kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4


Ibrahim Osman: Pêdiviya cimata Êzdî ji pêþengiyeke hemdem heya

















Tê zanîn ku qet ti cûdayetî di navbera civak û cimatên bê rêber û rêxistin û kiriyan de nîne. Çi kerî, çi civateke cahil, nezan û bê rêxistin! Em dizanin ku civateke  ji ezmûnên dîroka xwe û dema lê dijî ne haydar be, nikaribe di navbera paþeroj û pêþeroja xwe de pirekê ava bike, karekterê nakokî û dostaniyên sedsala xwe nenase, ew bêhavile. Ji ber ku civateke nezan li hember gohartin û êrîþan ne dikare hebûna xwe biparêze û ne jî dikare stratejiya siberoja xwe jî biafirîne. Ji cimateke wisan re tenê dikare komik yan jî kerî were gotin. Lewre bê rêberî nezanî û cahiliye, bê rêxistin jî bê hêzî ye. Kes û civakên cahil û bêhêz nikarin ti nirêxên berkeftî û pîroz biafirînin. Em dizanin ku mirov bi mirovbûna xwe deyndarê keda xwe ya zanistî û afrêner e.

Bêguman civak ji ber xwe û bê rêber zana û bi rêxistin nabe. Karekî wisa peywîra kesên ronakbîr e. Ronakbîr dikarin ji civaka xwe re pêþengî bikin, civakê ji xizanî, nezanî, bêhezî û cahilyetê rizgar bikin û bigihînin asta mirovatiya pêþketî. Ji xwe dîroka mirovatiyê bi bûyerên wisa dagirtiye. Çi mixabine ku di roja îroyîn de civaka êzdî ji hêzeke ronakbîrî mahrûm maye.

Çi di heyamên berê de û çi di roja me de hin kesên yek nav û du nav bi navê rêber û pêþengên civaka êzdî derketine holê hene. Divê were destnîþan kirin ku ji van kesayetên mijara gotinê yên ku di dewr û heyamên xwe de gelek fedekarî kirine û ji civaka xwe re bûne ronahî hene. Ji xwe rêberayetî û keda wan hêjayiyane ku civata êzdî li gel ewqas zor û zext û fermanan hîna jî tine nebûye û li ser lingaye.

Di roja me de jî çi ji aliyê olî ve û çi ji yê polîtîk ve, kesên bi navê pêþengî û rêberatiya civaka êzdî derketine holê û xwe wer dibînin hene. Hinek ji vana yek nav û hinek jî dû navin. Li gel vana hinek kom û komik û qaþo rêxistin jî hene. Lê mixabin civaka êzdî di roja me de bê rêber û pêþenge. Yên heyî tenê bi nav hene. Navê wan pêþengin lê bi rastî pêþengokin. Navên wan rêxistinin lê di rastiyê de tenê nav û qalikin. Ango çi kes û çi jî  rêxistin dibe yên ku binê navê xwe dadigrin û li gorî rastiya xwe tevdigerin hema bêje nînin.

Gelo nezanek ji mala xwe  rabe û navê xwe bike nivîskar qey wê bibe nivîskar? Na. Hinek rabin navê xwe bikin hûnermend (ku dikin jî) qey wê bibin hûnermend? Na. Çawa ku navê te Welî be tu nabe nebî, roj be tu nabe ronahî,  Loqman be tu nabe hekîm, Ronak be tu nabe ronakbîr ev jî rastiyeke bi vê nolêye. Eger tu ji bo pêþengiya civakê derketî meydanê pêwîste ku tu li gorî pîvanên wê civakê tevbiger. De ka binêrin ku kes hene nesekinîne lê navê xwe dikin Sakîne, þêlûne navê xwe dikin Zelal, tirsonekin navê xwe dikin þêro, bêolin navê xwe dikin mele û hecî!

Pêdiviya cimata êzdi her zêde ji pêþengiyeke dilsoz, rast, dirust, hemdem, demokrat, xwedan stratejî, têgihîþtî û hemdem heye. Di dema me de hin pêlewanên virek ku weke pêþengên civakê xwe bi nav dikin, ji sedema hin firsend û valayiyên demî serê kaniyê girtine û her tiþt xistine bin kontrola xwe. Ew ne civakê pêþdixin û ne jî rê didin kesên din. Ew xwe di navenda cîhanê de dibînin, lêbelê ji ti kêþeyên civakî re çareseriyê pêþkêþ nakin. Ew hesûdin, çavnebarin û ti berhemeke wan nîne. Lewma jî dibêjin bila tevgêr biçûk be lê dibin destê min de be.

Rastiyeke berçav heye ku hetanî civaka êzdî situkura xwe ji dest van pêþengokên sexte rizgar neke û rêberên xwe yên dilsoz dernexîne holê nikare bi dema xwe re bibe yek û gavên dîrokî biavêje.

ibrahimosman@hotmail.de


Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min



Gelo nezanek ji mala xwe  rabe û navê xwe bike nivîskar qey wê bibe nivîskar? Na. Hinek rabin navê xwe bikin hûnermend (ku dikin jî) qey wê bibin hûnermend? Na. Çawa ku navê te Welî be tu nabe nebî, roj be tu nabe ronahî,  Loqman be tu nabe hekîm, Ronak be tu nabe ronakbîr ev jî rastiyeke bi vê nolêye. Eger tu ji bo pêþengiya civakê derketî meydanê pêwîste ku tu li gorî pîvanên wê civakê tevbiger. De ka binêrin ku kes hene nesekinîne lê navê xwe dikin Sakîne, þêlûne navê xwe dikin Zelal, tirsonekin navê xwe dikin þêro, bêolin navê xwe dikin mele û hecî!


Besucherstatistik