê gotara xwe de ez ê ti þîroveyên zêde nakim û serê we jî bi serê xwe re naêþînim. Ez ê bi kurtî tenê serpêhatiyeke xwe ji we re binivisînim. Kî çawa dixwaze bila weke xwe fêm bike.

Fermo ji we re serpêhatiya min;

Li warekî dûr li navsera çiyayên asê di bin siya çekan de piþtî zivistaneke dijwar a gelkî bi pûk û bager û berf, me bi kotek xwe giyandibû demsla biharê. Ji bilî aþûtên ku wê zivistanê bi ser me de dihatin, birûskên ku li derdora me dixistin, bêqûtbûnê ji hêlekê de û spiyan ji hêla din ve em ji hêz û taqet xistibûn. Weke ku þehid Delîla di strana xwe de dibêje, ''Em jî li bende biharê bûn û bi kotek be jî bihar hatibû.'' Bihar bi xêr û ber bû. Dar biþkivîbûn û rengê siruþtê bi vebûna pel, pincar û giya re kesk bûbû. Me jî pel û pincar dixwar û her roj em hinekî bi ser xwe ve dihatin. Xwîna di rehan de tevizî hêdî hedî xwe nû dikir û em jî weke siruþtê vedizeliyan. Tevayiya zinde û jîndaran di nava liv û lebatê de reng digohartin. Çem û rûbar dicoþiyan û bi hêrs diherikiyan. Ewrên reþ û yên spî, yên avis û sitewer qefle bi qefle dixuricîn ser derya û çiyayan. Teyr û tilûran bi hev dilîstin û þa dibûn. Ti tiþt di ciyê xwe de ranediwestiya. Jiyanê livûlebat û herikandin diviya…

Bêrîvan qîzeke kurd a azadîxwaz bû. Di salên ku Bêrîvan hîna biçûk bû, malbata wê jî mîna gelek malbatên kurd ji ber zilma romareþ neçarî koçberiyê bûbû. War û gundê xwe hîþtibûn û bi malbatî derbasî Rojhilatê Kurdistan bûbûn. Di lêgera azadiyê de mîna bi hezaran qîzên kurd, Bêrîvan jî rêya çiyê a ku kevirên rêya wê bi zorî û zahmetiyan hûnandî hilbijartibû. Wê jî mîna hevalên xwe duriþmeya ku digot; rêya azadiyê, ya evînê û hezkirinên mezin di çiyayên  azad re derbaz dibe bi lêv dikir. An jiyaneke bi rûmet an qet! Bi vê hêviyê çek hilgirtibû û ji bo azadiyê têdikoþiya.

Bêrîvan qîzeke teze, lihevhatî, weke hîva nûhilatî hîna bermirad temenê wê li dor hivde hijde salan bû. Fena kaniyeke esîl xwîngerm, kelecanî û bi coþ bû. Ji jiyanê hez dikir. Qîzeke li hev hatî, bejin zirav, birû qetranî bû. Çavên wê di binê birûyan re mîna du kaniyên avzelal pak û watedarbûn. Bê pesinandin, Bêrîvan fena perçek sayî di nav ewran de bedew bu. Hema mirov digot qey çilkek zêr e û ji ezmanan niziliye erdê.

Bêrîvan li war û wargeha azadiyê di destekî de çek di destê din de pênûs xebatên çapemeniyê dikir. Ew miroveke azad bû! Rojekê wê û xortekî hempîþe û hemsalên xwe li bin siya darekê bi qasî çend çirkiyan bi destên hev girtin, an jî destên wan bêhemdî giyaþtin hevûdin. Rûyên wan sor û pembe bûn, xwîna tamarên wan bilind bû, awirên wan melûl bûn. Dem, dewran, ciyê lê dijiyan û siya çekan ji bo qasekî be jî jibîr kirin. Mîna du stêrkan li pê hestên xwe þimitîn aso û ji xwe re xeyalên xweþik afirandin. Bi lêvên zûha awirên watedar, ji derew, durûtî û sextekariyê dûr di pakbûna eyara zêr de bi dilsozî li çavên hev nêrîn û bi du gotinên ku ji ser lêvan þimitîn hezkirin û evîna xwe ji hev re aþkere kirin…

Û ti?tên ku kesînedîtî û nebînayî piþtî van her du gotinan qewimî. Hinek kesên''xêrxwaz'' û ''azadîxwaz'' mîna ku ew þopandibûn û li bende wan û vê yekê bûn. Fena birûskê xeber giyandin xweda-wenda mezin a dêmaka azadîxwazan û ew ji rewþa Bêrîvan agahdar kirin. Bêrîvan li ser ''Sûc'' hatibû girtin. Bi destê xortekî girtibû û gotibû ez ji te hez dikim! Ma wê êdî bi ku ve xelasbibûna.

