kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
KELKELA HESTÊN CEMIDÎ



ez
li derûniya jiyana kambax
laþê ber devê
dilþadiya kurm û kêzika me
li valahiya asîman
bersiva pirsên nependî
yê gerdûna nava xwe me
li tenetiya þevistanên bizdonek
hesretkêþê li nav koçberiyê me
giyanê min
li taristana þevê
di tirs û jana xwe de
diperpite
di kelkela tîrêjên tava rojê de
diqefilim
li ber seqema zivistana xopan
ji german diqewirim
xêrnexwezan
li þefaqên welatê rojê
beybûna qûntarên çiyayên min
çilmisandin
awaza bilbilê baxê dil
di darbesta jiyana zindî de
fetisandin
di xewn û xeyala pêþerojê de
movikên piþta bedenê min
þikadin
her þev
feriþteya xewnên tarûmar
li ber pencereya koþka dilê min
destmala silava mirinê
dihejîne
ez di bin çirpandina baskên
mirina bêwext de
piyala þahiya bi yarê re
dadigrim û vedixwim
bi saya neynokên giyanê xwe
di koka êþ û xeman de
ken û þadiyê
dikolim
ji nav striyên hiþkebeyaran
kulîlkên bihara qurmiçî
berhev dikim
di bin lêdana kamçiya zaliman de
porê serê îxanetê
dirûçikînim
kirasê azadî û serkeftinê
li bejna hêviyên cemidî
dixemilînim
êþa kul û birîna bîranînan
bi neqiþa keskesora aso
radipêçim
di xwîna rehên laþê xwe de
konê vejîna çirûskên azadiyê
vedigirim
min
tovê bêçaretiya deman
di hembêza çerxa felekê de
çand
tofana serdemên genî
li qolinca derwêþê sebirê
sîwar kir
hêlîna hestên penaber
li bandeva dîroka efsaneyan
ava kir
û bi kilîta henasa helbesta xwe
deriyê zîndanên rûtirþ
vekir



                Xizan Þîlan
                2007-12-02
                Stockholm

Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik