kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4


Îbrahim Osman: JI ÊZDIYATIYÊ RE REFORM PÊWÎSTE LÊ ÇAWA?!















Ev  gotara min a mijara gotinê gelkî dengveda. Lewam piþtî  gotar di hin malpêran de hate weþandin gelek xwendevanan bi rêya e-mail'an hestên xwe bi min re parvekirin. Hinekan jî di derbarê reformê de hin pirsen girîng pirsîn e. Ez ê wana bi we re parvebikim. Dikarim bi kurtayî bêjim mailên ku ji min re hatine tev pozitîfin û di cokekê re digihîjin hev. A herî girîng jî ew e ku yên ku maîl þandine bi pirranî ciwanin û reformê dixwazin. Pirsê wan yên sereke ev in:

1-Ji Êzdiyatiyê re reformeke çawa pêwîste?

2-Gelo kîjan hêz dikare vê reforma mijara gotinê pêk bîne?

3-Eger qala reformê were kirin gelo helwesta Mala Mîra, Bavê Þêx, Mezinê Qewalan û bi giþtî Þêx û pîran li gel kal û pîran wê bibe çi?

4-Eger reform pêk neyê ola Êzdiyatiyê dikare heta çend salên din xwe li ser lingan rabigire?

5-Li tevayiya cîhanê qelend rabûne, lê li nav civaka Êzdî hîna keçik tên kirîn û firotan. Mirov dikare çawa qelendan rake û pêþî li firotina keçan bigire?

Û hin pirsên din yên weke vana pirsîne…

Ez xwe hewcedarî nabînim ku bersifa hemû maîlan yeko yeko  bidim. Di giþtiya hemû mailan de hin xalên girîng yên hevbeþ hene. Ez ê bi kurtayî li ser van xalên hebeþ rawestim.

Belê, li gel ku ez ji nihave dibînim ku wê hin kes bêjin va ye Selman Ruþdî' yekî me jî derket. Lêbelê ez ê her ya rastîn bibêjim. Kî çawa dinirxîne û çi navî lê dike bila bike.
Erê, pêdiviya ola Êzdiyatiyê ji reform û gohartineke bingehîn heye û him jî bi lezgînî heye. Ez bi xetên stûr binê van gotinên xwe xêz dikim û dibêjim; eger reform pêk neyê, hetanî çend salên din bi navê êzdiyatiyê ti tiþt li holê namîne. Hin tiþtên berovajî û tewþ hene girînge  tavilê werin rakirin.

Yek ji wan ev e:
Mînak; xwarina ''Xasa Mûsilê'' heramê lê araq û vizkî vexwarin helal e!
Ez qet hewce nabînim ku vê hevoka li jor þîrove bikim û yek gotineke bi tenê jî li ser bêjim.

Ji lixwekirina kincan bigrin hetanî pirr tiþtên din ku bi rastî êdî ti wateya gunehbûn û qedexekirina wan nemaye, lewra ciwanan daye navê, divê werin sererastkirin. Qedexe û zirzagonên li ser simêl û mûyen bedena mirovan divên werin rakirin.

Ya girîng; divê li nav civata êzdî kirîn û firotina keçan tavilê bê þert û merc were qedaxe kirin. Qelend ji holê rabin.

Belê qelend standin, firotine! Firotin jî çi ye her kes dizane!

Ol bê dîrok nabe.

Belê em zanin ku di serdema Omer Bîn Xetap û giþtiya Sultanên Osmaniyan de heta bigihîje Bedirxaniyan, pirtûkên êzdiyan yên pîroz hatine dizîn û þewitandin. Ji bo ku êzdî bê dîrok bibin dijiminan pirr tevkujî kirine û ferman rakirine. Lê gereke êzdî êdî dîroka xwe ji nû ve binivisînin. Divê ol ji zargotina devikî derkeve ser lênûsê. Ravekirina olê bi çîrok û xebroþkên dembuhurî nabe.

Mînak tu ji alimên olî dipirse û dibêje filenkes; nebiyê ku ola Êzdî afirandî kî ye û kengê, çawa afirandiye? Ev ol ji kengê ve li cîhanê peyda bûye? Êzdî ji bo çi rojiya digrin, kê ev rojî ferz kirin û bo çi kirin? Çima êzdî biska zarokên xwe radikin? Cejna çarþemiya sor di ola êzdî de tê çi wateyê? Beriya þêx Adî rewþa civaka êzdî çawa bû? þêx Adî çima pêdivî dît ku civaka êzdî wiha kom bi kom ji hev biqetîne û zewaca wan ji hev re qedexe bike? Ji kincên hiþin heta bi xwarina xasê çima qedexene?

