qerqûdê min bêje
Kamran Simo Hedilî
pir sersalên nû
hatin û ji min bihurîn
pirên caran
legleg
ji germiyanan vegerîn
çêçik firandin
westiyam
li hêviya rojên
bêhna raperiyê
ji helbestên min newin
îþev
wisa mandû ma
li nav destên celadên
bendîxanê
li çirava geliyan
li qûntara çiyayên ser bi berf
diþêm razim
bi keþtiya dîlên
bêhn Afirîqiyên bêrik-kêþ re
dikerim
bin av bibim
li vê sersalê
dikerim
di rondikên birînan de
gora xwe binexþînim
li valabûna rayên xwe
temaþe kim
heta her tiþt
bêreng û bêdeng bibe
giraniya vê þevê
bila qerqûdê min
bêje
hijmarê rêç û dirbên
di wan re
çûme evîna te
avis kirina
bêhêviyên har
cihên
bi nebûna te
min xewnên xwe
fetisandin
bila qerqûdê min
bêje
pir mal min guhaztin
pir jî bi cih hiþtin
pir bajar levdan
pir tiþt bikaranîn
ji zimanê dengbêjan stran
ji pênûsa hunermandan
huner
min dimêt
bê bêhna te werê min
xwarina siyên tarî û sar
bila qerqûdê min
bêje
carina min
dêmên te dialast
carina
di çavên te de
dibûme pêt
bi melûlî þewata mûmikê re
li cejn û sersalan
ciwanî diþewitî û dibû xwelî
herika nav çemê pîriyê
bila qerqûdê min
bêje
di aso de
sipehîtiya te ya zelal
rojên pora min
spî kirin
peyvên min
bi keziyên te ve
hunandî
bila qerqûdê min
bêje
þêwê nefreta min
li dijî dorpêçê
berxwadana min
pêþve çûne çeperên þevê
nexþê welatê dabeþbûyî
nama te ya hezar carî
hatî xwendin
wênê di tûrik de
nem girtî
kêferata min
a bêdeng
bila qerqûdê min
bêje
di mirinê de
li mirinê digeriyam
giraniya bêdengiyê
bila qerqûdê min
bêje
birîndar kirina
bajarê dilê min
nebûna av û xwarinê
bilindbûna hêrsê
pirbûna hêviyê
bila qerqûdê min
bêje
31.12.2004
Kamran Simo Hedilî
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3
Mûzîk-4