kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
DELÎL MÎRSAZ: JINA KURD Û   DENGBÊJÎ

















Li ser dîroka jinê ya ku ji ailiyê sîstema zilamperst ve hatiye çewaþe kirin, kêm zêde rastî derdikevin meydanê, bi taybetî dinava kurdan de piþtî ku serî ji xewa hezar salan rakirin, bi awakî cidî çav li ser çîroka dîroka tarî digerin.

Gelek caran þîrove li ser vê xelê têne kirin ku rola jinê di pêþxistina þaristaniyê de roleke serekî ye, her wisa tê gotin;berhemên ku jinê di pêvajoya dayiksalariyê de afirandine her ew berhemin ku bûne malê mirovatiyê û heta roja îro jê dixun.

Di roja me ya îro de, dema em stranên me ya dengbêjiyê guhdar dikin, xaleke balkêþ xwe li bin guhê mirovan dide, ew jî ev xala ye ku piranî stranên dengbêjiyê li ser zimanê jinê hatine gotin û zilam wan dibêjin.

Li vêderê pirsek di serê mirov de xwe dide pêþ, eger em dibêjin: rastiya insan û hestên li pêþ li cem jinê ne?! Wê demê ev stranên ku werqas bi hest hatine gotin, çima hemî zilaman gotine?

Bi gorî min bersiva vê pirsê jî, di nava dîroka reþ ya sîstema zilam perstyê de hatiye veþartin, divê em lê bigerin û rastiya wê derxin meydan û ronahiyê.
Raste piþtî ku zilam sîstema xwe ya tekrewî dide avakirin, rê li pêþya hemû derfet û çalakî û aliyên jinê yên pozetîv digre, lê di welatê me de rola jinê her hebûye û jin di nava civaka kurdan de bi tiþtekî eybdar nehatiyê nasîn, mînaka vê yekê jî gundên me ne ku rewþa wan heta niha jî li ber çavan e.

Mirov dikare bêje: ji bo ku jin stranan bêje yan jî govendê bike, yan li kêleka zilam bixebite rê li pêþya wê heta demekê nehatiye girtin.
Ev rastiya hanê heta hatina islamê dewam dike, piþtî ku kurd misilmantiyê  ji xwe re weke ol qebûl dikin, qedexeyên bi vî awayî li ser jinê dest pêdikin û hêdî hêdî jin ji hemû kar û berhem tê tecrîd kirin û dikeve nava çiwar dîwaran.

Miriov dikare bêje ku ev xala di nav civaka ereban de bi rengekî dine, bi taybet girêdayî mesela jinê, ji ber ku di dema cahiliyetê de jin di nava civaka ereban de tiþtekî eyibdar bû, ji ber vê jî zarokên keç dema ku çêdibûn bi saxî ew dixistin bin axê û vediþartin.

Hatina islamê ji bo jina ereb tiþtekî pêþketî û xelasiyeke mezin bû, lê ji bo jina kurd û civaka kurdan eger em wisa bêjin emê li rastiya welatê xwe neheqiyê bikin.

Ji ber vê yekê ez dibêjin hinek xalên veþartî di çîroka jina kurd û dengbêjiyê de hene.

Strana dengbêjî di welatê me de tiþtekî gelekî balkêþ û nayebe, ji bo em vê yekê baþ binasin û xwedî lê derbikevin divê em rastiya wê derxin meydanê û weke duktorekî lêkolîna li ser bikin û bighêjin rastiya çavkaniya wê.

Niha dema em guhdarî van stranan dikin em dibînin ku ev xala hanê li pêþe, mînak dastana (derwêþê evdî û edûlê) stran  bi piranî li ser zimanê edûlê hatiye gotin, ew kesê ku ev stran çêkiriye eger zilam be, gelo çi xalê ew neçar kiriye ku hemû dastanê li ser zimanê edûlê bêje?!.

Li aliyekî din em nizanin ka kê ev stran çêkiriye, çawa em dikarin ji xwe de biryarê bidin ku ev stran zilaman çêkiriye!

Di welatê me de tenknîk tunebûye û derfetên tomar kirinê tunebûne, em dikarin bêjin: di nava kurmancên jûrî de ku ew çavkaniya van berhemên buhane, ji salên 1950 û pêþ de tu berhem nehatine tomar kirin, stranên herî kevin ku hatibûn tomar kirin li ser sêlikan bûn, ew jî hemû yên piþtî salên 1960 bûn.

Dîsa strana ( Cembeliyê kurê mîrê hekarya û binefþa narîn) ev stran jî bi heman awayî li ser zimanê ( binafþê) hatiye gotin.

Tiþtê di van stranan de zêde bala min dikþîne, ne tenê ewe ku zilama li ser zimanê jinan stran gotine, tiþtê gelek balkêþ ev e ku van zilaman ev stran bi ruh û hestên jinê gotine, dema ez guhdarî Edûlê dikim ku wesfa xwe ji Dewrêþ re dike, ez guhdarî jineke ku di agirê eþiqê de hatiya helandin dikim, nek zilamekî 50-60 salî.

Li vir ez naxwazim wisa bê fêm kirin ku ez rola hunermend bi çûk dikim na, raste ew zilam dengbêj û hunermende û hestên wî li pêþin, lê ev nayê wateya ku ev zilamê hunermend dikare hestên jinê jiyan bike.

Di vir de zêdetir ez dighêjim wê baweryê ku ev stranên hanê jinan bi xwe gotine, lê pi?tî ku zilamên serdest bi rêya ol roj bi roj rola jinê sînordar dikin, stranbêjya jinan jî dibe tiþtekî ku di nava civakê de nayê pejirandin.

Di welatê me de, piþtî ku imperetorya osmanya dibe desthilat, bi rêya olî dest datînin ser gelek adetên kurda û wan qedexe dikin.

Weke tê zanîn ku gelek ji serok eþîrên kurda, destbiratiya osmanya kirine û dibin navê ku em hemû misilmanin de, her tiþtê wan jî qebûl kirine.

Ji ber vê em dibînin jinên dengbêj yên weke (meryem xan - eyþeþan - ) û hemû jinên dengbêj bi taybetî li bakurê kurdistanê piþtî hilweþandina osmanya derdikevin meydana dengbêjiyê.


mirsazafrin@yahoo.com

Niha dema em guhdarî van stranan dikin em dibînin ku ev xala hanê li pêþe, mînak dastana (derwêþê evdî û edûlê) stran  bi piranî li ser zimanê edûlê hatiye gotin, ew kesê ku ev stran çêkiriye eger zilam be, gelo çi xalê ew neçar kiriye ku hemû dastanê li ser zimanê edûlê bêje?!.
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4



Besucherstatistik