kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4


WERIN JI MIN BIPIRSIN

keser û nalîna
li ser dilê çemê qeþa girtî
hêrsa pêlên bahoza
hinavên dîn û har
xemgîniya þewqa finda lerzok
malwêraniya kevokên baskþikestî
jiyana li nav tirs û gumanê
     werin ji min bipirsin
di gola nermebaranê de
lêvên ziwa û qeliþî
li hingura çolistanan
nêçîra henasa masiyan
kemîna îxaneta rûreþiya hovane
jiyana gerdûna nependî
ken û þadiya
li ber bayê dilreþiya zaliman
têkçûyî
     werin ji min bipirsin
xweþpeyvînên meyxaneyan
piyala þeraba destê serxweþan
lezeta sifreya
êvarên belengezan
xewn û xeyalên
di bin lihêfa axînan de riziyayî
     werin ji min bipirsin
êþa giyanê þev û rojên kambax
hêvî û hesreta
li xerîbiyê derbederbûyî
awaza bilbilê dernixûn fetisî
þopa birîna bîranînên
miþextbûyî
     werin ji min bipirsin
rêwiyên
di pêlên okyanûsan de bi cihhiþtî
qêrîn û giriyê parsekên
li kolanên bêxwedî
dengê lorîna dayikên
kezebþewitî
kul û kedera
herika rûbarên westiyayî
gewriya mindalên
li ser sîngê gora Helepçe
xwîn veriþiyayî
     werin ji min bipirsin
lerizîna dilê
ji tirs û xofan dagirtî
laþê di tora bêbextiyê de
diperpite
sira xewna þevên herimî
stûxwariya gulberfîna zeviyê bej
keda kefa destên qusandî
bêhna qurnefîlên azadiya
ji nalîna keç û xortên þervan
difûre
     werin ji min bipirsin
paþ de zivirîna çerxa
feleka xopan
tîra awirên tûj
ya dilbera lêvsor
þanika
li gerdana rindê
rengê qaþa gustîlzêra
tiliyên yara rûken
seyrana
li ber deriyê bihara bejna esmerê
gulî û biskên bûka
bi morî û mircanan xemilî
     werin ji min bipirsin
û min jî
ji giyanê mirî
û hestên bedenê zindî
ji girtîxana derûniya min
ji xilmaþkiya qalpaxên çavan
ji salnameya çîrokên dapîran
ji talana demên dîrokê
ji asoya deryayên balûpal
û ji tofana keþtiya Nuh
min bipirsin



Xizan Þîlan
2008-03-13
  Stockholm



Besucherstatistik