kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4


ciwanpost@hotmail.com

Besucherstatistik

  Xizan Silan: ÇÛKA BERBANGÊ




















Min bi kûr kûr kishandina hilma cixara xwe re li balqonê, li rûyê asîmanê temashe dikir bi awirên vik û vala, pishtxûz mîna pîr û kala. Mij û dûmanekî resh xwe dagirtibû ser daran. Pelên shaxên daran ji tirsan bi xwe de ketibûn. Li ser shaxên darê çûkeke xerîb û bêkes venîshtibû. Ji alikî de zikê asîmanê qelishti bû. Wekî ku hêrs û nefreta tofanên serdeman xwe li qirika ewrên bixof pêçabû, barana tirsê dibarî bi dijwarî û dixushiya mîna maran. Lê çûka li ser shaxên daran, ji serman diricifî û can lê dilerizî, mîna keç û bûka kezî ku ji ber fediyan dibezî û xwe vedishart bi dizî. Bi dengê brûskek erjeng re ji ni?ka ve veciniqîm. Wekî ku di xweziya xwe de bifetisim sergêj û sermest li derdora bizdonekiya la?ê giyanê xwe dizivirîm.

    Çûkê! Ez jî îro mîna te bêzar im, gula baxê dilê min çilmisandin, bêcîh û bêwar im. Ji min re dibêjin tu çavînî bûyî, ev nezer in! Nizanim çima zimanê min li hev digeriya û peyvên min bi ser hev de werdigeriya? Rondikên tirsa dil, êsh û keser, bedbextî û tenetî, sewdaserî, xem û xeyal, axîn û nalîna xewa shevên wêran hevalcêwiyên min in. Ez shevger, tu sheveder.. Ez dilbikeder, tu derbeder.. Ez evîndar û dilbirîndar, tu stûxwar li ser dara spîndar.. Dengê qîjqîja te mîna dengê xweshhevpeyvîna dayikên bermalî. Li nav baxçe û çîçekên xemilî û ji kezebê kûr kûr dinalî. Te stranên xeribiyê yên dilbishewat bi awazên kul û kovanan  dilorand li çar alî. Te mîna dengê bilûrvanê keserkêsh, tembûrvanê hesretkêsh berê xwe dida çol û beyaran, wek derwêshê gerok diyar diyar digeriyayî. Ji awaza nalînên gewriya te kaniya hunerê diherikî nava derûniya giyanê helbestvan, wênevan û dengbêjan. Di êsha qêrîn û lorîna henasa te de kulîlkên gulîstana bihushta lal û bêdeng ji nû ve bi rengên kesk û sor dixemilîn, dikemilîn û gesh dibûn.

    Çûkê! Tu çima ji kûrahiya kerba dilê xwe dinalî û te dîsa wîçe wîçe? Wek feylezofê Alman Friedrich Nietzsche, min jî di ber xwe de niçe niçe, lê nizanim hishê min ku de diçe? Wekî ku ez porê serê xwe yê spî, ji ber ê?a birîna kulan û evîna dilan li xwe birûçkînim, te jî bi qêrîn û hawara xwe bêdengiya serê sibê diçirand û refên hechecikan li xwe dicivand.

    Çûkê! Derdê te çi ye? Ma zikê çêlikên te birçî ye? Ma tu jî mîna min bêwelat î? Ma tu jî wek min li jiyana xwe sûvêhat î? Jiyana kolanên welatê xerîbiyê pir zor e. Yê ku nejî nankor e, yê ku nebîne çavkor e. Bêyî ku tu sînoran binasî, te li ser çiyayê Toros, Zagros, Cûdî û Qendîlê dîlana shadî û serbestiyê digerand li asîmanê û li meydanan. Tu bi dilekî sha û azad li taxa bajar û gundan, li havîn û zivistanan, li nav bax û bostanan, li nav daristan û goristanan, li ser pêlên derya û oqyanûsan,  di navbera Parzemînan de û li ser axa Cîhanê welat bi welat difiriyayî.

    Çûkê! Te jî mîna Bazê hêlîna xwe li asta herî bilind, li ser Zinaran di tenetiyê de avakiri bû ji qirsh û qalshan. Ji min re bêje çûkê! Li quncikê sûkê, ma hêlîna te jî wêrane kiribûn mîna mala bûkê? Ez jî mîna te pershikestî û sershikestî me, dilshikestî û milshikestî me. Xêrnexwezan stûna pishta hestên min qelishandin û hêviyên pêsherojê di talana demê de sherpeze kirin. 

Ma kê cosh û aramiya te dish shewqa asoya berbangan de revandiye? Ma kê ronahiya çira hêlîna çêlikên te di xezeba xwe de tefandiye? Ma kê jiyana te li nav xwîna sherê demên rûresh herimandiye? Ma kê ev tîr û shûrê zengarî di sîngê te de daçikandiye? Ma kê gora te di lîtava dîroka genî de kola ye û lashê te li xiyaneta serdeman bi kefenekî resh pêça ye?
Ma kê…?
Ma kê…?





Ji salên ku li ber pêlên çemên dîn û har têkçûyî demsaleke payîzê bû. Xemgîniya sheveke ji shevên bêxewiya xopan dil û kezeba min parçe parçe kiribûn bi xençereke devtûj. Di navbera çar dîwarên mîrata quncikên odeyê de, giyanê bedena min di bin barê keser û axînan de diperpitî. Li nav ramanên jankêsh û bîranînên westiyayî nema xew ketibû qalpaxên roniya çavên min yên qerimî.