Hûn zanin alimên me çi bersivê didin? Ka bi nêrin çi dibêjin;

<<<Ne erd hebû û ne ezman hebû xweda di þiklê teyrê anka de li ser dara herhebê bû!>>>
Meriv tenê dikare bêje wey mala te ne….. Ma ev e þîroveya te! Ma qene te ewqas xêr û zekatên dixwar helal bikre. Hey top lê keto…

Û li dora dara herhebê diherin û tên gotinê di devê xwe de vedigevizînin, mirar dikin, dikujin da ku kes tiþtekî fêm neke. Ma îzah û ravekirina dîroka olekê viha dibe?

Tu dibêje çima ji bo mirovên êzdî lixwekirina kincên hiþin gunehe? Ew dîsa berê xwe dide dara herhebê.

Tu dibêje çima zewaca êzdiyan bi xeyrî xwe re dibe sedem ku êzdî ji ola xwe derkevin. Çi nêr be çim ê be yên êzdî ji ola xwe derdikevin çima? Ew dîsa bi çavên beloq li teyr û darê dinêrin.

Nabe! þîroveya oleke ewqas aþtîxwaz, qedîm û afrînêr wiha bêçare nabe.
Yên ku xwe peþnegê olî dibînin û devê wan her dem vekiriye xêr û xêratan dixwazin û dixwin gerek zanibin rastiya ola xwe jî vebêjin. Na ew dest diavêjin simêlên xwe û dibêjin; Wele em ji bav û kalên xwe wiha fêr bûne.. Ma ev bersif bes e gelo?

Bêguman ji bo hemû pirsan bersiveke wan ya cewaz û ravekar ku baweriya mirovan bîne tineye. Bersifa ku ew didin bi qasî we hevoka li jor e. Ne erd hebû ne ezman hebû…

Pêwîste ku vegotina diroka olî ji zimanê çîrokî, mîtolojîk û xebroþkî derkeve ser rûpelên pirtûkan. Divê em wî teyrî ji ser dara herhebê bifirînin bila êdî ji xwe re li deverekê venîje. Ewqas sal di nav deryayê de li ser darêye dibe ku niha teviziye û lingên wî jî qerimîbin. Ka em bifirînin wî rebenî/ê! Bila vegere rawestgeha xwe.

Tu dibêje filankeso ma êzdî çima keçên xwe difroþin û qelendan distînin?

Îjar ez vê bersivê jî ji wan re dihêlim.

Bi rastî keç firotan tê çi wateyê? Ez jî mereq dikim?!

Em niha hatin ser qulika zurnê a ku dibêje zirt. Ew jî ev e: Gelo kî wê pêþengî bike û van guhertinên tên xwestin pêk bîne? Kes yan hêzeke ku karibe van  mijaran bi wêrekî û fermî bide ber nîqaþ û giftûgoyan heye?

Na! Mixabin ku heta niha hêzek yan kesekî ku bikaribe pêþengiya gohartin û reforman bike nîne. Ji ber ku vîneke yekgirtî ya êzdiya ne ya olî, ne jî a siyasî heye.

Baþ e, hêzeke wisa dikare çawa were pê?

Bila ew jî bimîne ji gotareke din re.

Reca û pirsek emin ji rêveberên FÊK'ê, gernîndeyê malpera dergush û birêz Mîr Tahsîn heye. Di civîneke ku li mala Êzdiyan Celle ku bi Mîr Tahsîn re hatiye kirin hin pirs ji Mîr hatine pirsîn û ev di malpera dergus de hatiye weþandin. Pirsek wihaye;

Pirs: Çima pirtûka me dernakeve?

Mîr Tahsîn: Pirtûk di destê me de amade ye, lê ji ber þert û merc hîn ne musayît in, em nikarin derxînin

Gelo pirtûka ku Mîr Tahsîn qalê dike û dibêje di destê me de amadeye, ew çi pirtûke? Kê ev pirtûk nivisiye? Mîr li bende kîjan þert û mercan dipê ku biweþîne? Pirtûkeke keven e yan hin kesên derdora wî nivisiye?



ibrahimosman@hotmail.de

Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min


Xwendevanên hêja, dibe ku hinek ji we jê ne haydar bin. Lewma dixwazim destpêkê bînim bale we ku, min di gotara xwe ya beriya vê de destnîþan kirbû ku ola êzdî oleke mezopotamya ya herî qedîm, aþtîxwaz û afrînêre. Lêbelê çi mixabine ku ev ol di roja îro de berbe hilandinê ve diçe û wenda dibe. Ji bo ku wenda nebe pêdiviya ola Êzdî bi ji gohartin û reformeke  bingehîn heye.

Besucherstatistik