kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Îbrahîm Osman: Payiza bê bihar

Êzdî di navbera du agiran de mane
Li Bakurê Kurdistanê ku 200 sal berê ji perava gola Wanê hetanî navsera çiyayê Cûdî, Colemêrg, herêma Xerza, Amedî,þengal û ji wir heta bi çiyayê Kurmênc, di wir e bigihîje Elîgorê Dinan tev cih û warên Êzdiyan bûn.




















Bi vê ser gotarê mebesta min ne ewe ku ez ji we re behsa zagonên xweristê bikm. Ew ne karê mine. Lewre zagonên xweristê xweserin û digel vîna mirovan jî ew her serweriya xwe bangewazî dikin. Tu dikarî ji xêr û bera xweristê sûd wergire, xwe ji rik û xezeba wê biparêze, tu çi dikî bikî lêbelê tu nikarî dijminatî û berberiyê bi xweristê re bikî. Hêza mirovan ya teknolojîk helbet bandorê li zagonên xweristê dike, lê hîna ne di wê astê de ye ku wana bi giþtî ji holê rake yan li pê? bibe asteng. Xwerist (xweza) bi hemû aliyên xwe maka jînê ye.
Rengê payizê zer e. Payiza pelweþên mîna çavkaniya xemgîniyê ye. Ba û talîzokên payizê ku gelek caran dibin xortim û xwe li bedena mirovan badidin, pelên zer ji himêza daran radikin, destpêkê wan bi hewa dixe û piþt re dibe deverên dûr û kûr. Deverên bêwarî, xerîbî û tinebûnê. Pelên bi ber hêrsa bê ketine li warên biyanî êdî xemgîn û bê kokin!

Bêguman her demsal û danesalek xwedan taybetî û bedewiyeke xweser e. Lêbelê di nav salê de demsala payizê hinekî cûdayê ji her sê demsalên din. Ji ber ku payiz demsala navbera du demsalên dijbere, lewma jî ew hinekî di?ibe herdû demsalê pêþ û paþ xwe. Ez dibêjim payiz bi aliyekî xwe havîn bi alyekî jî zivistane. Her dû demslan bi hev re dijî. Digel ku payiz demsala piþtmaya hevînêye jî ew ciyê xwe ji demsaleke hiþk û req re dihêle.

Êzdî di navbera du agiran de mane
Li Bakurê Kurdistanê ku 200 sal berê ji perava gola Wanê hetanî navsera çiyayê Cûdî, Colemêrg, herêma Xerza, Amedî, þengal û ji wir heta bi çiyayê Kurmênc, di wir e bigihîje Elîgorê Dinan tev cih û warên Êzdiyan bûn. Ev dever bi giþtî Êzdî bûn. Îro li bakurê Kurdistanê Êzdî nemane, qeliyan. Gund û warên wan yan ji hêla cerdevanan de hatine desteserkirin yan jî mîna holîkên zarokan û xirbeyan kavil û wêran in.

Koça Êzdiyan ji bakurê Kurdistanê beriya 30 salî destpêkir. Civaka êzdî jî mîna pelên daran yên payizê bi ber xezeba bayê reþ bayê Roma Reþ ketin û berbe ewrûpa teriqîn. Zextên olî ku bi destê kurdên qaþo misliman li êzdiyan dihatin kirin bi yê dewletê re bûn yek û Êzdiyan nedikarî çavên xwe vekin, lewma ji neçarî reviyan. Destpêkê nola noka li tahte bikeve her yek li quncikekî ma. Piþt re xwe nêzîkî hev kirin û bûn kom. Niha jî Êzdî li ewrûpa li çend deveran mîna kom dijîn.

Hetanî salên 1990'î welatên ewrûpa ji bo êzdiyên xerîbistan bû, ji ber ku bi giþtî xwe ji gund û warên xwe qut nekiribûn. Bi çand, ziman û giyana xwe li welat bûn. Lêbelê niha rewþ gelekî hatî gohartin û cûdaye ji ya beriya salên 1990'an! Gelo îro çend kes ji êzdiyên Bakurê Kurdistan welatên ewrûpa weke xerîbî û xerîbistanê dibînin? Hêviya çend êzdiyan maye ku careke din vegerin ser ax, gund û warên xwe? Eger hûn ji min bipirsin; bersiv negatîfe.

Belê niha li þûna bayê reþ bayê rojava digobile. Ev ba her roj li þûna pelê daran çend heb ji qîz û xortên me yên ciwan dide ber xwe û ji kok, ziman, çand û ola wan dide qutkirin. Rojê çend kes ji mal û malbatê direvin, berbe hilandin û tune bûnê ve diherin?

A ku ez bibêjim, payizeke bêkêr û bêxêr bi ser civaka êzdî de hatiye. Mixabin û sed mixabin ku pêþeng û rêberên rêxistinên êzdiyan qelsin û ne xwedan hêzin ku çareyekê ji halê civakê re bibînin. Ji xwe qaþo rêberên olî ji þêxan, hetanî bigihîje pîr û mîran tev yên lûpan û xwarinêne, kesekî ji wan li ser halê civakê bigrî nîne.

Her ku roj derbas dibin darên hewþa êzîdxanê rût û bê pel dimînin. Ne sî û ne jî fekî ma! Giþtiya êzdiyan jî van rastiyan dibînin. Lê bêçarene, histûxwarin bi gazinin. Ji ber ku piþt wan agir pêþî jî deryaye. þûnde vegerin wê biþewitin bimînin deryayê wan daqurtîne!

Beriya biharê zivistan tê. Eger pêþî li vê rewþa kambax  neyê girtin wê ev payiz bê bihar bimîne! Ji bo paþeroja xwe divê em çareyan biafirînin.

ibrahimosman@hotmail.de

Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min




Îro li ser rêyên gundên êzdiyan pincar û  giya hiþîn tê.
Lêbelê ev ne ji sedema þaristanî û pêþketinê ye.
Ji ber nebûna mirovan,  xalîbûn û bêkesiyê ye.

Erê, rêyên gundên me îro bûne xaçerêk
Gundên me bûne kavil û wêran
Ji ber ku;
Dilên me bi ava hersim dax kirin,
Xiniz û bebextan  kenê me dizîn
Hêsir li ser rûyên þîrmijan tevizîn
Mirovên me dawa xwe xistin devê xwe bezîn..!
Êrê, gundên me çav li rêya rêwiyane
Lebelê ne kes dihere û ne jî tê!
Gelo kes heye ku bê je çima!?

Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik