kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,versicherung,kredit,bank,konto,geld,zinsen,kredit,bank,konto,geld,zinsen,
kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,kredit,bank,konto,zinsen,versicherung,geld,
Kurdish Music Portal>>>
Mûzîk-1
Mûzîk-2
Mûzîk-3

Mûzîk-4


ciwanpost@hotmail.com
Îbrahîm Osman: Sosreta me Kurdan













Asîmlasyon, oto-asîmlasyon û bi wateyeke din li çand û zimanê xwe xwedî derneketin, neparastin û pêþnexistin tê wateya navîgasyona ku tenê dikare siberoja miletan bibe goristanê.

Belê, bêguman her kesên ku bi jiyanê re pêwendîdar be pirr bi hêsanî dibîne ku di roja me de ji dîktatoran heta bi demokratan, ji rastgiran heta bi çepgiran, ji stemkar û kevneperestan heta bigihîje azadîxwaz û pêþketinxwazan tev bi þêwazê devikî nêrîneke hevbeþ parvedikin. Ew nêrîn jî ev e: ''Asîmlasyon sucê mirovatiyêye.'' Heta yên weke serokwezîrê dewleta Tirk Recep Tayîp Erdogan -ku hezarê caran destê xwe bi xwîna kurdan þûþtine, tiliya xwe li bazara înkar û firotina kurdan xistine- jî bi devikî dibêjin asîmlasyon sûcê mirovatiyêye! Ango bi fermî ti kesên ku asîmlasyonê rewa dibîne hema bê nînin. Eger hebin jî hejmareke pirr kêm e.

Erê, eger asîmlekirina gelekî (miletekî) sûcê mirovatiyê be - ji xwe wisaye jî - lêbelê divê were destnîþankirin ku eger gelek bi rêya oto-asîmlasyonê xwe bi xwe asîmle bike þerm, sosret û bobelata herî mezine li ser rûyê cîhanê ku ew mileta bi xwe re dike. Mixabin û sed mixabin ku em weke civaka kurd her roj vî sûcê mijara gotinê dubare û sedbare dikin û berbe bobelateke bêzimanî ve diþimitin. Helbet di rêza yekem de berpirsên vê rûreþyê dijminên gelê me yên ji dîrokê de qanî qanî ne. Dewletên dagirker li ser gelê me polîtîkayên asîmlekirinê bi xinizî dane meþandin û didin meþandin. Lêbelê îro? Ez heman tiþtî ji bo îro nabêjim. Lewre li gorî baweriya min, em weke gelê kurd di roja îro da li hember zimanê xwe bi qasî dijminan sûcê mirovatiyê dikin û gunehkarin!

Ez dizanim wê hinek kes bibêjin çima em gunehkarin. Û ji bo sûcên xwe bincil bikin wê her tiþtî têxin histûye rejim û pergalên dijmin yên dagirker. Ji xwe hewce nake ku ez rabim li vêderê qala zor û zextên dewletên dagirker û polîtîkayên ku ji bo asîmlekirina gelê me didin meþandin bikim, zarokên dibistana seretayî jî vê yekê dizanin. Ji xwe ev aliyekî mijarê yê nayê jibîrkirin, veþartin û înkarkirin e. Lê her tiþt ne ev e. Na.

Di vê pêvajoya dawî de li bakurê Kurdistanê bi meþ û mitîngan qampanya ''Em perwerdeya bi zimanê xwe dixwazin'' tê meþandin. Ev pêngaveke girînge û hêjayî pîrozkirinêye. Ez weke kes vê berxwedan û daxwaza gelê xwe silav dikim.

Þerma me kurdan çiye gelo?

Ciyê pesindayinê ye ku kurd êdî ji welatê xwe û azadiya xwe hez dikin. Ji ber ku em weke milet tiyê azadiyêne. Ji bilî azadiyê ti tiþtekî din ku tîna me biþkênîne nîne. Hêviya ku ji bo azadiyê hatiye afirandin jî bi qasî azadiyê girînge. Helbet mîmarê vê hêviyê jî Birêz Abdûllah Ocalan e. Lewma jî piþtî ku gelê kurd bihîst li Îmraliyê pêkûteya fizîkî ji aliyê dewleta Tirk ya hov û dagirker ve li birêz Ocalan tê kirin, bi hûr û girve daket kolanan û helwesta xwe raberî dewleta dagirker û hemû cîhanê da.

Þerma me ewe ku, yên çek bi dest, kefen li piþtê û xwîna wan di mista  wan de ji bo gelê xwe þer dikin her çirkî amadene ji bo jiyaneke bi rûmet giyana xwe feda bikin, çi mixabine ku heta niha fêrî zimanê dayika xwe nebûne û nabin. Yên ku temenê xwe di vê rêyê de dan, rî spî kirin û ev 20- 30 salin çek bi dest pêþengê gelê xwene pêwîste di hêla xwedî derketina li zimanê dayikê de jî pêþengiyê bikin. Bêguman ji bo mirovekî/ê hebûna herî giranbiha jiyana wî/ê ye, yên me ewqas ji jiyanê hez dikin mîna ku þehîd Kepal Pîr gotî ''Em ewqas ji jiyanê hez dikin ku dikarin di oxira wê de bimrin''. Lê belê rojê saetekê fêrî zimanê xwe nabin. Ciyê þerm û rûreþiyêye ku hîna diyalogên di navebera wan bi zimanê Tirkîne. Hîna pirr bi hêsanî dibêjin ''Hewal kusura bakma ben kendîmî kürtçe tam îfade edemîyorum.'' De werin li sosret û rûreþiyê binêrin ku canê xwe ji bo netewekê dide lê rojê saetekê fêrî zimanê xwe nabe! Ji ber ku ez weke kes nikarim ti navî li vê helwestê bikim, lewma min got þerma me kurdan.

Bi kurt û kurmancî ez dibejim; navîgasyona azadiyê, aþîtiyê û ya siberoja me di fêrbûna zimanê kurdî re derbaz dibe. Êdî þerme û ne tenê þerme sosrete ku diyalogên di navbera kurdên welatparêz de bi zimanê tirkî yan jî bi zimanekî din yê biyanî bin. Sosrete ku kadroyên rêberê gel çi yên qadên legal û çi yên li çiyê ji vê saetê û þûnde bibêjin; ''Hewal ben kendimi kürtçe ifade edemiyorum''. Çawa di olan de hin erkên ferz yên ku nebe nabe hene, pêwîste her siyasetmedarek û þervanek jî êdî weke erk destpêkê fêrî zimanê xwe yê zikmakî bibe. Li çiyan û komelan, li mal û partiyan pêwîste jiyana kurdan êdî xurû bi kurdî be. Binêrin eger di van sî salên têkoþîna hemdem de kesên bi siyasetê re pêwendar bi tenê jî fêrî xwendin û nivisandina kurdî bûbûna wê hejmarê pirtûkên bi kurdî li bakur dihatin çapkirin ne 1.000 - 2.000 bûna, ev hejmar wê bigihîþta 100.000 hezaran. Lê mixabin!

ibrahimosman@hotmail.de


Niþe: Dost, nas û kesên li Ewrûpa an jî li derveyî Tirkiyê, ango li deverên cîhanê yên ciyêwaz dijîn yên ku daxwaza romana min ya bi navê ''Evîna Mêrxasekî'' (Romana Dewrêþê Evdî) dikin, dikarin nav û navûnîþana xwe ji min re biþînin û ji min bixwazin..

Li gel rêz û silavên min



Piþtî berdêlên ewqas giranbiha ku gelê me di van sî salên dawiyê de di oxira azadiya xwe de dane û îro jî hîna bi canfedayî ji bo siberojeka azad têdikoþe, yên ku xwe welatparêz dibînin, kurd dibînin, xwe bi kurdbûna xwe dipesinînin û girêdana xwe a netewî bi a ti kesî nadin, erk û payebilindiya wan çi dibe bila bibe eger fêrî zimanê xwe yê zikmakî nebin, nexwînin, nenivisînin, bi zimanê dayikê neramin û xewenan bi zimanê xwe nebînin ew dest bi çek bin jî ew nikarin nirxên civakî û netewayî biparêzin!