Dêmaka azadîxwazan mîna moza ku tu derziyê di çavên wê re bike, kef bi ser lêvan ket û di ber xwede kir vinge ving û bi tirkî weha got; '' Benim öngörüm benî yanþltmadþ. Ben biliyordum bu Berîvanþn altþnda bir þeyler var. Demek her gün süslnmesi, saçþni öyle düzgün taramasi bundanmiþ ha…vay alçak kadin vay… Ben sana gününü gösteririm…''

Xweda-wenda mezin a dêmaka azadîxwazan beriya ku kes pê bihise û xeber li dolê belav bibe, bi lez û bez du kes þandin ew xort (!) girtin û xistin bin çavan. Piþt re qasid þandin û bang Bêrîvan kir. Bêyî ku îfada wê bigre û du gotinan ji devê wê bibihîze, mina kesên kor ku kêç di mistêkeve, bir û anî û ew rezîl û riswa kir. Ew bi bênamûsî, bêrûmetî û qahpiktiyê sûcdar kir. Jê re got; Me xortê dostê te girt bin çavan. Em te nagrin tu jî here rapora xwe binivisîne û li xwe mukur were. Bibêje ez po?manim…

(Bila xwendevan li min biborin ku ez neçarim li vêderê hevokeke derveyî mijarê binivisînim. Ew jî ev e; Jina xweda-wenda azadiyê a ku rapor ji Bêrîvan xwest, ew bi qahpiktiyê sucdar dikir û bû sedema kuþtina wê, wê bi xwe ji di dema qîzaniya xwe de ji þervanekî azadiyê ku li girtîgehê di piþt têlên hesinî de bû hezkiribû, piþt re bi hev re zewicîbûn û bi destên hev girtibûn çûbûn çiyê. Piþt re hevjînê wê jiyana xwe ji dest dabû. Xweda-wenda me aha jinebiyeke wisa bû!)

Bêrîvan matmayî bûbû. Ji xwe re digot; 'erdo biqeliþe û ez têkevimê.' Mejiyê wê kilît bûbû, çavên wê êdî ti tiþt nedidîtin. Reng çilmisîbûn, pel weþiyabûn û behn biliyabûn. Tahm û têja tiþtekî êdî nemabû. Jiyan li ber çavê wê mîna  tariyeke reþ an jî kiloreke mar pêve ne tiþtekî din bû êdî. Bi bayê bezê vegeriya çapemeniyê kaxez û pênûs rakir û rapor nivisî. Bi qasî du rûpel û nîvan nivisî. Beriya ku rapora xwe îmze bike û biþîne ji ''xweda-wenda'' jor a  dêmaka zayinê re. Çû kelþnîkofa xwe anî cercûr derxist li berikan nêrî. Cercûr tije berikên Almanîbûn. Cardin cercûr xist ciyê wê. Piþt re berikek ajot ber…serê xwe bilindkir li jor nêrî. Roj danê esir bû. Ti kes li derdora wê tinebû, gelî bêdeng bû.. Hêdîka serê lûlê da ser sîngê xwe aliyê çepê, bêhna xwe girt û dîk kiþand…..

Bi dengê keleþnîkofê re ez ji ciyê xwe veciniqîm. Ez rabûm bi lez berbe devera deng jê hat çûm. Dîmenê ku min dît bila ti caran ti kes tiþtekî wisa nebîne. Bêrîvan fena çûka serjêkirî di nav xwînê de vediliqitî… Weke kevokekê jan dida, can dida. Ew dimir an azad dibû!? Cilên zer di nav xwînê de sor bûbûn. Çeka wê ya ku wê ji bo azadiyê hilgirtibû û dawiyê pê dawî li jiyana xwe a azadîxwaz anîbû, ketibû kêlekê. Çavên Bêrîvan ên reþbelek ku hîna ji jîyanê ternebûbûn mîna ku li bende hineka mabin, vekirîbûn… Li hember malwêraniyeke wisa dil ji pola be jî nikare zêde xwe ragire. Bijang çeqas xurtbin jî nikarin pêþî li dawerivîna hêsran bigrin. Ew ê her rêya xwe bibînin…

