Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



çirûsk

dil
nefela baran lêhatî 
hestên me xunavgirtî
hatinên dûr
li mirina lehengên bênav dinêrin
çirûskên hêviyê direcifîn
di cîhana mejiyê me de
bê dengîyeke giran, giran hebû
ronahiya nûvejînê
bi kulîlkên awirên heyvê
di nav kirasê bê hêvîtiyê de
xwe berdide
ser bêdengiyên
di malzaroka evînê de
hezkirin û hêvî hiþyar dikir
çirûska GELAWÊJÊ 
bayekî nerim û nazik
li gerdûn digerand
piste, piste kulîlkan bû
mizgîniyên þîn û þahiyên
dê bên di dane hev
dilên
di bîra evînê de tirsiyayî
rondikên
hezkirinê dibarandin
destên ji hev qetandî
ber bi hev direviyan
ramanên kelemçekirî
zincîr diqetandin
bi agirê azadiyê 
mexalê dîlîtiyê diþewitandin     
di malzaroka evînê de
bi sedan siwarên cengê
li hev di qulibandin
ew dem nayê bîra zarokan
demeke melûl melûl…
mezin naxwazin bi bîr bînin
nêrînên mirî
di gevzoka gera bêbinî de
dans dikirin
di pêþbirka xulamtiyê de
bi hev re þer dikirin
koma heyî jî
balav dikirin
zarokên hêviyê
ajotine ser rastiyê
þoþtin
guman û mij
bi hêza ronahiyên
êdî fireh in gavên me
û dengên baweriyê
dengên îro
nayêne bihîstin li ser lêvan
afirandin ev jiyan
xunava dilê me anî
ewrên dûr, dûr...
yên çav þil
yên li zengilê dîlanê dixin


04   01   2003
       

Kamran Simo Hedilî:   

Besucherstatistik