Wê rojê û piþt re jî mûyê ti kesî neliviya û ti kesî sedemên xwekujiya Bêrîvan venekola. Mîna ku di dawiya demsala payizê de peleke zer ji darekê weþiya be. Piþt re definkirina cendekê Bêrîvan bû mijara jinên ''azadîxwaz.'' Li gorî bîr û baweriya wan Bêrîvan jineke gunehkarbû, sûcekî mezin kiribû. Lewra wê ji xortekî hezkiribû û çênedibû ku li nav goristana þehîdan were defin kirin. Mijar birin û anîn û biryar dan ku li quncikekî goristanê bê binaxkirin. Wisa jî kirin û bi lez û bez veþartin. Hinek heval û hezkiriyên wê pirr bi ber ketin û mîna baranê hêsir barandin. Serê xwe li kevir û latan xistin. Lê xweda-wenda mezin ew li hev kom kirin civînek li dar xist û got; ''çê nabe ku ti kes ji bo Bêrîvan bigirî. Ji îro û pêde li geliyê azadîxwazan  girî qedexeye!'' 

Gora Bêrîvan bi kevir û mermeran wek a þehîdan nehat lêkirin. Hema weke kunemiþka tilmek ax bû li quncikê goristanê. Lêbelê piþtî çend rojan xeber giyaþt xewda-wenda mezin a dêmaka azadîxwazan ku her roj hinek bi dizî diherin ser gora Bêrîvan, qevdên kulîlkan datînin ser gora wê.

Xweda-wenda mezin civîneke din a awarte lidarxist, hêrs bûbû, girêz ji dev dipekiya û xwîn vediriþiya. Wê biharê mîna qedexekirina girî wê çinîna kulîlkan jî li jinan qedexe kir. Lê qevdên kulîlkan ji ser gora Bêrîvan kêm nebûn. Her çû qevdê kulîlkan li ser gora Bêrîvan zêde bûn…

  Bêrîvan ciwan bû û hîna çember û ezmûnên jînê nas nedikirin, ew xiþîma jiyanê bû. Wê nizanîbû ku li warê ew lê dijî zagon çetinin. Ew li wê derê dikare ji welatekî, çiyayekî, bajarekî an ji tiþtekî din hez bike. Lêbelê nikare ji xortekî hez bike û ji bo çend çirkiya be jî bi destê wî bigre, li nav çavê wî binêre û bi dengekî ji hestên dil bibêje; ''Delalê min, ez ji te hez dikim!''

Min rapora Bêrîvan xwend. Di raporê de qala bûyerên wisa kirêt û sosret ku ji hêla zilaman de li wê hatine kirin, dikir ku ez nikarim wana  li vir binivsînim. Min bi bexþînin.

ibrahimosman@hotmail.de

Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min
Îbrahîm Osman

Ey xwedawenda afrînêr ya maka zayin û hebûnê Star; binêre, vaye rûyê erdê ji nebaþî û kirêtiya me mêran êdî miþt gemar bû ye, me gerdûn jî bi xwe re herimand. Erd nema bedenên çavbelekan radigire Star.  Mêr rojê sê car û pênc caran berê xwe didin te û gunehên xwe di xwîna dirjînin de diþon. Mêran navê kuþtinê kirine xwekujî. Mîna ku di biwêjeke kurdî de dibêje: ''Bi gur re dikujin bi xwedî re dixun.'' Belê, dikujin, piþt re reþ girêdidin û þînê dikin. Jinan jî dikin þirîkên xinizî û gunehên xwe û jin bi gelemperî li hember ''Xwekujiya xwe'' bêdeng dimînin.  Tu dibêje qey rastî sero bin nebûye û bûyerek ji rêzê diqewime.Yekser bêzarin, kerrin û korin.  Ev çi bêbextî û sosrete Ya Star? Ev çi bobelat û rûreþiye ku bi ser gelê me de hatiye!? Ma heta kengê em ê bi keziyên dîlberan darbestên qîzên bermirad û bûkên dest bi hine bixemilînin!?


Besucherstatistik